Li gor Yûhena
4 Fêrisiyan bihîstibû ku Îsa ji Yehya* zêdetir mirovan dike şagirt û vaftîz dike*. 2 Lê belê, Îsa ne bi xwe, lê şagirtên wî ew vaftîz dikirin*. 3 Gava Efendiyê me bi vê yekê hesiya, ew ji Cihûstanê derket û dîsa çû Celîleyê. 4 Lê lazim bû ku ew di nav Sameriyayê re derbas bibe. 5 Hingê ew hat bajarekî Samerî yê bi navê Sîxar, nêzîkî zeviya ku Aqûb dabû kurê xwe Ûsiv. 6 Bîra Aqûb li wê derê bû. Îsa li ber vê bîrê rûnişt, çimkî ew ji rêwîtiyê westiyayî bû. Nêzîkî saeta şeşan* bû.
7 Jinikeke Samerî hat ku avê bikişîne. Îsa ji wê re got: “Avê bide min.” 8 (Şagirtên wî çûbûn bajêr ku xwarinê bikirin.) 9 Hingê jinika Samerî ji wî re got: “Tu çawa dikarî avê ji min bixwazî? Tu Cihû yî û ez jî jinikeke Samerî me.” (Çimkî Cihû bi Sameriyan re xeber nadin.) 10 Îsa cewaba wê da û got: “Eger te bizanibûya ku dayîna Xwedê çi ye û kesê ku ji te re dibêje ‘Avê bide min’ kî ye, îcar teyê ji wî rica bikira û wiyê ava jiyanê bidaya te.” 11 Jinikê ji wî re got: “Ezbenî, tiştekî ku tu avê pê bikişînî li ba te tune ye, û bîr jî kûr e. Îcar tuyê vê ava jiyanê ji ku derê bînî? 12 Ma tu ji bavê me Aqûb, ê ku ev bîr daye me û bi kur û dewarên xwe re jê vedixwar, mezintir î?” 13 Îsa cewaba wê da: “Her kesê ku ji vê avê vexwe, ewê dîsa tî bibe. 14 Lê yê ku ji ava ku ezê bidimê vexwe, ewê tu car tî nebe. Ev av wê di nav wî de bibe kaniyeke ku jiyana herheyî dide.” 15 Jinikê ji wî re got: “Ezbenî, vê avê bide min, da ku ez êdî tî nebim û êdî neyêm vir ku avê bikişînim.”
16 Wî jê re got: “Here, gazî mêrê xwe bike û vegere.” 17 Jinikê ji wî re got: “Mêrê min tune ye.” Îsa jî got: “Te rast got ku mêrê te tune ye. 18 Çimkî pênc mêrên te hebûn, û zilamê ku tu niha pê re yî, ne mêrê te ye. Te rast got.” 19 Jinikê ji wî re got: “Ezbenî, ez dibînim ku tu pêxember î. 20 Bav û kalên me li ser vî çiyayî ji Xwedê re îbadet dikir, lê hûn dibêjin ku gerek mirov li Orşelîmê ji wî re îbadetê bike.” 21 Îsa ji jinikê re got: “Ji min bawer bike, wext wê bê ku hûnê ne li ser vî çiyayî û ne jî li Orşelîmê ji Bav re îbadetê bikin. 22 Hûn ji yê ku hûn nas nakin re îbadetê dikin, lê em ji yê ku em nas dikin re îbadetê dikin, çimkî xelasbûn ji Cihûyan dest pê dike. 23 Lê belê, wext tê û êdî hatiye ku xizmetkarên rast wê bi ruh û rastiyê ji Bav re îbadetê bikin. Çimkî Bav li xizmetkarên wisa digere. 24 Xwedê Ruh e, û yên ku ji wî re îbadetê dikin, gerek bi ruh û rastiyê ji wî re îbadetê bikin.” 25 Jinikê got: “Ez dizanim ku yê Hilbijartî, yê ku ji wî re Mesîh tê gotin, gerek were. Gava ew were, ewê ji me re her tiştî eşkere bike.” 26 Îsa jê re got: “Ew ez im, ê ku bi te re xeber dide.”
