Li gor Marqos
4 Îsa dîsa dest pê kir ku li ber behrê hîn bike, û li dora wî gelek mirov top bûn. Loma ew li qeyîkê* siwar bû û rûnişt. Ew ji devê behrê hinekî dûr ket, lê xelk li ber devê behrê sekinî ma. 2 Wî gelek tişt bi destê mîsalan hînî wan kirin û wisa got: 3 “Guh bidin! Cotkar derket ku toxim biçîne. 4 Gava wî toxim direşandin, hin toxim ketin ser rê, û çivîk hatin û ew xwarin. 5 Hin toxim ketin ser erdê kevirî, yê ku axa wî kêm bû. Ji ber ku axa li wê derê ne kûr bû, toxim zû şîn bûn. 6 Lê gava roj derket, ew şewitîn, û ji ber ku kokên wan tunebûn, ew hişk bûn. 7 Hin toxim ketin nav striyan, strî derketin û nebat fetisandin, û wan ber neda. 8 Lê belê, hin toxim ketin ser erdê baş. Ew şîn bûn, mezin bûn û ber dan. Wan 30, 60 û 100 qat ber da.” 9 Hingê wî ji wan re got: “Guhên kê hene, bila baş guh bide.”
10 Gava Îsa bi tenê ma, Diwanzdehan* û kesên li derdora wî li ser mîsalan ji wî pirsî. 11 Wî ji wan re got: “Sira pîroz a Hukimdariya Xwedê ji we re hatiye vekirin, lê ji kesên din re her tişt tenê bi destê mîsalan tê gotin. 12 Çimkî ew dinêrin, lê dîsa jî nabînin, û guh didin, lê dîsa jî fehm nakin. Ewê tu caran venegerin ba Xwedê, û ewê neyên efûkirin. 13 Paşê Îsa ji wan re got: “Eger hûn ji van mîsalan fehm nakin, hûnê çawa ji hemû mîsalên din fehm bikin?
14 Cotkar Peyva Xwedê diçîne. 15 Toximên ku dikevin ser rê dişibin Peyva Xwedê ku di dilê mirovan de hatiye çandin. Hema piştî ku wan Peyva Xwedê bihîst, Şeytan tê û peyva ku di dilê wan de hatiye çandin, derdixe û dibe. 16 Bi eynî awayî, toximên ku dikevin ser erdê kevirî, dişibin vê yekê ku mirov Peyva Xwedê dibihîzin û wê di cih de bi kêfxweşî qebûl dikin. 17 Lê ji ber ku kokên wan tune ne, ev xeber bi tenê ji bo demekê mezin dibe. Û gava ew ji ber Peyva Xwedê tengasî û zilmê dikişînin, ew ji rê derdikevin. 18 Toximên din jî hene, yên ku ketine nav striyan. Ew dişibin vê yekê ku mirov Peyva Xwedê bihîstin, 19 lê xemên vê dinyayê, xapandina dewlemendiyê û xwestina tiştên din dikevin dilê wan û Peyva Xwedê difetisînin, û ew bê ber dimînin. 20 Li dawiyê, toximên ku li erdê baş hatine çandin, dişibin vê yekê ku mirov Peyva Xwedê dibihîzin, bi dil û can qebûl dikin û bi 30, 60 û 100 qat ber didin.”
21 Îsa bi van gotinan dewam kir: “Ma kî qendîlê tîne û dixê bin zembîlê yan bin nivînan? Ma ew qendîlê nayne ku deyne ser mûmdankê*? 22 Tu tiştê veşartî tune ye ku neyê xuyakirin, û tu tiştê nixumandî tune ye ku neyê eşkerekirin. 23 Guhên kê hene, bila baş guh bide.”
24 Îsa wisa jî got: “Bala xwe bidin tiştên ku hûn dibihîzin. Hûn bi kesên din re çawa bin, ewê jî bi we re wisa bin. Erê, li gor vê hûnê zêdetir bistînin. 25 Çimkî li ba kê heye, ewê zêdetir bistîne. Lê li ba kê tune ye, tiştê ku li ba wî heye jî wê ji wî bê standin.”
26 Paşê Îsa got: “Hukimdariya Xwedê dişibe zilamekî ku toxim li erdê xwe direşîne. 27 Dibe şev ew radize û dibe roj ew radibe. Toxim şîn dibe û mezin dibe, lê ew nizane ku ev çawa dibe. 28 Gav bi gav erd bi xwe ber dide, pêşî zîl, paşê simbil û li dawiyê di simbilê de genimê gihîştî dide. 29 Gava ber digihîje, zilam bi dasê jêdike, çimkî dema dirûnê hatiye.”
30 Îsa dewam kir: “Gelo em dikarin Hukimdariya Xwedê bişibînin çi? Yan em dikarin bi kîjan mîsalê bidin fehmkirin? 31 Ew dişibe toximê xerdelê. Gava ew tê reşandin, ew ji hemû toximên li ser rûyê erdê yê herî biçûk e. 32 Lê piştî ku ew tê çandin, ew şîn dibe û ji hemû nebatan mezintir dibe, û çiqilên wê mezin dibin, wisa ku çivîkên ezmanan di bin siya wê de bi cih dibin.”
33 Îsa bi gelek mîsalan ji mirovan re behsa Peyva Xwedê dikir, bi qasî ku wan dikaribû baş jê fehm bikin. 34 Wî bê mîsal tu tişt ji wan re nedigot. Lê gava ew bi şagirtên xwe re bi tenê dima, wî her tişt ji wan re şirove dikir.
35 Di eynî rojê de, gava bû êvar, Îsa ji şagirtên xwe re got: “Werin em derbasî aliyê din ê behrê bibin.” 36 Piştî ku wan xelk şand, ew di qeyîkê* de bi Îsa re çûn, û qeyîkên din jî bi wan re bûn. 37 Ji nişka ve bayekî qewî rabû, û pêlên avê wisa li qeyîkê* xist ku hindik mabû qeyîk bi avê tije bibe. 38 Lê Îsa di paşiya qeyîke* de serê xwe danîbû ser balgehê û razayî bû. Îcar wan ew ji xewê rakir û got: “Mamoste, emê bimirin, ma ne xema te ye?” 39 Ew rabû, ferman li ba kir, û ji behrê re got: “Bêdeng be! Bisekine!” Û ba sekinî û bêdengiyeke mezin çêbû. 40 Îsa ji wan re got: “Hûn çima ew qas ditirsin? Ma baweriya we heta niha qet tune ye?” 41 Lê tirseke mezin ket dilê wan û wan ji hevdû re got: “Gelo ev kî ye? Heta ku ba û behr jî bi ya wî dikin.”