Li gor Lûqa
3 Di sala 15an a hukimdariya Qeyser* Tîberyos de, Pontiyos Pîlatos waliyê Cihûstanê bû, Hêrodês* serokê herêma* Celîleyê bû, birayê wî Filîpos serokê herêma Îtûreya û Traxonîtîsê bû û Lûsaniyas serokê herêma Abîlênêyê bû. 2 Di rojên Kayafas û serokê kahînan Henan de, Yehyayê* kurê Zekerya li çolê ji Xwedê xeberek stand.
3 Îcar Yehya* çû û li temamiya derdora Çemê Urdunê ji mirovan re digot ku ji bo efûkirina gunehan, gerek ew tobe bikin û vê yekê bi vaftîzbûnê* nîşan bidin. 4 Çawa ku di kitêba Îşaya pêxember de hatiye nivîsîn: “Li çolê kesek bi dengekî bilind dibêje: ‘Rêya Yehowa hazir bikin! Rêyên wî rast bikin. 5 Gerek her newal bê tijekirin û her çiya û gir bê nizmkirin. Gerek rêyên xwar bên rastkirin û rêyên kevirî bên dûzkirin. 6 Û hemû mirov wê bibînin ku Xwedê çawa xelas dike.’”
7 Gava mirov dihatin ba Yehya*, da ku ew wan vaftîz bike*, wî ji wan re digot: “Ey hûn, zuriyeta marên bijehr, kê ji we re gotiye ku hûn dikarin ji xezeba Xwedê bifilitin? 8 Îcar bi kirinên xwe nîşan bidin ku hûn tobe dikin*. Ji xwe re nebêjin: ‘Bavê me Birahîm e.’ Ez ji we re dibêjim ku Xwedê dikare ji van keviran jî ji Birahîm re zarokan çêke. 9 Erê, bivir li ber koka daran hazir e. Her dara ku mêweyên baş nede wê bê birîn û avêtin nav êgir.”
10 Û xelkê ji wî dipirsî: “Gerek em çi bikin?” 11 Wî ji wan re digot: “Bila kesê ku du dest kirasê wî hene, bi kesê ku dest kirasê wî tune ye, parve bike. Bila kesê ku xwarina wî heye jî wisa bike.” 12 Heta bacgir jî dihatin ku vaftîz bibin, û ji wî re digotin: “Mamoste, gerek em çi bikin?” 13 Wî ji wan re digot: “Ji baca ku tê xwestin zêdetir nestînin.” 14 Eskeran jî ji wî dipirsî: “Gerek em çi bikin?” Û wî ji wan re got: “Zordariyê li tu kesî nekin û tu kesî bi derewkî sûcdar nekin, lê bi meaşê xwe razî bin.”
15 Ji ber ku xelk li bendê bûn, wan di dilê xwe de li ser Yehya* wisa digot: “Gelo Mesîh ew e?” 16 Yehya* cewab da û ji hemûyan re got: “Ez we bi avê vaftîz dikim, lê yê ku piştî min tê ji min biqewettir e, û ez ne hêja me ku benikên solên* wî vekim. Ewê we bi ruhê pîroz û bi êgir vaftîz bike*. 17 Hacetek di destê wî de ye ku bêdera* xwe bi temamî paqij bike û genim li embara xwe kom bike. Lê ewê kayê bi agirê ku nayê vemirandin, bişewitîne.”
18 Wekî din, wî gelek şîret didan xelkê û bi dewamî mizgînî belav dikir. 19 Lê Hêrodês serokê herêmê ji ber Hêrodiyasa jina birayê xwe û ji ber hemû kirinên xwe yên xerab ji aliyê Yehya* ve hat tembîhkirin. 20 Loma Hêrodês xerabiyeke din jî kir û Yehya avêt hebsê.
21 Gava hemû xelk hat vaftîzkirin, Îsa jî hat vaftîzkirin. Dema ku wî dua dikir, ezman vebû 22 û ruhê pîroz bi şeklê kevokekê daket ser wî û dengek ji ezmên hat: “Tu yî Kurê min ê delal, ez ji te razî me.”
23 Gava Îsa dest bi xizmeta xwe kir, ew weke 30 salî bû. Ew dihat naskirin wek
kurê Ûsiv,
kurê Helî,
24 kurê Metat,
kurê Lêwî,
kurê Melkî,
kurê Yanay,
kurê Ûsiv,
25 kurê Metatiya,
kurê Amos,
kurê Nahûm,
kurê Êslî,
kurê Negay,
26 kurê Meat,
kurê Metatiya,
kurê Şemeyîn,
kurê Yosêx,
kurê Yoda,
27 kurê Yoanan,
kurê Rêsa,
kurê Zerûbabel,
kurê Şealtîêl,
kurê Nerî,
28 kurê Melkî,
kurê Adî,
kurê Kosam,
kurê Êlmadam,
kurê Er,
29 kurê Îsa,
kurê Êlîezer,
kurê Yorîm,
kurê Metat,
kurê Lêwî,
30 kurê Şîmeon,
kurê Cihûda,
kurê Ûsiv,
kurê Yonam,
kurê Êlyaqîm,
31 kurê Melea,
kurê Mena,
kurê Metata,
kurê Natan,
kurê Dawid,
32 kurê Yêşay,
kurê Obêd,
kurê Boaz,
kurê Salmon,
kurê Nehşon,
33 kurê Amînadab,
kurê Arnî,
kurê Hesron,
kurê Perez,
kurê Cihûda,
34 kurê Aqûb,
kurê Îshaq,
kurê Birahîm,
kurê Terah,
kurê Nahor,
35 kurê Serûx,
kurê Reû,
kurê Peleg,
kurê Eber,
kurê Şelah,
36 kurê Kenan,
kurê Arpaxşad,
kurê Sam,
kurê Nûh,
kurê Lamex,
37 kurê Metûşelah,
kurê Henox,
kurê Yared,
kurê Mahalalêl,
kurê Kenan,
38 kurê Enoş,
kurê Sêt,
kurê Adem,
kurê Xwedê.