Li gor Marqos
7 Fêrisî û hin qanûnzanên ku ji Orşelîmê hatibûn li dora Îsa top bûn. 2 Û wan dît ku hin ji şagirtên wî bi destên nepaqij, yanî bi destên neşûştî* xwarinê dixwin. 3 (Çimkî Fêrisî û hemû Cihû xwe li adetên bav û kalên xwe digirin, û heta ku ew destên xwe heta enîşkê neşon, xwarinê naxwin. 4 Û dema ku ew ji bazarê tên, berî ku xwarinê bixwin, ew pêşî destên xwe dişon. Wekî din, ew xwe li gelek adetên din digirin. Mesela ew tas, şerbik û firaqên sifir noq* dikin.) 5 Hingê Fêrisî û qanûnzanan ji Îsa pirsî: “Çima şagirtên te xwe li adetên bav û kalên me nagirin û bi destên nepaqij xwarinê dixwin?” 6 Wî cewab da: “Ey durûno Îşaya pêxember li ser we çi qas rast got, wek wî nivîsî: ‘Ev milet bi devê xwe rûmetê dide min, lê dilê wan ji min dûr e. 7 Îbadeta wan pûç û betal e, çimkî ew li gor qeyde û qanûnên mirovan hîn dikin.’ 8 Hûn dev ji emrê Xwedê berdidin û xwe li adetên bav û kalên xwe digirin.”
9 Û wî ji wan re got: “Hûn bi hostayî li rêyan digerin ku guh nedin emrê Xwedê, da ku hûn xwe li adetên xwe bigirin. 10 Mesela Mûsa gotibû: ‘Qedrê dê û bavê xwe bigire’ û ‘Yê ku nifir li dê yan bavê xwe dike gerek bê kuştin.’ 11 Lê hûn dibêjin, ‘Eger mirov ji dê yan bavê xwe re bibêje: “Her tiştê ku ez pê dikarim alîkariya te bikim, qurban e (yanî qurbaneke ji bo Xwedê ye),”’ 12 êdî hûn nahêlin ku ew tiştekî ji bo dê yan bavê xwe bike. 13 Bi vî awayî, hûn Peyva Xwedê bi adetên ku we danîne, pûç û betal dikin. Û hûn gelek tiştên wisa dikin.” 14 Hingê Îsa dîsa gazî xelkê kir û ji wan re got: “Guh bidin min û maneyê fehm bikin. 15 Tiştên ku ji derve dikevin hundirê mirov wî pîs nakin, lê tiştên ku ji hundirê mirov derdikevin wî pîs dikin.” 16 ——*
17 Piştî ku Îsa xelk hişt, ew ket malekê. Şagirtan ji wî pirsî ka maneya wê mîsalê çi ye. 18 Îsa ji wan re got: “Ma hûn jî fehm nakin? Ma hûn nizanin, tiştê ku ji derve dikeve hundirê mirov, mirov pîs nake? 19 Çimkî ew tişt nagihîje dil, lê dikeve zik û paşê dîsa derdikeve.” Bi vî awayî, wî zelal kir ku hemû xwarin paqij in. 20 Piştre wî got: “Tiştê ku ji mirov derdikeve, wî pîs dike. 21 Çimkî fikrên xerab ji hundirê mirov, ji dil derdikevin. Fikrên wek bêexlaqiya cinsî, dizî, kuştin, 22 zina, çavbirçîtî, karên xerab, xapandin, hereketên bêedeb, çavnebarî, kufir, pozbilindî û bêaqilî. 23 Ev hemû tiştên xerab ji hundir ve tên û mirov pîs dikin.”
24 Îsa ji wê derê rabû û çû herêma Sûr û Saydayê. Li wê derê, ew ket malekê, û wî nexwest ku kesek pê bihese, lê dîsa jî mirov pê hesiyan. 25 Wê gavê jinikeke ku keça wê ya biçûk bi cin* ketibû, di heqê Îsa de bihîst. Ew hat û xwe avêt ber lingên wî. 26 Ew jinik bi eslê xwe Yûnan bû û ji Finîkyaya Sûriyeyê bû*. Wê bi dewamî ji Îsa rica dikir ku cin ji keça wê derxe. 27 Lê wî ji wê re got: “Pêşî bila zarok têr bibin. Çimkî ne baş e ku mirov nanê zarokan bistîne û bavêje ber kûçikên biçûk.” 28 Wê got: “Belê, ezbenî, lê dîsa jî kûçikên biçûk di bin sifrê de ji hûrikên zarokan dixwin.” 29 Hingê Îsa jê re got: “Ji ber vê gotina te, here, cin ji keça te derketiye.” 30 Gava jinik gihîşt malê, wê dît ku keça wê di nav nivînan de raketî ye, û cin jê derketibû.
31 Gava Îsa ji herêma Sûrê vegeriya, ew di nav Saydayê û herêma Dêkapolîsê* re derbas bû û gihîşt behra Celîleyê. 32 Li wê derê zilamekî ker, ê ku nikarîbû bi zelalî bipeyive, anîn ba wî û ji wî rica kirin ku ew destê xwe deyne ser wî. 33 Îsa ew ji xelkê dûr xist û da aliyekî. Wî tiliyên xwe xistin guhên wî, tif kir û destê xwe da zimanê wî. 34 Paşê wî li ezmên nêrî, axîneke kûr kişand û got: “Efata”, ya ku tê maneya “Vebe”. 35 Hingê guhên wî zilamî vebûn, zimanê wî vebû, û wî dest pê kir ku bi zelalî bipeyive. 36 Îsa li xelkê emir kir ku ew vê yekê ji tu kesî re nebêjin. Lê wî çi qas zêde li wan emir dikir, wan ew qas zêdetir behsa vê yekê dikir. 37 Her kes şaş ma û digot: “Wî her tişt xweş kiriye. Heta ew kesên ker û lal jî qenc dike.”