Li gor Marqos
2 Piştî çend rojan, Îsa vegeriya Kapernaûmê, û xelk pê hesiya ku ew li malê ye. 2 Ew qas mirov top bûn ku heta li ber deriyê malê jî cih nemabû. Û Îsa ji wan re behsa mizgîniyê kir. 3 Çar zilaman kesekî felcbûyî* hilgirt û anî ba wî. 4 Lê ji ber xelkê, wan nikaribû wî rasterast bibin ba Îsa. Loma wan banê malê qul kir û zilamê felcbûyî li ser darbestekê daxistin jêr. 5 Gava Îsa baweriya wan dît, wî ji zilamê felcbûyî re got: “Kurê min, gunehên te hatine efûkirin.” 6 Li wê derê hin qanûnzan jî rûniştî bûn, û wan di dilê xwe de digot: 7 “Ev zilam çima wisa dibêje? Ew kufir dike. Ji xeynî Xwedê tu kes nikare gunehan efû bike.” 8 Di cih de Îsa di dilê xwe de* pê hesiya ku ew çi difikirin û ji wan pirsî: “Hûn çima di dilê xwe de tiştekî wisa difikirin? 9 Ma çi hêsantir e? Ku ez ji zilamê felcbûyî re bibêjim ‘Gunehên te hatine efûkirin’, yan ‘Rabe, darbesta xwe hilde û bimeşe’? 10 Lê da ku hûn bizanin ku heqê Kurê Mirov heye ku li ser rûyê erdê gunehan efû bike...” wî ji zilamê felcbûyî re got: 11 “Ez ji te re dibêjim, rabe, darbesta xwe hilde û here mala xwe.” 12 Zilam rabû, di cih de darbesta xwe hilda û li ber çavê hemûyan derket derve. Xelk heyran ma, wan pesnê Xwedê da û got: “Me qet tiştekî wisa nedîtiye!”
13 Îsa dîsa li ber behrê dimeşiya. Gelek mirov hatin ba wî, û wî dest pê kir ku wan hîn bike. 14 Gava ew derbas dibû, çavê wî bi Lêwiyê kurê Alfayos ket, ê ku li cihê ku bac dihatin topkirin rûniştî bû. Îsa ji wî re got: “Li pey min were!” Lêwî rabû û li pey wî çû. 15 Paşê Îsa li mala wî li ser sifrê rûniştibû. Gelek bacgir û gunehkar bi wî û şagirtên wî re li ser sifrê rûniştin, çimkî gelek ji wan li pey wî diçûn. 16 Lê gava qanûnzan û Fêrisiyan dît ku ew bi gunehkar û bacgiran re xwarinê dixwe, wan ji şagirtên wî re got: “Ew çima bi bacgir û gunehkaran re xwarinê dixwe?” 17 Îsa ev yek bihîst û ji wan re got: “Ne kesên saxlem, lê kesên nexweş hewceyî hekîm in. Ez hatim, ne ku gazî kesên rast, lê gazî gunehkaran bikim.”
18 Şagirtên Yehya* û Fêrisiyan rojî digirt. Loma ew hatin ba Îsa û jê pirsîn: “Şagirtên Yehya û şagirtên Fêrisiyan rojiyê digirin, lê şagirtên te çima rojiyê nagirin?” 19 Îsa cewaba wan da: “Heta ku zava bi wan re be, ma sebeb heye ku birazava rojiyê bigirin? Heta ku zava li ba wan be, ew nikarin rojiyê bigirin. 20 Lê belê ew roj wê bên ku zava ji wan bê standin, û wê çaxê ewê rojiyê bigirin. 21 Tu kes li ser kincekî kevn pîneyekî qumaşê nû nadirû. Eger ew wisa bike, parçeyê nû wê xwe ji parçeyê kevn bikişîne, û cihê qetiyayî wê hê jî xerabtir bibe. 22 Wekî din, tu kes şeraba nû nake meşkên kevn. Eger ew wisa bike, şerab wê meşkê biteqîne û bi meşkan ve ji dest here. Lê şeraba nû dikin meşkên nû.”
23 Gava di roja Sebtê* de Îsa di nav dexlan re derbas dibû, şagirtên wî li ser rê dest pê kir ku simbilên genim biçinin. 24 Hingê Fêrisiyan ji wî re got: “Binêre! Çima ew di roja Sebtê de tiştekî qedexe dikin?” 25 Lê wî ji wan re got: “Ma we nexwendiye ku gava Dawid di tengasiyê de bû û ew û zilamên wî birçî bûn, wî çi kir? 26 Çawa ew li gor serpêhatiya li ser serokê kahînan Abiyatar ket mala Xwedê û nanê pîroz*, ê ku ji xeynî kahînan ji kesên din re qedexe bû, xwar? Û wî çawa ew nan da zilamên xwe jî?” 27 Paşê wî ji wan re got: “Ne mirov ji bo xatirê roja Sebtê, lê roja Sebtê ji bo xatirê mirov hatiye danîn. 28 Loma Kurê Mirov Efendiyê roja Sebtê ye jî.”