1. Petrûs
4 Madem ku Mesîh wek mirov cefa dikişand, hûn jî xwe hazir bikin ku nêrîna we wek ya Mesîh be. Çimkî kesê ku cefayê dikişîne nîşan dide ku wî dev ji guneh berdaye, 2 da ku ew wexta mayî, ya ku ew wek mirov dijî, ne ji bo xwestekên nefsê, lê ji bo ku daxwaza Xwedê pêk bîne, bijî. 3 Tiştên ku mirovên vê dinyayê dikin, we jî berê têra xwe dikirin. Mesela, hereketên we bêedeb bûn, hûn diketin pey şehwetên xwe, we bi zêdeyî vedixwar, we bê sînor û bê edeb kêf dikir, we şahî çêdikirin ku serxweş bibin û we li dijî qanûnê pûtperestî dikir. 4 Mirovên vê dinyayê fehm nakin ku hûn çima êdî bi wan re li ser vê rêya pîs nameşin, loma ew heqaretê li we dikin. 5 Lê ewê li ber Mesîh, ê ku wê hukmê kesên sax û mirî bide, hesab bidin. 6 Loma mizgînî ji miriyan re jî hat dayîn, da ku her çi qas mirovan ew li gor dîtinê mehkûm kiribin jî, ew di çavê Xwedê de ji aliyê ruhî ve sax bin.
7 Lê belê, dawiya her tiştî nêzîk bûye. Loma aqildar bin* û her tim hazir bin ku dua bikin. 8 Berî her tiştî ji hevdû gelek hez bikin, çimkî yê ku hez dike her tim hazir e ku kesên din efû bike*. 9 Ji hevdû re mêvanhez bin û vê yekê wek barekî giran nebînin*. 10 Bila her kes li gor dayîna ku wî ji Xwedê standiye ji hevdû re xizmet bike, wek çavdêrên ku alî kesên din dikin ku ew feydeyê ji qenciya mezin a Xwedê bistînin, a ku bi gelek awayan eşkere dibe. 11 Eger kesek xeber dide, bila ew wek kesekî ku xeberên Xwedê tîne zimên, xeber bide. Eger kesek xizmet dike, bila ew xwe bispêre qeweta ku Xwedê dide, da ku Xwedê bi saya Îsa Mesîh di her tiştî de bê birûmetkirin. Ew her û her hêjayî rûmet û qudretê ye. Amîn.
12 Birayên delal, gava hûn tengasiyên giran* dikişînin, şaş nemînin û nefikirin ku qey tiştekî ecêb hat serê we. 13 Lê kêfxweş bin ku hûn wek Mesîh ji ber eynî sebeban cefayê dikişînin. Hingê hûnê di dema xuyabûna rûmeta wî de şa û dilgeş bin. 14 Eger ji ber xatirê navê Mesîh heqaret li we tê kirin, hûn dilxweş in, çimkî ev yek nîşan dide ku ruhê rûmetê, yanî ruhê Xwedê li ser we ye.
15 Lê belê, ez naxwazim ku kesek ji we ji ber ku ew bû mêrkuj, yan diz, yan mirovekî xerab yan jî ji ber ku ew pozê xwe dixe meseleyên kesên din tengasiyan bikişîne. 16 Eger kesek ji ber ku ew şagirtê Mesîh e cefayê bikişîne, bila ew şerm neke, lê bila ew bi dewamî li gor vî navî bijî û bi vî awayî rûmetê bide Xwedê. 17 Çimkî niha wexta ku Xwedê hilbijartiye ku hukim bide hatiye, û ewê ji xelkê xwe* dest pê bike. Madem ku hukim wê ji me dest pê bike, gelo çi wê bê serê kesên ku guh nadin mizgîniya Xwedê? 18 Çimkî di Nivîsarên Pîroz de wisa nivîsî ye: “Lê madem ku lazim e ku mirovekî rast pir xîret bike ku Xwedê wî xelas bike, îcar çi wê bê serê gunehkaran û kesên ku ji Xwedê natirsin?” 19 Loma, bila kesên ku cefayê dikişînin ji ber ku ew daxwaza Xwedê pêk tînin bi dewamî qenciyê bikin û jiyana xwe* emanetî destê Xaliqê meyî* dilsoz bikin.