Cihûda
1 Ez Cihûda, xulamê Îsa Mesîh û birayê Aqûb, ji wan re dinivîsim, ên ku Bavê me Xwedê ji wan hez dike û parastine ku ew bi Îsa Mesîh re bin:
2 Ez dua dikim ku Xwedê dilovanî, aştî û hezkirina xwe di nav we de zêde bike.
3 Birayên delal, bi eslê xwe min dixwest di nameya xwe de li ser xelasiya me binivîsim. Lê belê, min fehm kir ku çi qas muhîm e ku ez di vê nameyê de dilê we xurt bikim ku hûn ji bo baweriya xwe bi xîret micadele bikin. Ev bawerî carek ji bo her û her ji pîrozan re hatiye dayîn. 4 Çimkî wek ku Nivîsarên Pîroz ji berê ve gotibû, hin kesên ku hukmê wan wê bê dayîn bi dizîka ketine nav we. Ev kes ji Xwedê natirsin û qenciya wî ya mezin wek mehne bi kar tînin ku bêedebiyê bikin. Û ew ji Efendî û xwediyê meyî bi tenê Îsa Mesîh re dilsoz nemane*.
5 Helbet hûn vêya baş dizanin, lê ez dîsa jî dixwazim bînim bîra we: Her çi qas Yehowa xelkê xwe ji Misrê xelas kir jî, wî paşê kesên ku baweriya xwe bi wî neanî helak kirin. 6 Û Xwedê melekên ku di wezîfeya xwe de neman û cihê xwe li ezmên hiştin bi zincîrên herheyî di tarîstanê de ji bo roja mezin a hukim digire. 7 Bi eynî awayî, Sodom û Gomora û bajarên li derdora wan gelek bêexlaqiya cinsî dikir û diketin pey eleqeyên cinsî yên nefsê*. Û Xwedê ew bi agirê herheyî ceza kirin, û bi vê yekê ew me hişyar dike.
8 Ev zilamên ku bi dizîka ketin nav we xwe didin xeyalan*, bedena xwe bi kirinên xwe pîs dikin, serweriyê red dikin û bi xerabî li ser kesên ku ji Xwedê rûmet standiye xeber didin. 9 Lê belê, gava serokê melekan Mîxayîl bi Îblîs re li ser bedena Mûsa minaqeşe kir, wî îzin neda xwe ku bi gotinên xerab Îblîs bêhurmet bike û wî ew mehkûm nekir, lê got: “Bila Yehowa heqê te bide te.” 10 Lê zilamên wisa bi xerabî li ser tiştên ku ew fehm nakin xeber didin. Û tiştên ku ew fehm dikin, ew bi qasî heywanên ku nikarin bifikirin, fehm dikin û li gor vê yekê hereket dikin, û bi vî awayî mala xwe xera dikin.
11 Wey li wan, çimkî ew li ser rêya Qayîn dimeşin, û ew wek Balam ji bo ku xelatekê bistînin ketine ser rêyeke şaş. Wek Korah, wan bi gotinên xwe li hember kesên ku serweriya wan dikir serî hildida û bi vî awayî xwelî li serê xwe kir. 12 Ew bi we re kêf û şahiyê* dikin, lê bi eslê xwe ew wek zinarên veşartî ên di bin avê de ne. Ew wek şivanên bêşerm bi tenê dixwazin zikê xwe têr bikin. Ew wek ewrên bê baran li ber ba diçin, wek darên ku li havînê ber nadin û bi temamî hişk bûne û ji kokê ve tên avêtin*. 13 Çawa ku pêlên behrê* qirêjê tînin der, şermezariya wan jî tê dîtin. Wek stêrên beredayî, Xwedê ew heta hetayê xistine Tarîstana reş.
14 Erê, Henox jî, yê ku piştî Adem neslê* heftan bû, li ser wan ji berê ve gotibû: “Yehowa bi deh hezaran melekên xwe yên pîroz re hat, 15 da ku hukmê hemû mirovan bide. Û ewê yên ku ji wî natirsin ji ber hemû kirinên wan ên xerab, û gunehkarên ku bi gotinên xwe yên xerab li dijî wî guneh dikin, ceza bike.”
16 Ev zilam pitepit û gazinan dikin û bi jiyana xwe ne razî ne. Ew bi tenê li xwestekên xwe digerin. Ew bi zimanê xwe bi zêdeyî pesnê xwe didin û ji bo ku feydeyê bistînin, ew xwe li ber kesên din şîrîn dikin.
17 Lê hûn, birayên delal, peyvên şandiyên Efendiyê me Îsa Mesîh, ên ku wan ji berê ve gotibûn, bînin bîra xwe. 18 Wan ji we re digot: “Di rojên dawîn de, mirovên ku qerfên xwe bi tiştên rast dikin wê derkevin. Ew dikevin pey xwestekên xwe yên xerab.” 19 Ev kes yekîtiyê xera dikin, li pey nefsa xwe diçin* û bêyî rêberiya ruhê Xwedê ne. 20 Lê hûn, birayên delal, xwe li ser esasê baweriya xwe ya herî pîroz qewî bikin* û di bin rêberiya ruhê pîroz de dua bikin. 21 Bi vî awayî hûnê di hezkirina Xwedê de bimînin û li benda dilovaniya Efendiyê me Îsa Mesîh bin ku jiyana herheyî bistînin. 22 Bi dewamî bi kesên ku dudilî ne dilrehm bin. 23 Wan ji agirê helakê derxînin, da ku ew xelas bibin. Û rehmê li kesên din jî bikin, lê ji kirinên wan ên xerab nefret bikin.
24 Niha, yê ku dikare alî we bike ku hûn ji rê dernekevin û hûn bêqisûr û bi dilxweşiyeke mezin li ber rûmeta wî* bisekinin, 25 yanî Xwedayê me yê yekane, yê ku me bi destê Efendiyê me Îsa Mesîh xelas dike, bila rûmet, mezinahî, qudret û serwerî ji bo dema herheyî, dema borî, niha û heta hetayê ji wî re be. Amîn.