Li gor Meta
16 Li wê derê Fêrisî û Sadûqî hatin ba Îsa. Wan dixwest wî biceribînin, û ji ber vê yekê wan ji wî re got ku bila ew nîşanekê ji ezmanan ji wan re xuya bike. 2 Îsa cewaba wan da: “Gava roj diçe ava, hûn dibêjin, ‘Hewa wê xweş bibe, çimkî ezman wek agir sor e.’ 3 Û serê sibehê hûn dibêjin, ‘Îro hewa wê sar be û baran wê bibare, çimkî ezman wek agir sor e, lê ewr reş in.’ Hûn li ezmên dinêrin û fehm dikin ku hewa wê çawa be, lê maneya nîşanên ku niha diqewimin hûn fehm nakin. 4 Neslekî xerab û nedilsoz* her tim li nîşanekê digere, lê ji xeynî nîşana Ûnis pêxember, ji wan re tu nîşan wê neyê dayîn.” Piştî vê, Îsa ew hiştin û çû.
5 Şagirtên wî derbasî aliyê din ê behrê bûn, lê wan ji bîr kir ku nên bi xwe re bibin. 6 Îsa ji wan re got: “Hay ji xwe hebin û xwe ji hevîrtirşê Fêrisî û Sadûqiyan biparêzin.” 7 Ew di nav xwe de fikirîn, û wan got: “Belkî ew wisa dibêje ji ber ku me bi xwe re nan neaniye.” 8 Îsa pê hesiya û ji wan pirsî: “Hûn çima li ser vê yekê minaqeşe dikin ku nanê we tune ye? Ka baweriya we? 9 Ma hûn hê jî fehm nakin? Ma nayê bîra we ku çawa bi pênc nanan 5.000 mêr têr bûn û we çend selik dan ber hev? 10 Yan ma nayê bîra we ku çawa bi heft nanan 4.000 mêr têr bûn û we çend selikên mezin jî dan ber hev? 11 Hûn çima fehm nakin ku ez behsa nên nakim? Lê ez dixwazim ku hûn xwe ji hevîrtirşê Fêrisî û Sadûqiyan dûr bigirin.” 12 Hingê wan fehm kir ku Îsa ji wan re negot ku ew xwe ji hevîrtirşê nên dûr bigirin, lê wî got ku bila ew xwe ji hîndariyên Fêrisî û Sadûqiyan dûr bigirin.
13 Gava Îsa gihîşt herêma Qeyseriya Filîpos, wî ji şagirtên xwe pirsî: “Bi dîtina xelkê, Kurê Mirov kî ye?” 14 Wan cewab da: “Hin kes dibêjin Yehyayê* Vaftîzkar*, hin kes dibêjin Êlyas. Û hin kesên din jî dibêjin Yêremya yan jî yek ji pêxemberan.” 15 Îsa ji wan pirsî: “Lê hûn çi dibêjin? Bi dîtina we ez kî me?” 16 Şîmûn Petrûs cewaba wî da: “Tu Mesîh î, Kurê Xwedayê ku her û her dijî.” 17 Îsa ji wî re got: “Tu çi qas dilxweş î, Şîmûnê kurê Ûnis, çimkî te ev yek ne bi alîkariya mirovan*, lê bi alîkariya Bavê min ê li ezmanan fehm kir. 18 Û ez ji te re dibêjim: Tu Petrûs î, û ezê civata xwe li ser vî zinarî ava bikim, û deriyên gorê* wê nikaribin wê* bindest bikin. 19 Ezê kilîdên Hukimdariya ezmanan bidim te. Her tiştê ku tu li ser rûyê erdê girêdî, ewê li ezmanan girêdayî be. Û her tiştê ku tu li ser rûyê erdê vekî, ewê li ezmanan vekirî be.” 20 Paşê wî şagirtên xwe tembîh kirin ku ew ji tu kesî re nebêjin ku ew Mesîh e.
21 Ji wê demê û pê ve, Îsa ji şagirtên xwe re şirove dikir ku gerek ew here Orşelîmê û ji destê rîspiyan, serokên kahînan û qanûnzanan cefayê bikişîne, bê kuştin û di roja sisêyan de ji mirinê bê rakirin. 22 Petrûs ew da aliyekî, lê hilat û got: “Efendiyê min, wisa nebêje! Ev hemû tişt wê qet neyên serê te.” 23 Lê Îsa pişta xwe da Petrûs û ji wî re got: “Dev ji min berde, Şeytan! Tu ji min re dibî asteng, çimkî tu ne mîna Xwedê, lê mîna mirovan difikirî.”
24 Paşê Îsa ji şagirtên xwe re got: “Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî. Gerek ew darê xweyî îşkenceyê hilgire û bi dewamî li pey min were. 25 Çimkî yê ku dixwaze jiyana* xwe xelas bike, ewê wê winda bike. Lê yê ku ji bo xatirê min jiyana* xwe winda dike, ewê wê bistîne*. 26 Eger mirovek temamiya dinyayê bi dest bixe, lê jiyana* xwe winda bike, ma çi feydeya wî heye? Yan mirov dikare çi bide ku jiyana* xwe bi dest bixe? 27 Çimkî Kurê Mirov wê di rûmeta Bavê xwe de bi melekên xwe re were, û hingê ewê li gor karê her kesî bide wan. 28 Bi rastî: Li vir di nav we de hin mirov hene, ewê nemirin* heta ku ew bibînin ku Kurê Mirov di Hukimdariya xwe de tê.”