Li gor Yûhena
1 Di destpêkê de Peyv* hebû. Peyv li cem Xwedê bû û Peyv wek Xwedê bû*. 2 Ew ji destpêkê ve li cem Xwedê bû. 3 Her tişt bi navgîniya wî çêbû, û tu tişt bêyî wî çênebû.
4 Bi navgîniya wî jiyan çêbû, û jiyan ji bo mirovan ronahî bû. 5 Ronahî di tariyê de şewq dide, lê tariyê ew bin dest nekiriye.
6 Zilamek hat, ê ku ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin. Navê wî Yehya* bû. 7 Ev zilam wek şahid hat. Ew hat ku şahidiya ronahiyê bike, da ku hemû cureyên mirovan bi navgîniya wî bawer bikin. 8 Ew ne ev ronahî bû, lê lazim bû ku ew şahidiya vê ronahiyê bike.
9 Ronahiya rastîn, a ku ronahiyê dide hemû cureyên mirovan, gerek di nêz de bihata dinyayê. 10 Ew li dinyayê bû û dinya bi navgîniya wî çêbû, lê belê dinyayê ew nas nekir. 11 Ew hat ba xelkê xwe, lê xelkê wî ew qebûl nekir. 12 Lê belê, hemûyên ku ew qebûl kir, wî heq da wan ku ew bibin zarokên Xwedê, çimkî wan baweriya xwe bi wî* anî. 13 Bûyîna wan ne ji xwîn yan bedenê, ne jî ji xwestina mirov, lê ji Xwedê çêbû.
14 Peyv bû mirov û di nav me de dijiya. Me rûmeta wî dît – rûmeta ku kurekî yekta* ji bavê xwe standiye – û wî tim rastî digot, û Xwedê ji wî razî bû*. 15 (Yehya* di heqê wî de şahidî dikir û bi dengekî bilind digot: “Li ser vî kesî min gotibû: ‘Yê ku piştî min tê, niha ji min mezintir e, çimkî ew berî min hebû.’”) 16 Ji ber ku ew bi qenciya mezin ve tije ye, me hemûyan têr û tije qenciya mezin ji wî standiye. 17 Çimkî Xwedê bi destê Mûsa Qanûn da me, lê wî bi destê Îsa Mesîh qenciya mezin û rastî da me. 18 Tu car tu mirovî Xwedê nedîtiye. Lê yê yekta ku xwedayek e û li aliyê Bav e*, wî ew ji me re daye zanîn.
19 Gava Cihûyan kahîn û Lêwî ji Orşelîmê şandin ba Yehya*, da ku ji wî bipirsin: “Tu kî yî?”, 20 ew ji pirsa wan nereviya, lê bi eşkereyî got: “Ez ne Mesîh im.” 21 Wan jê pirsî: “Îcar tu kî yî? Ma tu Êlyas î?” Wî got: “Na, ez ne ew im.” Wan pirsî: “Ma tu ew Pêxember î?” Wî got: “Na!” 22 Hingê wan ji wî pirsî: “Tu kî yî? Ji me re bibêje, da ku em cewaba yên ku em şandine bidin. Tu li ser xwe çi dibêjî?” 23 Wî got: “Ez ew im, ê ku li çolê bi dengekî bilind dibêje: ‘Rêya Yehowa rast bikin’ wek ku Îşaya pêxember gotiye.” 24 Ev mirov ji aliyê Fêrisiyan ve hatibûn şandin. 25 Wan ji wî pirsî: “Eger tu ne Mesîh î, ne Êlyas î û ne jî ew Pêxember î, îcar tu çima vaftîz dikî*?” 26 Yehya* cewaba wan da: “Ez di avê de vaftîz dikim*. Lê di nav we de kesek heye, hûn wî nas nakin, 27 ew piştî min tê, û ez ne hêja me ku benikên solên* wî vekim.” 28 Ev tişt li aliyê din ê Çemê Urdunê, li Beytanyayê, li cihê ku Yehya* vaftîz dikir* çêbûn.
