1. Petrûs
1 Ez Petrûs, şandiyekî Îsa Mesîh vê nameyê ji civatên li herêmên Pontos, Galatya, Kapadokya, Asya û Bîtînyayê re dinivîsim. 2 Bavê meyî ezmanî hûn li gor pêşzanîna xwe hilbijartine. Wî ruhê pîroz daye we ku we pîroz bike. Wî wisa kir, da ku hûn guh bidin wî û bi destê xwîna Îsa Mesîh bên paqijkirin.
Ez dua dikim ku Xwedê we bi comerdî bibereket bike û alî we bike ku li ba we aştî hebe.
3 Bila pesn ji Xwedê û Bavê Efendiyê me Îsa Mesîh re bê dayîn! Çimkî em li gor dilrehmiya wî ya mezin ji nû ve çêbûn, da ku hêviya me zindî be. Ji ber ku Îsa Mesîh ji nav miriyan hat rakirin, ev hêvî li ba me heye. 4 Xwedê mîraseke ku nikare xera bibe yan bê tunekirin daye me. Wî ev mîras ji bo we li ezmanan xwedî kiriye, 5 yanî ji bo we, yên ku Xwedê bi qudreta xwe diparêze, çimkî baweriya we heye. Ew we ji bo xelasiya ku wê di dema dawiyê de eşkere bibe, diparêze. 6 Hûn bi vê yekê pir kêfxweş in, her çi qas niha belkî lazim be ku hûn ji bo demeke kin ji ber cure cure tengasiyan êşê bikişînin jî. 7 Ev yek lazim e, da ku gava Îsa Mesîh xuya bibe, hûn ji ber baweriya xwe ya ku hatiye ceribandin pesn, rûmet û hurmetê bistînin. Baweriyeke wisa ji zêrê ku her çi qas ew di êgir de hatiye helandin* jî, lê paşê xera dibe, biqîmettir e. 8 We Mesîh qet nedîtiye, lê dîsa jî hûn jê hez dikin. Hûn wî niha nabînin, lê dîsa jî hûn baweriya xwe bi wî tînin, û hûnê bi kêfxweşiyeke mezin a ku nayê zimên 9 xelata baweriya xwe bistînin, yanî xelasiya canê xwe.
10 Pêxemberên ku behsa qenciya mezin a Xwedê, ya ku hûnê bistînin, kir, di heqê vê xelasiyê de hûr û kûr lêkolîn kir û bi xîret lêgerîn kir. 11 Xwedê ji berê ve bi destê ruhê pîroz ji wan pêxemberan re gotibû ku Mesîh wê cefayê bikişîne û paşê bê rûmetkirin. Ji ber vê yekê, wan xîret dikir ku tê derxin ku çi wê bê serê Mesîh, û ev tişt wê kengê çêbin. 12 Xwedê ji pêxemberan re eşkere kir ku wan ne ji xwe re, lê ji we re xizmet dikir. Van pêxemberan li ser tiştên ku ji we re hatin gotin nivîsîn. We ev tişt ji kesên ku mizgînî dabû we, bihîstin. Wan wisa kir, çimkî ruhê pîroz, ê ku ji ezmanan hat şandin, alî wan kir. Melek jî pir dixwazin van tiştan bizanin.
13 Xwe* ji bo îş hazir bikin û di her tiştî de li ser hişê xwe bin. Hêviya xwe bi qenciya mezin ve girêdin, a ku di dema xuyabûna Îsa Mesîh de wê ji we re bê dayîn. 14 Niha hûn zarokên Xwedê ne, yên ku guhdariya wî dikin. Loma dev jê berdin ku hûn li gor xwestekên xwe yên nerast, ên ku we berê bi nezanî dikirin, hereket bikin. 15 Lê belê, çawa ku yê ku gazî we kiriye pîroz e, hûn jî di hemû rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin. 16 Çimkî wisa nivîsî ye: “Pîroz bin, çimkî ez Xwedayê pîroz im.”
17 Madem ku hûn ji Bav re dua dikin, ê ku li gor kirinên her kesî bê ferq û cudahî hukim dide, îcar ji bo vê dema kin a ku hûn li vê dinyayê dijîn bi hal û hereketên xwe nîşan bidin ku hûn ji Xwedê ditirsin. 18 Çimkî hûn dizanin ku hûn ji jiyana xwe ya pûç, a ku we ji bav û kalên xwe standiye, ne bi tiştên ku wek zêr û zîv dirizin, hatine azadkirin, 19 lê hûn bi xwîna Mesîh a biqîmet hatine azadkirin. Ev xwîn wek xwîna berxekî bêsûc û bêleke ye. 20 Rast e, Xwedê berî avakirina dinyayê Mesîh hilbijartibû, lê ew di dawiya deman de ji bo xêra we xuya bû. 21 Bi saya Mesîh hûn bi Xwedê bawer dikin. Xwedê ew ji nav miriyan rakir û rûmet da wî, da ku bawerî û hêviya we bi Xwedê hebe.
22 Ji ber ku hûn guhdariya hîndariya rast dikin û we canê xwe paqij kir, hûn wek bira bê durûtî ji hevdû hez dikin. Loma niha ji dil û bi dilgermî ji hevdû hez bikin. 23 Hûn ne ji toximê ku dirize, lê ji toximê ku jiyanê dide û narize ji nû ve çêbûne. Erê, hûn bi saya peyva Xwedayê herheyî ji nû ve çêbûne. 24 Çimkî nivîsî ye: “Hemû mirov wek giya ne, û temamiya rûmeta wan wek kulîlka deştê ye. Giya hişk dibe, û kulîlk diçilmise, 25 lê peyva Yehowa her û her dimîne.” Û ev “peyv” mizgîniya ku ji we re hatiye dayîn e.