Îbranî
2 Ji ber vê yekê, gerek em zêdetir bala xwe bidin tiştên ku me bihîstine, da ku em tu car ji rê dernekevin. 2 Çimkî peyva ku bi destê melekan hatibû dayîn saxlem bû, û her kesê ku xwe li qanûnê nedigirt û ne guhdar bû, cezayê xwe li gor edaletê distand. 3 Îcar eger em li hember xelasiyeke ew qas mezin xemsar bin, emê çawa xelas bibin? Çimkî Efendiyê me di destpêkê de ev xelasî da zanîn, û gotinên wî ji aliyê kesên ku ew bihîstin ve hatin îsbatkirin. 4 Û Xwedê jî bi destê nîşan, mucîze, cure cure karên biqudret û bi vê yekê ku wî ruhê pîroz li gor daxwaza xwe belav kir, şahidiya vê yekê kir.
5 Xwedê hukimdariya li ser erdê, ya ku di pêşerojê de wê bê û ya ku em behsa wê dikin, neda destê melekan. 6 Lê şahidekî carekê wisa got: “Gelo mirov çi ye ku tu wî tînî bîra xwe, yan kurê mirov çi ye ku tu li wî xwedî derdikevî? 7 Te ew ji melekan hinek nizmtir kir. Te taca hurmet û rûmetê danî ser serê wî, û te ew li ser karê destê xwe kir mesûl. 8 Te her tişt xist bin lingên wî.” Gava Xwedê her tişt xist bin lingên wî, êdî tu tişt nema ku ew bixe bin lingên wî. Lê em hê nabînin ku her tişt hatiye xistin bin lingên wî. 9 Lê belê, em Îsayê ku ji melekan hinek nizmtir bû dibînin, û ji ber ku wî cefa kişand û mir, niha taca hurmet û rûmetê li ser serê wî hatiye danîn. Bi saya qenciya mezin a Xwedê wî ji bo her kesî mirin tehm kir.
10 Her tişt ji ber Xwedê û ji bo rûmeta wî hatiye çêkirin û heye. Ji bo ku ew gelek kurên xwe birûmet bike, wî minasib dît ku Serokê xelasiya wan bike yekî kamil. 11 Yê ku pîroz dike* û yên ku tên pîrozkirin, bavê wan yek e. Ji ber vê yekê, ew şerm nake ku ji wan re bibêje “birayên min”. 12 Û ew dibêje: “Ezê ji birayên xwe re behsa navê te bikim. Ezê di nav civatê de bi kilaman pesnê te bidim.” 13 Ew wisa jî dibêje: “Ezê baweriya xwe bi wî bînim.” Û ew wisa jî dibêje: “Va ye! Ez û zarokên ku Yehowa dane min.”
14 Çawa ku “zarok” mirov* in, Îsa jî bû mirov, da ku ew kesê ku mirin anî dinyayê, yanî Îblîs, bi saya mirina xwe tune bike. 15 Wekî din, ew bû mirov, da ku hemû kesên ku ji ber tirsa mirinê temamiya emrê xwe xulam bûn, azad bike. 16 Çimkî ew nehat ku alîkariya melekan bike, lê ew hat ku alîkariya zuriyeta Birahîm bike. 17 Loma lazim bû ku ew di her tiştî de bibe wek “birayên” xwe, da ku ew di xizmeta Xwedê de bibe kahînekî mezin, ê ku dilovan û dilsoz e. Û bi vî awayî wî dikaribû ji bo gunehên xelkê qurbanekê pêşkêş bike, da ku ew bi Xwedê re li hev bên. 18 Ji ber ku ew bi xwe hat ceribandin û wî cefa kişand, ew dikare alî kesên ku tên ceribandin bike.