27 Wê demê şagirtên wî hatin. Ew ecêbmayî man ku Îsa bi jinikekê re xeber dide, lê helbet tu kesî negot: “Tu ji wê çi dixwazî?” yan “Çima tu bi wê re xeber didî?” 28 Jinikê cerê xwe yê avê hişt, çû bajêr û ji mirovan re got: 29 “Werin û wî zilamî bibînin, ê ku hemû tiştên ku min berê kiribûn, ji min re gotin. Ma gelo ew Mesîh e?” 30 Mirov ji bajêr derketin û hatin ba wî.
31 Di eynî demê de, şagirtan ji Îsa rica kir: “Mamoste, tiştekî bixwe.” 32 Lê wî ji wan re got: “Xwarineke min, a ku hûn pê nizanin, heye.” 33 Hingê şagirtan ji hevdû pirsî: “Gelo kesekî ji wî re xwarin aniye?” 34 Îsa ji wan re got: “Xwarina min ew e, ku ez daxwaza yê ku ez şandime bînim cih û îşê wî temam bikim. 35 Ma hûn bi xwe nabêjin ku heta dirûnê çar meh hene? Lê ez ji we re dibêjim: Serê xwe bilind bikin û li zeviyan binêrin, ew êdî zer bûne û ji bo dirûnê hazir in. 36 Yê ku didirû heqê xwe distîne û ji bo jiyana herheyî ber top dike, loma yê ku diçîne û yê ku didirû, her du jî bi hev re kêfxweş dibin. 37 Belê, ev gotin rast e: ‘Yek diçîne û yekî din didirû.’ 38 Min hûn şandin, da ku hûn tiştên ku we neçandine bidirûn. Kesên din ew çandine, û hûn feydeyê ji îşê wan distînin.”
39 Ji ber şahidiya jinika ku wisa digot: “Wî hemû tiştên ku min berê kiribûn, ji min re gotin”, gelek Sameriyên ku ji wî bajarî bûn baweriya xwe bi Îsa anî. 40 Îcar, gava ku Samerî hatin ba Îsa, wan ji wî rica kir ku ew li ba wan bimîne, û ew jî du roj li wê derê ma. 41 Di netîceyê de, ji ber gotinên wî gelek kesên din jî baweriya xwe bi wî anî, 42 û wan ji jinikê re got: “Em niha ne bi tenê ji ber tiştên ku te gotine bawer dikin, lê ji ber ku me bi xwe bihîst û em dizanin ku ev zilam bi rastî jî xelaskarê dinyayê ye.”
43 Piştî van du rojan, Îsa ji wê derê çû Celîleyê. 44 Lê belê, Îsa bi xwe got ku qedrê pêxemberekî li welatê wî nayê girtin. 45 Gava ew gihîşt Celîleyê, xelkê Celîleyê bixêrhatina wî kir, çimkî li dema cejnê ew jî li Orşelîmê bûn û wan hemû tiştên ku Îsa li wê derê kiribûn, dîtin.
46 Paşê Îsa dîsa hat Kanaya Celîleyê, cihê ku wî av kiribû şerab. Li Kapernaûmê berdestiyekî padîşah hebû, û kurê wî nexweş bû. 47 Gava ev zilam pê hesiya ku Îsa ji Cihûstanê hatiye Celîleyê, ew çû ba wî û jê rica kir ku ew were û kurê wî, yê ku li ber mirinê bû, qenc bike. 48 Lê Îsa ji wî re got: “Heta ku hûn nîşan û mucîzeyan nebînin, hûn qet bawer nakin.” 49 Berdestiyê padîşah jê re got: “Efendiyê min, berî ku zarokê min bimire bi min re were.” 50 Îsa ji wî re got: “Here malê, kurê te qenc bûye.” Vî zilamî baweriya xwe bi gotinên Îsa anî û çû. 51 Ew hê di rê de bû, xulamên wî hatin û gotin ku kurê wî qenc bûye. 52 Wî ji wan pirsî ka di kîjan saetê de halê kurê wî baştir dibû. Wan jî got: “Duh, di saeta heftan de* tayê ew berda.” 53 Hingê bavê kurik fehm kir ku di eynî saetê de Îsa ji wî re gotibû: “Kurê te qenc bûye.” Îcar wî û temamiya mala wî bi Îsa bawer kir. 54 Ji dema ku Îsa ji Cihûstanê hat Celîleyê, ev mucîzeya wî ya diduyan bû ku wî çêkir.