Li gor Meta
18 Wê çaxê şagirt hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: “Di Hukimdariya ezmanan de yê herî mezin kî ye?” 2 Îsa gazî zarokekî kir, di nav wan de danî 3 û got: “Bi rastî: Eger hûn xwe neguherînin û nebin wek zarokan, hûnê tu caran nekevin Hukimdariya ezmanan. 4 Loma, kî wek vî zarokî dilnizm bibe, ew di Hukimdariya ezmanan de yê herî mezin e. 5 Û kî zarokekî wisa ji bo xatirê navê min qebûl bike, ew min jî qebûl dike. 6 Lê kesê ku yekî ji van biçûkan, ên ku baweriya xwe bi min tînin, ji rê derxe, ji bo wî kesî baştir e ku kevirekî mezin* li stûyê wî bê girêdan û ew di behrê de bê xeniqandin.
7 Wey li halê dinyayê, çimkî ew mirovan dixe guneh! Rast e, astengên ku mirov dixin guneh wê hebin, lê wey li yê ku dibe sebebê astengan! 8 Eger destê te yan lingê te te bixe guneh*, wî jêke û bavêje. Baştir e ku tu destekî xwe yan lingekî xwe winda bikî, lê jiyanê* bistînî, li şûna ku tu bi her du destên xwe yan bi her du lingên xwe bêyî avêtin nav agirê herheyî. 9 Û eger çavê te te bixe guneh, wî derxe û bavêje. Ji bo te baştir e ku tu çavekî xwe winda bikî, lê jiyanê* bistînî, li şûna ku tu bi her du çavan bêyî avêtin Gehenaya biagir*. 10 Hay ji xwe hebin ku hûn yekî ji van biçûkan kêm nebînin. Çimkî ez ji we re dibêjim, li ezmanan melekên wan her gav li rûyê Bavê min ê li ezmanan dinêrin. 11 ——*
12 Hûn çi difikirin, eger 100 miyên mirovekî hebin û yek ji wan rêya xwe winda bike, ma ewê 99 miyên xwe li çiyayan nehêle û neçe ku li miya windabûyî bigere? 13 Bawer bin, eger ew miya windabûyî bibîne, kêfxweşiya wî wê zêdetir be ji kêfxweşiya li ser 99 miyên ku rêya xwe winda nekirine. 14 Bi eynî awayî, Bavê min* ê li ezmanan jî naxwaze ku yek ji van biçûkan winda bibe.
15 Eger birayê te li dijî te guneh bike, here û gava hûn her du bi tenê ne, gunehê wî bîne bîra wî*. Eger ew guh bide te, te birayê xwe vegerand ser rêya rast. 16 Lê eger ew guh nede te, yek yan du kesan bi xwe re bibe, da ku her tişt bi gotinên du yan sê şahidan bê îsbatkirin. 17 Eger ew nexwaze guh bide wan, ji civatê re bibêje, û eger ew guh nede civatê jî, bila ew ji bo te êdî bibe wek kesekî ji miletên din yan wek bacgirekî.
18 Bi rastî, her tiştê ku hûn li ser rûyê erdê girêdin, ewê êdî li ezmanan girêdayî be. Û her tiştê ku hûn li ser rûyê erdê vekin, ewê êdî li ezmanan vekirî be. 19 Ez dîsa tiştekî ji we re bibêjim: Eger du kes ji we li ser rûyê erdê hemfikir bin ku ji bo meseleyeke muhîm dua bikin, Bavê min ê li ezmanan wê vê yekê bîne cih. 20 Îcar li ku derê du yan sê kes bi navê min li hev top bin, ez jî li wê derê di nav wan de me.”
21 Paşê Petrûs hat ba Îsa û ji wî pirsî: “Efendiyê min, gava birayê min li dijî min guneh dike, lazim e ku ez çend caran wî efû bikim? Ma heta heft caran?” 22 Îsa cewaba wî da: “Ez ji te re dibêjim, ne heft caran, lê heta 77 caran.
23 Hukimdariya ezmanan dişibe padîşahekî ku ji xulamên xwe xwest ku ew deynên xwe bidin. 24 Gava padîşah dest bi topkirina pereyên xwe kir, xulamên wî zilamekî ku bi 60.000.000 dînarî* deyndarê wî bû, anî ba wî. 25 Lê ji ber ku vî zilamî nikaribû van pereyan bide, padîşah emir kir ku ew, jina wî, zarokên wî û hemû mal û milkê wî bên firotin, da ku deynê wî bê dayîn. 26 Loma xulam ket ser çokan û ji padîşah rica kir: ‘Hinek wextê bide min, û ezê hemû deynê xwe bidim.’ 27 Dilê padîşah bi wî şewitî, wî ew berda û deynê wî efû kir*. 28 Lê gava ev xulam derket derve, wî xulamekî din dît, ê ku bi 100 dînarî deyndarê wî bû. Wî destê xwe avêt qirika wî û got: ‘Deynê xwe bide!’ 29 Îcar wî xwe avêt ber lingên wî û ji wî rica kir: ‘Hinek wextê bide min û ezê deynê xwe bidim.’ 30 Lê wî daxwaza wî qebûl nekir. Ew çû û wî ew xulam da avêtin hebsê heta ku ew deynê xwe bide. 31 Gava xulamên din dît ku çi qewimî, ew pir xemgîn bûn û çûn hemû tişt ji padîşah re gotin. 32 Hingê padîşah gazî xulamê xwe kir û ji wî re got: ‘Ey xulamê xerab! Wexta ku te ji min rica kir, min hemû deynê te efû kir. 33 Çawa ku min rehm li te kir, ma wê ne lazim bûya ku tu jî rehmê li xulamê din bikî?’ 34 Hêrsa padîşah rabû, û wî emir da ku ev xulam bê avêtin hebsê heta ku ew hemû deynê xwe bide. 35 Eger hûn birayê xwe ji dil efû nekin, Bavê min ê li ezmanan wê bi eynî awayî li we bike.”