Nameya ji Galatiyan re
6 Birano, eger kesek bêyî ku haya wî jê hebe gaveke şaş bavêje, hûn ên ku ji aliyê ruhî ve gihîştî ne, xîret bikin ku hûn kesekî wisa bi nermî vegerînin ser rêya rast. Lê hay ji xwe hebin ku hûn jî neyên ceribandin. 2 Bi dewamî barên hevdû hilgirin, û bi vî awayî hûnê qanûna Mesîh bînin cih. 3 Eger kesek xwe mezin bibîne, lê bi eslê xwe ne wisa ye, ew xwe dixapîne. 4 Bila her kes li kirinên xwe binêre, hingê ewê ne ji ber ku ew xwe dişibîne kesekî din, lê ji ber kirinên xwe kêfxweş be. 5 Çimkî her kes wê barê xwe hilgire.
6 Wekî din, bila her kesê ku bi peyva Xwedê tê hînkirin, hemû tiştên qenc bi mamosteyê xwe re parve bike.
7 Hay ji xwe hebin: Nefikirin ku hûn dikarin Xwedê bixapînin. Mirov çi biçîne, ewê wê bidirû. 8 Çimkî yê ku ji bo bedena xwe ya gunehkar diçîne, ewê ji bedena xwe ya gunehkar mirinê* bidirû. Lê yê ku ji bo ruhê Xwedê diçîne, ewê ji ruhê Xwedê jiyana herheyî bidirû. 9 Bila em dev jê bernedin ku ya qenc bikin, çimkî eger em newestin, emê di wexta rast de bidirûn. 10 Îcar, heta ku fersenda* me hebe, bila em li her kesî, lê bi xisûsî li xwişk û birayên xwe yên bawermend qenciyê bikin.
11 Ka binêrin, min ev name bi destê xwe bi herfên çi qas mezin ji we re nivîsiye!
12 Hemû yên ku dixwazin kesên din razî bikin zorê li we dikin ku hûn bên sinetkirin. Ew wisa dikin, da ku mirov ji ber Mesîh* zilmê li wan nekin. 13 Çimkî heta yên ku tên sinetkirin jî xwe li qanûnê nagirin. Lê ew zorê li we dikin ku hûn bên sinetkirin, da ku ew ji ber we pesnê xwe bidin. 14 Lê ji xeynî bi Efendiyê me Îsa Mesîh, ê ku li ser darê îşkenceyê mir, ez tu car bi tiştekî din pesnê xwe nadim. Bi destê mirina wî, dinya ji bo min mir* û ez ji bo dinyayê mirim. 15 Çimkî sinetbûn û nesinetbûn ne muhîm in, lê xuliqandina* nû muhîm e. 16 Bila aştî û dilovanî li ser hemû kesên ku li gor vê qaîdeyê bi rêk û pêk dimeşin, yanî Îsraîla Xwedê, be!
17 Bila ji niha û pê ve tu kes zehmetê nede min, çimkî li ser bedena min birîn hene yên ku nîşan didin ku ez xulamê Îsa me.
18 Birano, ji ber sifetên* baş ên ku hûn nîşan didin, bila kerema Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be. Amîn.