Li gor Lûqa
11 Carekê Îsa li cihekî dua dikir. Gava wî duaya xwe xelas kir, yekî ji şagirtên wî jê re got: “Efendiyê min, me hîn bike ku em çawa dua bikin, wek ku Yehya* şagirtên xwe hîn kiribûn.”
2 Hingê Îsa ji wan re got: “Wexta ku hûn dua dikin, wisa bibêjin: Bavo, bila navê te pîroz be*. Bila Hukimdariya te bê. 3 Her roj nanê me li gor hewcedariyên me yên rojane bide me. 4 Û şaşiyên me efû bike, wek ku em jî şaşiyên kesên din* efû dikin, û nehêle ku em bikevin ceribandinê*.”
5 Paşê wî ji wan re got: “Bînin ber çavê xwe ku yek ji we nîvê şevê diçe cem hevalekî xwe û jê rica dike: ‘Hevalo, ka sê nanan bi deyn bide min, 6 çimkî hevalekî min ji rêyeke dûr hatiye cem min, û tiştekî min tune ku ez deynim ber wî.’ 7 Lê ew ji hundirê malê cewab dide: ‘Min aciz neke. Êdî derî girtî ye û zarokên min li ba min di nav nivînan de ne. Ez nikarim rabim û tiştekî bidim te.’ 8 Ez ji we re dibêjim, eger ew ji bo xatirê hevaltiyê ranebe û tiştekî nede wî jî, ewê rabe û çi jê re lazim be bide wî, ji ber ku ew dev ji wî bernade. 9 Loma ez ji we re dibêjim, bi dewamî bixwazin û wê ji we re bê dayîn, bi dewamî lê bigerin û hûnê bibînin, bi dewamî li derî bixin û wê ji we re bê vekirin. 10 Çimkî her kesê ku dixwaze, distîne. Her kesê ku lê digere, dibîne, û her kesê ku li derî dixe, ji wî re tê vekirin. 11 Gelo di nav we de kîjan bav, eger kurê wî masiyekî ji wî bixwaze, ewê li şûna masî marekî bide wî? 12 Yan gava ew hêkekê bixwaze, ma ewê dûpişkekî bide wî? 13 Hûn her çi qas gunehkar bin jî, hûn dîsa jî dizanin ku çawa tiştên baş bidin zarokên xwe. Îcar Bavê we yê li ezmanan wê çi qas zêdetir ruhê pîroz bide wan, ên ku ji wî dixwazin!”
14 Paşê Îsa cinekî ku lal dikir, derxist. Gava cin derket, zilamê lal dest bi xeberdanê kir, û xelk ecêbmayî ma. 15 Lê hinekan got: “Ew cinan bi destê serokê cinan Belzebûb*, derdixe.” 16 Û kesên din ji bo ku wî biceribînin, ji wî nîşaneke ji ezmên xwest. 17 Lê Îsa dizanibû ku ew çi difikirin û ji wan re got: “Her hukimdariya ku li dijî xwe hatiye parçekirin, wêran dibe, û malbata ku li dijî xwe hatiye parçekirin, dikeve. 18 Eger Şeytan jî li dijî xwe hatiye parçekirin, hukimdariya wî wê çawa bimîne? Çimkî hûn dibêjin ku ez cinan bi destê Belzebûb derdixim. 19 Eger ez cinan bi destê Belzebûb derdixim, gelo şagirtên we* cinan bi destê kê derdixin? Loma ewê bibin hakimên we. 20 Lê eger ez cinan bi tiliya Xwedê derdixim, îcar Hukimdariya Xwedê hatiye* bêyî ku haya we jê hebe. 21 Eger zilamekî xurt û çekdar nobedariya qesra xwe bike, mal û milkê wî di emniyetê de ne. 22 Lê eger yekî ji wî xurttir li dijî wî rabe û wî bin dest bike, ewê hemû çekên wî zilamî, yên ku wî bawer dikir ku ew mal û milkê wî diparêzin, jê bistîne û tiştên ku wî jê standine, belav bike. 23 Yê ku ne bi min re ye, li dijî min e. Û yê ku bi min re top nake, belav dike.
24 Gava cinek* ji mirovekî derdikeve, ew li çolê digere ku cihekî rihet bibîne, lê gava ew cihekî wisa nabîne, ew ji xwe re dibêje: ‘Ka ez vegerim mala xwe, ya ku ez jê derketime.’ 25 Gava ew tê, ew dibîne ku mal maliştî û xemilandî ye. 26 Paşê ew diçe û heft cinên din, ên ku ji wî xerabtir in, bi xwe re tîne, û ew dikevin hundir û li wê derê dijîn. Êdî halê wî mirovî ji halê berê xerabtir dibe.”
27 Gava wî ev tişt gotin, jinikekê ji nav xelkê gazî kir: “Çi qas dilxweş e dayika ku tu anî dinyayê û şîr daye te!” 28 Wî jî got: “Na, hê dilxweştir in kesên ku guh didin gotinên Xwedê û li gor wan dijîn!”
