KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • 1. Tîmotêyos 2
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

1. Tîmotêyos bi Kurtasî

      • “Ji bo her cure mirovan dua bikin” (1-7)

        • Xwedê yek e, navberkar yek e (5)

        • Berdêl ji bo hemûyan (6)

      • Rêberiya ji bo xwişk û birayan (8-15)

        • Xwe bi awayekî minasib û maqûl bixemilînin (9, 10)

1. Tîmotêyos 2:2

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    11/2020, r. 15

1. Tîmotêyos 2:4

Jêrenot

  • *

    Yan “zanîna rast a li ser rastiyê”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 47

1. Tîmotêyos 2:5

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 27

1. Tîmotêyos 2:6

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 27

1. Tîmotêyos 2:8

Jêrenot

  • *

    Yan “bi dilsozî destên xwe bilind bikin jor”.

1. Tîmotêyos 2:9

Jêrenot

  • *

    Yan “bi zêdeyî xemilandina porên xwe”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    12/2023, r. 20

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 52

    Îradeya Yehowa, qisim 8

1. Tîmotêyos 2:10

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 52

    Îradeya Yehowa, qisim 8

1. Tîmotêyos 2:14

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    6/2020, r. 4

1. Tîmotêyos 2:15

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    6/2017, r. 6

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
1. Tîmotêyos 2:1-15

1. Tîmotêyos

2 Berî her tiştî ez ji we rica dikim ku hûn ji dil ji Xwedê re ji bo her cure mirovan dua bikin, lava bikin û şikir bikin. 2 Wekî din, ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran dua bikin, da ku em bikarin di her tiştî de ji Xwedê re dilsoz bimînin û bi awayekî sergiran jiyaneke rehet û bêxem bajon. 3 Ev yek di çavê Xelaskarê me Xwedê de qenc û rast e. 4 Ew dixwaze ku hemû cure mirov xelas bibin û bigihîjin rastiyê*. 5 Xwedê yek e, û di nav Xwedê û mirovan de tenê yek navberkar heye, ew Mesîh Îsa ye. 6 Wî canê xwe ji bo hemû cure mirovan wek berdêl kir fîdye. Di wexta minasib de şahidiya vê yekê wê bê kirin. 7 Ji ber vê yekê, Xwedê ez wek mizgînvan û şandî tayîn kirim. Bi vî awayî ez dikarim miletên din li ser bawerî û rastiyê hîn bikim. (Ez rastiyê dibêjim û derewan nakim.)

8 Loma ez dixwazim ku li her cihê ku hûn top dibin, bila bira bi dilsozî*, bê hêrs û bê minaqeşe dua bikin. 9 Wekî din, bila xwişk bi awayekî minasib, nefsbiçûk û maqûl xwe bixemilînin. Bila ew vê yekê ne bi honandina porên xwe*, ne bi zêr, ne bi morî û ne jî bi kincên gelek biha bikin. 10 Lê bila xwişk xwe bi kirinên qenc, ên ku layiqî xizmetkareke Xwedê ne, bixemilînin.

11 Bila xwişk bêdeng bimînin û bi dilnizmî hîn bibin. 12 Ez îznê nadim ku xwişk hîn bikin yan jî serweriya birayan bikin. Lê bila xwişk bêdeng guh bidin. 13 Çimkî Xwedê pêşî Adem çêkir û paşê Hewa. 14 Û Adem nehat xapandin, lê jin hat xapandin û guneh kir. 15 Lê belê, eger jin biedeb be û di bawerî, hezkirin û di çavê Xwedê de pîroz bimîne, ewê bi anîna zarokan bê parastin.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne