Li gor Lûqa
6 Carekê, di roja Sebtê* de Îsa di nav dexlan re derbas dibû, û şagirtên wî simbilên genim diçinîn, di nav destên xwe de difirikandin û dixwarin. 2 Hingê hin Fêrisiyan got: “Çima hûn di roja Sebtê de tiştekî qedexe dikin?” 3 Îsa ji wan re got: “Ma we tu car nexwendiye ku gava Dawid û zilamên wî birçî bûn, wî çi kir? 4 Ku ew çawa ket mala Xwedê û nanê pîroz*, ê ku ji xeynî kahînan ji kesên din re qedexe bû, stand, xwar û da zilamên xwe?” 5 Paşê wî ji wan re got: “Kurê Mirov Efendiyê roja Sebtê ye.”
6 Dîsa di rojeke Sebtê de, Îsa ket sînagogekê* û dest bi hînkirinê kir. Li wê derê zilamek hebû ku destê wî yê rastê seqet* bû. 7 Çavê qanûnzan û Fêrisiyan li ser Îsa bû, ka ewê di roja Sebtê de kesekî qenc bike, çimkî ew li rêyekê digeriyan, da ku wî sûcdar bikin. 8 Wî dizanibû ku ew çi difikirin, loma wî ji zilamê destseqet re got: “Rabe û li orteyê bisekine.” Ew jî rabû û li wê derê sekinî. 9 Hingê Îsa ji wan re got: “Ez ji we dipirsim: Îzin heye ku mirov di roja Sebtê de qencî yan xerabiyê bike, canekî* xelas bike yan bide helakkirin?” 10 Îsa li hemûyên li derdora xwe nêrî û ji zilam re got: “Destê xwe dirêj bike.” Wî jî wisa kir, û destê wî qenc bû. 11 Lê pir hêrsa wan rabû û wan dest pê kir ku di nav xwe de şêwir bikin ku ew çi li Îsa bikin.
12 Rojekê, Îsa hilkişiya çiyê, da ku dua bike, û wî temamiya şevê ji Xwedê re dua kir. 13 Gava bû roj, wî gazî şagirtên xwe kir û ji nav wan 12 kes hilbijartin û wek şandî bi nav kirin: 14 Şîmûnê ku Îsa jê re digot Petrûs, birayê wî Andreas, Aqûb, Yûhena, Filîpos, Bartolomeyos, 15 Meta, Tomas, Aqûbê kurê Alfayos, Şîmûnê ku jê re digotin “yê bixîret”, 16 Cihûdayê kurê Aqûb, û Cihûdayê Îsxeryot, ê ku xayîn derket.
17 Îsa bi wan re ji çiyê daket û li cihekî dûz sekinî. Li wê derê gelek şagirtên wî û gelek gelek mirovên ji temamiya Cihûstanê, ji Orşelîmê, ji herêma perava Sûr û Saydayê li hev top bûbûn. Ew hatin, da ku guh bidin wî û ji nexweşiyên xwe qenc bibin. 18 Heta kesên ku bi cinan* ketibûn, dihatin qenckirin. 19 Hemû mirovan dixwest destê xwe bidin Îsa, çimkî qewet ji wî derdiket û hemû qenc dikirin.
20 Wî li şagirtên xwe nêrî û got:
“Çi qas dilxweş in hûn ên ku belengaz in, çimkî Hukimdariya Xwedê ya we ye.
21 Çi qas dilxweş in hûn ên ku niha birçî ne, çimkî hûnê têr bibin.
Çi qas dilxweş in hûn ên ku niha digirîn, çimkî hûnê bikenin.
22 Çi qas dilxweş in hûn gava xelk ji ber Kurê Mirov ji we nefret dike, we ji nav xwe derdixin, we bêhurmet dikin û navê we reş dikin. 23 Di wê rojê de şa bin û ji kêfan bifirin, çimkî Xwedê wê xelateke mezin bide we. Bav û kalên wan jî bi eynî awayî wisa li pêxemberan dikir.
24 Lê wey li we hûn ên ku dewlemend in, çimkî we dilrihetiya xwe bi temamî standiye.
25 Wey li we hûn ên ku niha têr in, çimkî hûnê birçî bibin.
Wey li we hûn ên ku niha dikenin, çimkî hûnê şînê bigirin û bigirîn.
26 Wey li we gava xelk bi qencî li ser we dipeyive, çimkî bav û kalên wan eynî tişt li pêxemberên sexte dikir.
27 Lê hûn ên ku guh didin min, ez ji we re dibêjim: Bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin û li kesên ku ji we nefret dikin, qenciyê bikin, 28 li ser kesên ku nifiran li we dikin tiştên baş bibêjin û ji bo kesên ku heqaretê li we dikin dua bikin. 29 Eger kesek sîleyekê li rûyê te bide, aliyê din jî bide ber. Û eger kesek serkirasê te ji te bistîne, binkirasê xwe jî bide wî. 30 Her kesê ku tiştekî ji te bixwaze, bide wî. Û ji kesê ku tiştên te ji te distîne, êdî paş ve nexwaze.
31 Wekî din, hûn çi dixwazin ku mirov ji we re bikin, hûn jî eynî wisa ji wan re bikin.
32 Eger hûn tenê ji kesên ku ji we hez dikin, hez bikin, ma hûn li benda çi pesnan in? Gunehkar jî ji kesên ku ji wan hez dikin, hez dikin. 33 Eger hûn tenê li kesên ku qenciyê li we dikin, qenciyê bikin, ma hûn li benda çi pesnan in? Gunehkar jî eynî wisa dikin. 34 Û eger hûn deyn* bidin kesên ku wê dîsa li we vegerînin, ma hûn li benda çi pesnan in? Gunehkar jî deyn didin gunehkaran û li bendê ne ku bi temamî bistînin. 35 Lê belê hûn bi dewamî ji dijminên xwe hez bikin, qenciyê bikin û deyn bidin bêyî ku hûn li benda tiştekî bin. Hingê xelata we wê mezin be û hûnê bibin kurên Xwedayê Jorîn, çimkî ew bi kesên nankor û xerab re qenc e. 36 Çawa ku Bavê we dilrehm e, hûn jî bi dewamî dilrehm bin.
37 Ji xeynî vê, kesên din hukim nekin* û hûnê jî neyên hukimkirin. Kesên din sûcdar dernexin û hûnê jî sûcdar neyên derxistin. Bi dewamî efû bikin û hûnê jî bên efûkirin. 38 Bi dewamî bidin û ji we re jî wê bê dayîn. Pîvaneke qenc, dawesandî, hejandî û têr û tije wê li serkirasê we bê rijandin. Çimkî hûn bi kesên din re çawa bin, ewê jî bi we re wisa bin.”
39 Wekî din, wî mîsalek ji wan re got: “Ma yekî kor dikare rêberiya yekî kor bike? Her du jî wê bikevin çalê, ne wisa ye? 40 Şagirtek ne di ser mamosteyê xwe re ye; lê belê, her kesê ku baş* hatiye perwerdekirin wê bibe wek mamosteyê xwe. 41 Tu çima qirşika di çavê birayê xwe de dibînî, lê darê* di çavê xwe de nabînî? 42 Tu çawa dikarî ji birayê xwe re bibêjî: ‘Birayê min, were ez qirşika di çavê te de derxim’, eger tu bi xwe darê di çavê xwe de nabînî? Ey durûyo! Pêşî dar ji çavê xwe derxe, û paşê tuyê bi zelalî bibînî ku tu çawa dikarî qirşikê ji çavê birayê xwe derxî.
43 Tu dara baş mêweyên xerab nade, û tu dara xerab mêweyên baş nade. 44 Her dar bi mêweyên xwe tê naskirin. Mesela, mirov ne ji striyan hêjîran ne jî ji deviyê tiriyan diçinin. 45 Mirovekî qenc tiştên qenc dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên qenc ve tije ye. Lê mirovekî xerab tiştên xerab dibêje, çimkî dilê wî bi tiştên xerab ve tije ye. Di dilê mirov de çi heye, ew vê yekê dibêje*.
46 Çima hûn ji min re dibêjin ‘Ya Efendî, ya Efendî!’, lê tiştên ku ez dibêjim, nakin? 47 Her kesê ku tê ba min û gotinên min dibihîze, ezê nîşanî we bidim ku ew mîna kê ye: 48 Ew mîna zilamekî ye, yê ku li dema avakirina malê, erd kûr kola û bingeha wê li ser kevir ava kir. Gava ava çem rabû, pêlên wê li malê xist, lê nikaribû malê bihejîne, çimkî ew baş hatibû avakirin. 49 Lê yê ku gotinên min dibihîze û tiştekî nake, ew mîna zilamekî ye, yê ku mal bê bingeh ava kiriye. Pêlên çem li malê xist, û ew di cih de hilweşiya. Wêranbûna wê malê pir xerab bû.”