Nameya ji Galatiyan re
2 Piştî 14 salan ez dîsa hilkişiyam Orşelîmê. Barnabas bi min re bû, û min Tîtos jî bi xwe re bir. 2 Ji ber tiştên ku ji min re hatibûn nîşandayîn, ez çûm wê derê, û min mizgîniya ku ez di nav miletên din de belav dikim, pêşkêşî birayan kir. Min ev yek bi tenê li ber zilamên bi nav û deng kir, da ku ez tê derxim ku xizmeta min ne badîhewa ye. 3 Û Tîtosê ku bi min re bû her çi qas Yûnan bû jî, tu kesî zor li wî nekir ku ew bê sinetkirin. 4 Ev mijar ji ber birayên sexte, yên ku wek casûs ketin nav civatê, vebû. Ew bi dizîka li rêyekê digerin ku zerarê bidin azadiya ku li ba me şagirtên Mesîh Îsa heye û me bi temamî bikin xulamên qanûnê. 5 Lê me bi ya wan nekir û qet guh neda wan, da ku hûn di rastiya mizgîniyê de bimînin.
6 Lê zilamên ku wek kesên muhîm tên dîtin û bi eslê xwe zilamên bi nav û deng in, ji min re tiştekî nû negotiye. Erê, ji bo min ferq nake ku ew mirovên çawa bûn, çimkî Xwedê ferq û cudahiyê naxe nav mirovan. 7 Lê wan dît ku Petrûs çawa îşê belavkirina mizgîniyê ji bo yên sinetbûyî stand, min jî îşê belavkirina mizgîniyê ji bo yên nesinetbûyî stand. 8 Çimkî Xwedayê ku qewet da Petrûs ku ji bo yên sinetbûyî bibe şandî, qewet da min jî ku ez ji bo miletên din bibim şandî. 9 Gava van zilaman fehm kir ku Xwedê çawa kerem li min kiriye, Aqûb, Kîfas* û Yûhena, yên ku wek stûn dihatin dîtin, destê xwe yê rastê da min û Barnabas û got: “Hûn mizgîniyê bidin miletên din, lê emê mizgîniyê bidin kesên sinetbûyî.” 10 Wan bi tenê ji me rica kir ku em belengazan ji bîr nekin. Min jî xîret kir ku vê yekê bikim.
11 Lê belê, gava Kîfas* hat Entakyayê, min rasterast ji wî re got ku ew neheq e. 12 Çimkî berî ku hin zilam ji aliyê Aqûb ve hatin şandin, Kîfas bi mirovên ji miletên din re xwarin dixwar. Lê gava ev zilam gihîştin wê derê, wî xwe ji kesên ji miletên din dûr xist û dev jê berda ku bi wan re xwarinê bixwe, çimkî ew ji kesên sinetbûyî ditirsiya. 13 Cihûyên mayî mîna wî durûtî kir, û heta Barnabas jî ket bin tesîra wan. 14 Lê gava min dît ku ew ne li gor rastiya mizgîniyê hereket dikin, min li ber hemûyan ji Kîfas re got: “Madem ku tu Cihû yî û ne wek Cihûyan, lê wek kesên ji miletên din dijî, îcar tu çawa dikarî zorê li kesên ji miletên din bikî ku ew li gor adetên Cihûyan bijîn?”
15 Em ne gunehkarên ji miletên din in, lê em ji bûyîna xwe ve Cihû ne. 16 Dîsa jî, em dizanin ku mirov ne bi vê yekê ku ew xwe li qanûnê digire, lê bi saya baweriya xwe ya bi Îsa Mesîh rast tê derxistin. Me jî baweriya xwe bi Mesîh Îsa aniye, da ku em ne bi pêkanîna qanûnê, lê bi baweriya xwe ya bi Mesîh rast bên derxistin. Çimkî tu kes bi vê yekê ku ew xwe li qanûnê digire rast nayê derxistin. 17 Em xîret dikin ku bi saya Mesîh wek kesên rast bên derxistin, lê kesên din me wek gunehkar dibînin. Ma ev tê maneya ku Mesîh xizmetkarê guneh e? Helbet na! 18 Eger ez tiştên ku min berê hilweşandine ji nû ve ava bikim, îcar ez qanûnê binpê dikim. 19 Ji ber ku min xwe li qanûnê digirt, ez ji aliyê qanûnê ve mirim, da ku ez ji bo Xwedê sax bim. 20 Ez bi Mesîh re li ser dar hatim bizmarkirin*. Êdî yê ku dijî ne ez im, lê Îsa di hundirê min de dijî. Erê, jiyana ku ez niha di bedenê de dijîm, ez bi baweriya bi Kurê Xwedê, yê ku ji min hez dike û xwe ji bo min kir qurban, dijîm. 21 Ez qenciya mezin a Xwedê red nakim, çimkî eger rastdarî ji qanûnê tê, îcar Mesîh badîhewa miriye.