29 Gava xelk li hev top dibû, wî dest bi xeberdanê kir: “Ew nesil* neslekî xerab e. Ew li nîşanekê digere, lê ji xeynî nîşana Ûnis, ji wan re tu nîşan wê neyê dayîn. 30 Çawa ku Ûnis ji bo xelkê Nînewayê bû nîşan, Kurê Mirov jî wê ji bo vî neslî bibe nîşan. 31 Melîkeya* başûr wê di Roja Hukim de bi mirovên vî neslî re rabe û wan sûcdar derxe, çimkî ew ji cihekî dûr hat, da ku guh bide hîkmeta Silêman. Û va ye, yekî ji Silêman mezintir li vir e. 32 Xelkê Nînewayê wê di Roja Hukim de bi vî neslî re rabe û wî sûcdar derxe, çimkî xelkê Nînewayê guh da xebera Ûnis û tobe kir. Û va ye, yekî ji Ûnis mezintir li vir e. 33 Gava qendîlek tê vêxistin, mirov wê danayne cihekî veşartî yan jî bin zembîlê, lê datîne ser mûmdankê*, da ku kesên ku dikevin hundir ronahiyê bibînin. 34 Çiraya bedenê çav e. Eger çavê te zelal dibîne*, temamiya bedena te bi ronahiyê* ve tije ye, lê eger çavê te hesûd* e, bedena te jî tarî ye. 35 Loma hay ji xwe hebe ku ronahiya di dilê te de nebe tarî. 36 Eger bedena te bi temamî ronahî be û tu tarî tê de tune be, hingê ewê ew qas ronahî be, mîna ku qendîlek bi ronahiya xwe şewq dide.”
37 Gava wî ev tişt gotin, yek ji Fêrisiyan ew ji bo xwarinê li mala xwe kir mêvan. Ew jî çû mala wî û li ser sifrê rûnişt. 38 Lê gava yê Fêrisî dît ku Îsa berî xwarinê destê xwe neşûşt*, ew şaş ma. 39 Lê Efendiyê me ji wî re got: “Ey Fêrisîno, hûn derveyî tas û firaqan dişon, lê hundirê we tijî çavbirçîtî û xerabî ye. 40 Bêaqilno! Ma yê ku derveyî tasê çêkiriye, hundir jî çênekiriye? 41 Lê gava hûn xêrê li belengazan dikin, gerek ew ji dil bê, û hingê hûnê di her tiştî de paqij bin. 42 Lê wey li we, Fêrisîno! Çimkî hûn dehyeka* nane, peganon* û her cureyê nebatên baxçe* didin, lê hûn edalet û hezkirina Xwedê davêjin pişt guhê xwe. Rast e, ev mesûliyeta we bû ku hûn van tiştan bikin, lê lazim bû ku we tiştên din di pişt guhê xwe re neavêtana. 43 Wey li we, Fêrisîno! Çimkî hûn hez dikin ku di sînagogan* de li cihên pêşîn rûnin, û hez dikin ku mirov li sûkan silavê li we bikin. 44 Wey li we! Çimkî hûn wek mezel in, ên ku bi zelalî nayên dîtin*, û mirov bi nezanî li ser wan digerin..”
45 Hingê yekî ji kesên ku Qanûn baş dizanî ji wî re got: “Mamoste, bi van gotinan tu heqaretê li me jî dikî.” 46 Îcar wî got: “Wey li we jî, hûn ên ku Qanûnê baş dizanin! Çimkî hûn barê mirovan ew qas giran dikin ku ew nikarin hilgirin, lê hûn bi xwe vî barî bi tiliyekê jî ranakin.
47 Wey li we! Çimkî hûn ji bo pêxemberan tirbeyan ava dikin, lê bav û kalên we ew kuştin. 48 Hûn bûne şahidên kirinên bav û kalên xwe, lê dîsa jî hûn bi kirinên wan razî ne. Wan pêxember kuştin, lê hûn tirbeyên wan ava dikin. 49 Ji ber vê yekê, Xwedê di hîkmeta xwe de* wisa gotiye: ‘Ezê pêxember û şandiyan bişînim ba wan, hin ji wan wê bên kuştin yan zilmê bibînin. 50 Da ku xwîna hemû pêxemberên ku ji destpêka dinyayê ve hatiye rijandin, ji vî neslî bê xwestin*. 51 Ji xwîna Habîl, heta xwîna Zekerya, yê ku di navbera qurbangeh û mala Xwedê* de hat kuştin.’ Belê, ez ji we re dibêjim, ji vî neslî hesab wê bê standin.
52 Wey li we, hûn ên ku Qanûnê baş dizanin! Çimkî hûn kilîda zanînê ji mirovan distînin. Hûn bi xwe neketine hundir, û hûn rêya kesên ku dixwazin bikevinê, digirin.”
53 Gava Îsa ji wê derê derket, qanûnzan û Fêrisiyan dora wî girt û bi pirsan dest pê kir ku wî aciz bikin, 54 çimkî ew li bendê bûn ku wî bi gotinên wî bigirin.