Nameya ji Galatiyan re
4 Îcar ez dibêjim: Heta ku mîrasgir zarokekî biçûk be, ew her çi qas axayê her tiştî be jî, ferqa di nav wî û xulamekî de tune ye. 2 Heta roja ku bavê wî hilbijartiye, ew di bin destê kesên mesûl û çavdêran de ye. 3 Bi eynî awayî, gava em zarok bûn, em jî xulam bûn, ên ku li pey nêrîna vê dinyayê diçûn. 4 Lê gava wexta hilbijartî hat, Xwedê Kurê xwe şand. Ew ji jinekê hat dinyayê û di bin qanûnê de bû, 5 da ku ew kesên di bin qanûnê de bikire û azad bike ku Xwedê me wek kurên xwe qebûl bike.
6 Ji ber ku hûn kurên Xwedê ne, wî ruhê pîroz, ê ku Kurê wî standiye, xist dilê me û ew ruh gazî dike: “Abba*, Bavo!” 7 Loma tu êdî ne xulam î, lê tu kurê Xwedê yî. Madem ku tu kurê Xwedê yî, ewê mîrasekê bide te.
8 Gava we hê Xwedê nas nedikir, hûn xulamên îlahên sexte bûn. 9 Lê niha hûn Xwedê nas dikin, yan hê zêdetir hûn ji aliyê Xwedê ve hatine naskirin. Îcar hûn çima dixwazin vegerin û dîsa li pey nêrîna pûç a vê dinyayê herin? 10 Hûn xwe hûr û kûr li roj, meh, demsal û salan digirin. 11 Ez ditirsim ku xîreta min ku ez alî we bikim badîhewa bû.
12 Birano, ez ji we rica dikim: Bibin wek min, çimkî ez jî berê wek we bûm. We tu neheqî li min nekir. 13 Hûn baş dizanin ku ji ber nexweşiya min cara pêşîn fersend ketibû destê min ku ez mizgîniyê bidim we. 14 Her çi qas halê min ji bo we barekî giran bû jî, we ez kêm nedîtim û we ez wek kesekî pîs nedîtim*. Lê we ez wek melekekî Xwedê yan wek Mesîh Îsa qebûl kirim. 15 Ka ew dilxweşiya we ya berê li ku derê ma? Ez bawer im ku eger mumkin bûya, weyê çavên xwe derxistana û bidana min. 16 Îcar, ji ber ku ez rastiyê ji we re dibêjim, ma ez bûme dijminê we? 17 Ew xîret dikin ku we bikişînin aliyê xwe, lê niyeta wan ne baş e. Ew dixwazin we ji min veqetînin, da ku hûn li pey wan herin. 18 Helbet baş e ku ne tenê gava ez li ba we me, lê her tim kesek bi niyeteke baş bi we eleqedar be. 19 Zarokên min, ez dîsa ji ber we êşê dikişînim, û ev êş mîna êşa dayikekê ye, ya ku êşa zarokanînê dikişîne. Û heta ku şexsiyeta Mesîh di dilê we de tune be, ezê vê êşê bi dewamî bikişînim. 20 Xwezî ez niha li ba we bûma û min bi awayekî din bi we re xeber bidaya, çimkî ez fehm nakim ku çi hatiye serê we.
21 Ka bibêjin, ey hûn, ên ku dixwazin di bin qanûnê de bin, ma hûn nabihîzin ku Qanûn çi dibêje? 22 Mesela, di Nivîsarên Pîroz de nivîsî ye ku du kurên Birahîm hebûn: Yek ji keçikeke xizmetkar, yek jî ji jina wî ya azad. 23 Kurê ku ji keçikeke xizmetkar çêbû wek hemû zarokan* hat dinyayê, lê kurê jina wî ya azad li gor sozê hat dinyayê. 24 Maneya vê serpêhatiyê ev e: Ev her du jin du peymanan temsîl dikin. Yek ji wan peymanan li Çiyayê Sînayê hat çêkirin û ew zarokên xulam tîne dinyayê. Ev peyman Hacer e. 25 Hacer Sînayê, çiyayekî li Erebistanê, temsîl dike û ew wek Orşelîma îro ye, çimkî ew bi zarokên xwe re di xulamtiyê de ye. 26 Lê Orşelîma jorîn azad e, û ew dayika me ye.
27 Çimkî nivîsî ye: “Ey jinika bêzarok, a ku zarokan nayne dinyayê, şa be! Ey jinika ku êşa zarokanînê nakişîne, bi kêfxweşî bike qîrîn. Çimkî zarokên jinika terkdayî ji zarokên jinika mêrkirî zêdetir in.” 28 Îcar birano, hûn jî wek Îshaq zarokên sozê ne. 29 Çawa ku wê demê, kurê ku wek hemû zarokan* hat dinyayê zilm li kurê ku bi saya ruh hat dinyayê kir, niha jî eynî wisa ye. 30 Lê belê, Nivîsarên Pîroz çi dibêjin? “Keçika xizmetkar û kurê wê bavêje derve. Çimkî kurê keçika xizmetkar tu caran bi kurê jina azad re nabe mîrasgir.” 31 Îcar birano, em ne zarokên keçika xizmetkar in, lê em zarokên jina azad in.