Li gor Meta
8 Piştî ku Îsa ji çiyê daket, gelek mirov li pey wî çûn. 2 Hingê, zilamekî bi nexweşiya cuzamê* hat ba Îsa, ket ser çokan û ji wî rica kir: “Efendiyê min, eger tu bixwazî, tu dikarî min qenc* bikî.” 3 Îsa destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: “Ez dixwazim! Qenc* bibe.” Di cih de ew ji nexweşiya cuzamê qenc bû. 4 Û Îsa ji wî re got: “Vêya ji tu kesî re nebêje, lê here, xwe nîşanî kahîn bide û pêşkêşa ku Mûsa emir kiriye bide, da ku ew îsbata qencbûna te bibînin*.”
5 Gava Îsa ket Kapernaûmê, fermandarek* hat ba wî û ji wî rica kir: 6 “Ezbenî, xulamê min felc* bûye û li malê di nav nivînan de ye û êşeke giran dikişîne.” 7 Îsa cewab da: “Gava ez werim, ezê wî qenc bikim.” 8 Fermandar got: “Ezbenî, ez ne hêja me ku tu bêyî mala min. Bi tenê yek peyv ji devê te bes e, da ku xulamê min qenc bibe. 9 Çimkî ez jî di bin hukmê kesên din de me, û esker di bin destê min de ne, û gava ez ji yekî re dibêjim ‘Here!’, ew diçe, ji yekî din re dibêjim ‘Were!’, ew tê, û gava ez ji xulamê xwe re dibêjim ‘Vêya bike!’, ew wisa dike.” 10 Gava Îsa ev yek bihîst, ew ecêbmayî ma û ji kesên ku li pey wî diçûn re got: “Bi rastî, di nav Îsraîlê de, min baweriyeke ew qas mezin qet nedîtiye. 11 Ez ji we re dibêjim, ji rojhilat û rojavayê gelek kes wê bên û di Hukimdariya ezmanan de bi Birahîm, Îshaq û Aqûb re li ser sifrê rûnin. 12 Lê zarokên Hukimdariya Xwedê wê bên avêtin derve, nav tariyê. Li wê derê, ewê bikin qîrîn û bi diranên xwe qirçeqirçê bikin.” 13 Paşê Îsa ji fermandar re got: “Here. Wek ku te bawer kir, bila wisa bibe.” Û di eynî demê de xulam qenc bû.
14 Gava Îsa ket mala Petrûs, wî dît ku xesûya wî di nav nivînan de ye û ta girtiye. 15 Îsa destê xwe da destê wê, û tayê ew berda. Ew rabû û xwarin ji wî re çêkir. 16 Gava bû êvar, mirovan gelek kesên ku bi cinan ketibûn, anîn ba wî. Wî bi gotinekê cin derxistin û wî hemû kesên nexweş qenc kirin. 17 Bi vî awayî, gotinên ku bi devê Îşaya pêxember ji berê ve hatibûn gotin, hatin cih: “Wî em ji êşan xelas kirin û nexweşiyên me ji me dûr kirin.”
18 Gava Îsa gelek mirov li derdora xwe dîtin, wî qerar da ku bi şagirtên xwe re here aliyê din ê behrê. 19 Qanûnzanek nêzîkî wî bû û jê re got: “Mamoste, tu herî ku derê, ezê li pey te bêm.” 20 Lê Îsa ji wî re got: “Qulên rûviyan hene û hêlînên çivîkên ezmanan jî hene, lê qet cihek tune ye ku Kurê Mirov serê xwe lê deyne.” 21 Paşê yek ji şagirtan ji wî re got: “Efendiyê min, destûrê bide min ku ez pêşî herim û bavê xwe defn bikim*.” 22 Lê Îsa ji wî re got: “Bi dewamî li pey min were. Bihêle, bila yên mirî miriyên xwe defn bikin*.”
23 Îsa bi şagirtên xwe re li qeyîkekê* siwar bû. 24 Ji nişka ve li ser behrê bayekî mezin rabû û pêlên avê qeyîk tije dikir, lê Îsa razayî bû. 25 Şagirt çûn ba wî, û wan ew ji xewê rakir û got: “Efendî, emê bimirin, me xelas bike!” 26 Îsa ji wan re got: “Ey kêmbawerno, hûn çima ew qas ditirsin?” Hingê ew rabû, ferman da ba û behrê, û bêdengiyeke mezin çêbû. 27 Şagirt pir ecêbmayî man û ji xwe pirsîn: “Ev çi mirov e? Heta ba û behr jî bi ya wî dikin.”
28 Gava Îsa derbasî aliyê din ê behrê bû û gihîşt herêma xelkê Gedarayê, du zilamên ku bi cinan ketibûn ji nav goristanê derketin û hatin pêşiya wî. Ev du zilam ew qas har bûn ku tu kes newêrî li ser wê rêyê bimeşe. 29 Û wan bi qîrîn got: “Ya Kurê Xwedê, tu çi ji me dixwazî? Ma berî wexta ku Xwedê hilbijartiye tu hatî ku ezabê bidî me?” 30 Li dûrî wan, gelek xenzîr* diçêriyan. 31 Loma cinan ji wî rica kir û got: “Eger tu me derxî, me bişîne nav van xenzîran.” 32 Û Îsa ji wan re got: “Herin!” Hingê ew ji zilaman derketin û ketin nav xenzîran, û hemû xenzîran xwe ji kendalê avêt behrê û di avê de xeniqîn. 33 Şivanên xenzîran reviyan, ketin bajêr û behsa her tiştê ku qewimîbû kir, heta wan behsa kesên ku bi cinan ketibûn jî kir. 34 Hingê hemû xelkê bajêr hat pêşiya Îsa. Gava ku wan Îsa dît, wan ji wî rica kir ku ew ji herêma wan here.