Nameya Aqûb
2 Birano, ma ev rast e ku hûn bi Efendiyê meyî birûmet bawer bikin û di eynî demê de ferq û cudahiyê bixin nav mirovan? 2 Bînin ber çavê xwe ku du mirov tên civîna we: Yek bi gustîlkên zêrîn û bi kincên giranbiha ye, û yê din jî belengaz û bi kincên nepaqij e. 3 Ma hûnê qedrê yê bi kincên giranbiha bigirin û bibêjin: “Kerem ke, li vî cihê baş rûne!”, lê ji yê belengaz re bibêjin: “Tu li vir bisekine!” yan “Li ber lingên min rûne!”? 4 Eger hûn wisa bikin, ma hûn ferq û cudahiyê naxin nav mirovan? Ma hûn xwe nakin hakimên ku bi neheqî* hukmê wan didin?
5 Birayên min ên delal, guh bidin tiştê ku ez dibêjim: Ma Xwedê kesên ku di çavê dinyayê de belengaz in nehilbijartin ku ew di baweriyê de dewlemend bin? Erê, wî ew hilbijartin ku ew bibin mîrasgirên hukimdariya wî, ya ku wî ji kesên ku ji wî hez dikin re soz daye. 6 Lê hûn kesên belengaz kêm dibînin. Ma yên ku zorê li we dikin û we dibin ber mehkemeyan ne kesên dewlemend in? 7 Xwedê navekî birûmet daye we. Ma yên ku çêrî vî navî dikin ne ew in? 8 Di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî.” Eger hûn li gor vê qanûna bêemsal hereket bikin, hûn qenc dikin. 9 Lê eger hûn ferq û cudahiyê bixin nav mirovan, hingê hûn guneh dikin û hûn li gor qanûnê dibin kesên ku qanûnê binpê dikin.
10 Çimkî yê ku xwe li temamiya Qanûnê digire, lê tenê emrekî nayne cih, ew temamiya Qanûnê binpê dike. 11 Xwedê dibêje: “Zinayê neke”, ew wisa jî dibêje: “Nekuje”. Eger tu zinayê nekî, lê bikujî, tu qanûnê binpê dikî. 12 Her tim di xeberdan û di rabûn û rûniştina xwe de bibin wek kesên ku hukmê wan wê li gor qanûna ku azadiyê dide xelkê, bê dayîn. 13 Çimkî yê ku bê rehm hereket dike, hukmê wî wê bê rehm bê dayîn. Rehm li hember hukim bi ser dikeve.
14 Birano, eger kesek dibêje ku ew ji Xwedê bawer dike, lê vê yekê bi kirinên xwe nîşan nade, ma çi feyde heye? Ma baweriyeke wisa dikare wî xelas bike? 15 Eger xwişk yan birayek bê kinc be*, û xwarina wan têra rojê neke, 16 lê yek ji we ji wan re bibêje: “Bi xêr û selamet herin, xwe germ bikin û xwe têr bikin”, lê hûn tiştê ku ji wan* re lazim e nedin wan, ma çi feyde heye? 17 Bi eynî awayî, eger bawerî hebe, lê kirin tune bin, bawerî mirî ye.
18 Lê dîsa jî kesek wê bibêje: “Li ba te bawerî heye, lê li ba min kirin hene. Ka baweriya xwe bê kirinan nîşanî min bide, lê ezê baweriya xwe bi kirinan nîşanî te bidim.” 19 Tu bawer dikî ku Xwedê yek e, ne wisa ye? Gelek baş e. Lê belê, cin jî bi vê yekê bawer dikin û ji tirsan dilerizin. 20 Ey bêhişo! Ma tu nizanî ku baweriya bê kirinan bêfeyde ye? 21 Ma bavê me Birahîm, piştî ku wî kurê xwe Îshaq li ser qurbangehê pêşkêş kir, ne bi kirinên xwe wek kesekî rast hat derxistin? 22 Tu dibînî ku baweriya wî bi kirinên wî eşkere bû, û bi kirinên wî baweriya wî temam bû*. 23 Bi vî awayî, ev gotinên Nivîsarên Pîroz hatin cih: “Birahîm baweriya xwe bi Yehowa anî, û ew wek kesekî rast hat hesabkirin.” Û Yehowa got ku Birahîm dostê wî ye.
24 Hûn dibînin ku mirov bi kirinên xwe û ne bi tenê bi baweriya xwe wek kesekî rast tê derxistin. 25 Bi eynî awayî, Rehaba fahîşe jî, gava wê casûs li mala xwe qebûl kirin û paşê ew di rêyeke din de şandin, ma ew ne bi kirinên xwe wek keseke rast hat derxistin? 26 Erê, çawa ku beden bê ruh mirî ye, bi eynî awayî bawerî bê kirinan jî mirî ye.