29 Roja din, wî dît ku Îsa nêzîkî wî dibe, û wî got: “Va ye, Berxê Xwedê yê ku gunehên dinyayê radike! 30 Ew e, yê ku min li ser wî gotibû: ‘Piştî min zilamek tê, yê ku niha ji min mezintir e, çimkî ew berî min hebû.’ 31 Min jî ew nas nedikir, lê ez hatim ku di avê de vaftîz bikim*, da ku ew ji Îsraîlê re bê eşkerekirin.” 32 Wekî din, Yehya* şahidî kir: “Min dît ku ruhê Xwedê wek kevokek ji ezmên daket ser wî û li ser wî ma. 33 Min jî ew nas nedikir, lê yê ku ez şandim ku di avê de vaftîz bikim*, ji min re got: ‘Gava tu bibînî ku ruh dadikeve ser kesekî û li ser wî dimîne, tuyê bizanî ku yê ku bi ruhê pîroz vaftîz dike*, ew e.’ 34 Min ev yek dît, û min şahidî kir ku Kurê Xwedê ew e.”
35 Roja din, Yehya* dîsa li wê derê sekinî bû û du şagirtên wî jî bi wî re bûn, 36 û gava wî dît ku Îsa derbas dibe, wî got: “Va ye, Berxê Xwedê!” 37 Van du şagirtan ev gotin bihîstin û li pey Îsa çûn. 38 Îsa zivirî, dît ku ew li pey wî tên û ji wan re got: “Hûn çi dixwazin?” Wan ji wî re got: “Rebî, tu li ku derê dimînî?” (peyva “Rebî” tê maneya “Mamoste”). 39 Wî ji wan re got: “Werin, û hûnê bibînin.” Li dora saeta dehan bû*. Ew jî bi wî re çûn û wan dît ku ew li ku derê dimîne. Wê rojê ew li ba wî man. 40 Yek ji wan her duyan, ên ku gotinên Yehya* bihîstin û li pey Îsa çûbûn, Andreas birayê Şîmûn Petrûs bû. 41 Wî pêşî birayê xwe Şîmûn dît û ji wî re got: “Me Mesîh dîtiye” (ev nav tê maneya “Yê Hilbijartî”), 42 û wî ew bir ba Îsa. Îsa li wî nêrî û got: “Tu kurê Yûhena, Şîmûn î. Ji te re Kîfas wê bê gotin” (wergera vî navî “Petrûs” e).
43 Roja din, Îsa dixwest here Celîleyê. Wî Filîpos dît û ji wî re got: “Li pey min were.” 44 Filîpos ji Beytsaydayê, bajarê Andreas û Petrûs bû. 45 Filîpos Natanaêl dît û ji wî re got: “Me yê ku di Qanûna Mûsa de û di Nivîsarên Pêxemberan de li ser wî nivîsîbû, Îsayê Nasirayî kurê Ûsiv dît.” 46 Lê Natanaêl got: “Ma tiştekî qenc dikare ji Nasirayê* derkeve?” Filîpos jî got: “Were û bi çavê xwe bibîne.” 47 Îsa dît ku Natanaêl ber bi wî ve tê û li ser wî got: “Va ye, Îsraîliyekî rast ku hîle li ba wî tune ye.” 48 Natanaêl ji wî pirsî: “Tu ji ku derê min nas dikî?” Îsa jê re got: “Berî ku Filîpos gazî te kir, min tu di bin dara hêjîrê de dîtî.” 49 Natanaêl got: “Mamoste*, tu Kurê Xwedê yî, tu Padîşahê Îsraîlê yî.” 50 Îsa ji wî re got: “Ma ji ber ku min ji te re got ku min tu di bin dara hêjîrê de dîtî, tu bawer dikî? Tuyê tiştên hê mezintir bibînî.” 51 Wekî din, Îsa got: “Bi rastî, hûnê ezmanê vekirî û melekên Xwedê ku tên xwarê ba Kurê Mirov û diçin jor, bibînin.”