KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Karên Şandiyan 14
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

Karên Şandiyan bi Kurtasî

      • Li Konyayê hejmara şagirtan zêde dibe û zilm dest pê dike (1-7)

      • Xelkê Lîstrayê difikirin ku şandî îlah in (8-18)

      • Pawlos didin ber keviran, lê ew sax dimîne (19, 20)

      • Civat tên xurtkirin (21-23)

      • Vegerîna li Entakyayê (Sûriye) (24-28)

Karên Şandiyan 14:1

Jêrenot

  • *

    Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 14:5

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 14:6

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 14:15

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 14:16

Jêrenot

  • *

    Yan “nifş”.

Karên Şandiyan 14:17

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 7

Karên Şandiyan 14:23

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 14:27

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Karên Şandiyan 14:1-28

Karên Şandiyan

14 Li Konyayê ew bi hev re ketin sînagoga* Cihûyan, û wan bi awayekî ew qas tesîrdar xeber dida ku gelek mirovên Cihû û Yûnanî bûn bawermend. 2 Lê Cihûyên ku bawer nedikir bi awayekî xerab li ser mirovên ji miletên din tesîr kir ku ew ji birayan aciz bin. 3 Loma Pawlos û Barnabas çend hefte li wê derê man û wan bi qudreta Yehowa bê tirs xebera li ser qenciya wî ya mezin belav dikir. Û Xwedê jî bi vê yekê ku wî bi destê wan nîşan û mucîze çêdikirin, şahidiya vê yekê dikir. 4 Lê belê xelkê bajêr bû du par, hin kesan pişta Cihûyan digirt, û kesên din jî pişta şandiyan digirt. 5 Gava hem mirovên ji miletên din hem jî Cihû bi serokên xwe ve dixwest hicûmî Pawlos û Barnabas bikin û wan bidin ber keviran, 6 ew bi vê yekê hesiyan û reviyan bajarên Lîkaonyayê Lîstra û Derbeyê û derdora wan. 7 Li wê derê jî wan mizgînî belav dikir.

8 Li Lîstrayê zilamekî lingseqet hebû, yê ku rûniştî bû. Ew ji zaroktiya xwe ve seqet bû û tu caran nemeşiyabû. 9 Gava Pawlos xeber dida, wî zilamî guh dida wî. Pawlos li wî nêrî, û dît ku baweriya wî heye û ew dikare qenc bibe. 10 Wî bi dengekî bilind got: “Rabe û li ser lingên xwe bisekine.” Hingê zilam rabû û dest pê kir ku bimeşe. 11 Gava xelkê dît ku Pawlos çi kir, wan bi zimanê Lîkaonî got: “Îlah di şiklê mirovan de daketine jêr nav me!” 12 Wan ji Barnabas re got Zews, lê ji Pawlos re got Hermês, çimkî bi zêdeyî wî xeber dida. 13 Û kahînê Zews, ê ku îbadetgeha wî li ber bajêr bû, ga û tacegul anîn ber dergehên bajêr, û wî xwest bi mirovan re qurbanan pêşkêş bike.

14 Lê gava şandiyan, yanî Barnabas û Pawlos ev yek bihîst, wan kincên xwe çirandin û bi lez ketin nav xelkê û ji wan re gotin: 15 “Zilamno, hûn çima wisa dikin? Em jî wek we mirov in, û wek we, şaşiyên me jî hene. Em mizgîniyê didin we, da ku hûn dev ji van tiştên pûç berdin û ji Xwedayê jîndar re îbadetê bikin, ê ku erd û ezman, behr û hemû tiştên di wan de çêkirine. 16 Wî di rojên neslên* berê de îzin dida hemû miletan ku ew li ser rêyên xwe bimeşin. 17 Lê dîsa jî wî şahidiya xwe dikir. Mesela, wî qencî dikir, ji we re ji ezmên baran dibarand, zeviyên we di demsalê de berdar dikirin, bi zêdeyî xwarin dida we û dilê we bi kêfxweşiyê ve tije dikir.” 18 Her çi qas wan ev tişt gotin, wan nikaribû xelkê bidin sekinandin, da ku ji wan re qurbanan pêşkêş nekin.

19 Lê ji Entakya û Konyayê Cihû hatin û mirov li dijî Pawlos rakirin. Hingê wan ew da ber keviran, kişand derveyî bajêr û difikirîn qey ew miriye. 20 Lê gava şagirt li dora wî top bûn, ew rabû û ket nav bajêr. Roja din, ew bi Barnabas re çû Derbeyê. 21 Piştî ku wan mizgînî li wî bajarî belav kir û alî gelek kesan kir ku ew bibin şagirt, ew vegeriyan Lîstra, Konya û Entakyayê. 22 Li wê derê wan dilê şagirtan xurt dikir, û alî wan dikir ku ew di baweriyê de bimînin, û ji wan re digot: “Berî ku em bikevin Hukimdariya Xwedê, gerek em di gelek tengasiyan re derbas bibin.” 23 Wekî din, wan di her civatê de rîspî tayîn dikirin. Wan dua dikir, rojî digirt û rîspî dan destê Yehowa, çimkî wan baweriya xwe bi Xwedê dianî.

24 Paşê ew di Pisîdyayê re derbasî Pamfîlyayê bûn. 25 Û piştî ku wan peyva Xwedê li Pergêyê dan bihîstin, ew çûn Antalyayê. 26 Ji wê derê ew bi gemiyê derbasî Entakyayê bûn. Lê wê derê, birayan ew emanetî qenciya mezin a Xwedê kiribûn û şandibûn ku ew karê ku wan niha xelas kiriye, bikin.

27 Gava ew gihîştin wê derê, wan civat li hev top kir û behsa hemû tiştên ku Xwedê bi destê wan kirine, kir. Wan got ku Xwedê ji miletên din re deriyê baweriyê vekiriye. 28 Û wan wexteke dirêj bi şagirtan re derbas kir.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne