Îbranî
12 Îcar, madem ku ewrekî ew qas mezin ê şahidan li derdora me heye, bila em her tiştê ku barê me giran dike ji xwe bavêjin. Û bila em gunehê ku xwe bi hêsanî li me dipêçe ji xwe dûr bixin. Wekî din, bila em di meydana bezê de, ya ku li pêşiya me ye, bi tehemul bibezin. 2 Bila em bala xwe bidin Îsayê ku baweriya me temam dike û Serokê me ye. Ji ber kêfxweşiya ku li benda wî bû, wî şerm nekir ku li ser darê îşkenceyê bi zordarî bê kuştin. Û niha ew li aliyê rastê yê textê Xwedê rûniştiye. 3 Belê, li ser emsala kesê ku li hember heqareta gunehkaran tehemul kir, bifikirin, da ku hûn newestin û sist nebin. Van kesên gunehkar bi heqaretên xwe zerar da xwe.
4 Di micadeleya xwe ya li hember guneh de hûn hê negihîştine vê yekê ku xwîna we bê rijandin. 5 Wekî din, we şîreta ku Xwedê ji we re wek ji kurên xwe re daye ji bîr kiriye: “Kurê min, qîmeta terbiyeya Yehowa kêm nebîne, û gava ew te serrast dike, sist nebe. 6 Çimkî Yehowa kesên ku ew ji wan hez dike, terbiye dike. Û Xwedê her kesê ku ew wek kurê xwe qebûl dike, ceza dike*.”
7 Gerek hûn li hember tengasiyan tehemul bikin, çimkî ew qismekî terbiyeya we ye. Xwedê bi we re wek bi kurên xwe re hereket dike. Ma kîjan kur ji aliyê bavê xwe ve nayê terbiyekirin? 8 Lê eger Xwedê wek ku ew kesên din terbiye dike, we terbiye neke, hingê hûn ne kurên wî yên rast in, lê kurên kesekî din in. 9 Bavên me em terbiye dikirin, û me jî qedrê wan digirt. Ma îcar ne lazim e ku em hê zêdetir bi dilxwazî guh bidin Bavê xweyî ezmanî, yê ku bi destê ruhê pîroz rêberiya me dike ku em bijîn? 10 Bavên me em ji bo demeke kin wek ku wan qenc didît terbiye dikirin. Lê Bavê meyî ezmanî me ji bo xêra me terbiye dike, da ku em wek wî pîroz bin. 11 Rast e, gava em tên terbiyekirin, pêşî ev yek li me xweş nayê û dilê me diêşîne. Lê paşê, eger em terbiyeyê qebûl bikin, emê aştî û rastdariyê bi dest bixin.
12 Ji ber vê yekê, destên westiyayî û çokên sist xurt bikin. 13 Û bi dewamî ji bo lingên xwe rêyên rast hilbijêrin, da ku endamên seqet ji movikê dernekevin, lê qenc bibin. 14 Xîret bikin ku hûn bi hemû mirovan re di aştiyê de bin û bi jiyaneke pîroz bijîn*, çimkî bêyî vê yekê em nikarin Efendiyê xwe* bibînin. 15 Hay ji xwe hebin ku tu kes ji we qenciya mezin a Xwedê winda neke, da ku koka bijehr di nav we de mezin nebe, zerarê nede we û gelekan mirdar neke. 16 Hay jê hebin ku di nav we de yekî wisa tune be, yê ku bêexlaqiya cinsî dike yan jî wek Esaw qîmetê nade tiştên pîroz. Wî heqê xwe wek kurê pêşîn ji bo xwarinekê firot. 17 Hûn dizanin ku paşê, gava wî dixwest bereketê bistîne, ew hat redkirin. Her çi qas wî bi hêstirên çavan dixwest qerara bavê xwe biguherîne jî, tu tişt nehat guhertin.
18 Çimkî hûn ne nêzîkî çiyayekî bûn ku mirov dikare destê xwe bidê û ku bi êgir dişewite, û hûn ne nêzîkî ewrên tarî, ne jî nêzîkî taristan û bayekî mezin bûn, 19 ne jî hûn nêzîkî dengê boriyê û dengê ku xeber dide bûn. Gava xelkê ev deng bihîst, wan lava kir ku tiştekî din ji wan re neyê gotin. 20 Ew ji ber van gotinên Xwedê tirsiyan: “Eger heywanek jî gavekê bavêje ser çiyê, gerek ew bê dayîn ber keviran.” 21 Tiştên ku hatin dîtin ew qas bitirs bûn ku Mûsa got: “Ez ditirsim û dilerizim.” 22 Lê hûn nêzîkî Çiyayê Siyonê û bajarê Xwedayê herheyî, yanî Orşelîma ezmanî, bûn. Wekî din, hûn nêzîkî bi deh hezaran melekan, 23 ên ku li hev diciviyan bûn. Û hûn nêzîkî civîna kurên pêşîn ên Xwedê bûn, ên ku navên wan li ezmanan hatiye nivîsîn. Û hûn nêzîkî Xwedayê ku hakimê her tiştî ye û jiyana ruhî ya kesên rastdar, ên ku hatine gihandin bêqisûriyê, bûne. 24 Wekî din, hûn nêzîkî Îsayê navberkarê peymana nû û xwîna ku wî li ser me reşand, bûne. Ev xwîn ji xwîna Habîl çêtir xeber dide.
25 Hay ji xwe hebin ku hûn gotinên yê ku ji ezmanan xeber dide, red nekin. Di demên berê de, mirovên li ser rûyê erdê guh neda tiştên ku Xwedê îlan kirin*, û ew hatin cezakirin. Îcar, eger em guh nedin dengê yê ku ji ezmanan xeber dide, emê hê zêdetir bên cezakirin. 26 Wê demê dengê wî erd hejand, lê niha ew soz dide: “Ezê careke din ne tenê erdê, lê ezmanan jî bihejînim.” 27 Gotina “careke din” nîşan dide ku Xwedê wê tiştên ku tên hejandin, yanî tiştên ku wî çênekirine, ji holê rake, da ku tiştên ku nayên hejandin bimînin. 28 Ji ber ku em dizanin ku emê Hukimdariyeke ku nikare bê hejandin bistînin, bila em bi dewamî ji qenciya mezin a Xwedê feydeyê bistînin. Bi saya vê qenciya mezin em dikarin li gor dilê Xwedê jê re bi tirs û qedirgirtin xizmeta pîroz pêk bînin. 29 Çimkî Xwedayê me wek agir e, yê ku her tiştî dişewitîne û tune dike.