KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • 2. Selanîkî 1
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

2. Selanîkî bi Kurtasî

      • Silavên Pawlos (1, 2)

      • Baweriya Selanîkiyan mezin dibe (3-5)

      • Ji neguhdaran heyf wê bê standin (6-10)

      • Duaya ji bo civatê (11, 12)

2. Selanîkî 1:1

Jêrenot

  • *

    Jê re Sîlas jî tê gotin.

2. Selanîkî 1:6

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 33

2. Selanîkî 1:7

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “eşkerebûna”.

2. Selanîkî 1:8

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 33

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    9/2019, r. 12-13

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
2. Selanîkî 1:1-12

2. Selanîkî

1 Ez Pawlos, Sîlvanos* û Tîmotêyos vê nameyê ji civata Selanîkê re dinivîsin, a ku aîdî Bavê me Xwedê û Efendiyê me Îsa Mesîh e:

2 Bila aştî û qenciya mezin ji Bavê me Xwedê û Efendiyê me Îsa Mesîh li ser we be!

3 Birano, em her tim ji bo we ji Xwedê re şikir dikin. Û ev yek minasib e, çimkî baweriya we roj bi roj xurttir dibe û hezkirina her yekî ji we ya ji bo hevdû zêde dibe. 4 Loma em bi we serbilind in û di nav civatên Xwedê de behsa we dikin. Em behsa vê yekê dikin ku hûn çawa li hember hemû zilm û zehmetiyên xwe tehemul dikin û baweriya xwe nîşan didin. 5 Ev yek îsbat dike ku hukmê Xwedê adil e. Bi vî awayî hûn wek kesên hêja tên dîtin ku bikevin Hikumdariya Xwedê, ya ku hûn ji bo xatirê wê cefayan dikişînin.

6 Ji ber ku Xwedê yekî adil e, ewê kesên ku tengasiyê didin we, ceza bike. 7 Lê hûn, ên ku tengasiyê dikişînin, hûnê bi me re di dema hatina* Efendiyê me Îsa de ji van tengasiyan xelas bibin. Ewê ji ezmanan bi melekên xwe yên biqudret re 8 û bi agirekî gur bê. Hingê ewê heyfa xwe ji wan, ên ku Xwedê nas nakin û kesên ku guhdariya mizgîniya li ser Efendiyê me Îsa nakin, bistîne. 9 Efendiyê me wê hukmê van kesan bide û ewê cezayê helaka herheyî bistînin. Ewê li ber çavê Efendiyê me winda bibin û qudreta wî ya mezin nebînin. 10 Gava Efendiyê me were ku bi birayên xwe yên pîroz re bê birûmetkirin, hemû kesên ku bi wî bawer dikin wê ji wî re heyran bimînin. Û ji ber ku we baweriya xwe bi tiştên ku me ji we re gotibûn aniye, hûnê jî di nav van kesan de bin.

11 Loma em her tim ji bo we dua dikin û rica dikin ku Xwedê we hêjayî jiyanê bibîne. Xwedê hûn ji bo vê jiyanê gazî kirine. Bila ew bi qudreta xwe hemû karên qenc li gor daxwaza xwe bîne cih û alî we bike ku hûn bi kirinên xwe, yên ku hûn bi baweriyê dikin, bi ser bikevin. 12 Hingê, li gor qenciya mezin a Xwedayê me û Efendiyê me Îsa Mesîh, navê Efendiyê me Îsa wê bi destê we bê birûmetkirin. Û hûn, ên ku bi wî re di yekîtiyê de ne, hûnê jî bên birûmetkirin.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne