Li gor Yûhena
6 Piştî vê yekê, Îsa derbasî aliyê din ê Behra Celîleyê bû, yanî Taberiyayê. 2 Gelek mirov li pey wî diçûn, çimkî wan dît ku wî kesên nexweş çawa bi mucîze qenc dikirin. 3 Hingê Îsa hilkişiya çiyê û bi şagirtên xwe re li wê derê rûnişt. 4 Cejna Derbasbûnê ya Cihûyan nêzîk dibû. 5 Gava Îsa dît ku gelek mirov tên ba wî, wî ji Filîpos re got: “Em ji ku derê nên bikirin, da ku em van mirovan têr bikin?” 6 Wî wisa got, da ku Filîpos biceribîne, çimkî wî bi xwe êdî dizanibû ku ewê çi bike. 7 Filîpos got: “Eger em bi 200 dînarî nên bikirin jî, ewê têra me neke ku em pariyekî bidin her kesî.” 8 Yek ji şagirtên wî, Andreas birayê Şîmûn Petrûs ji Îsa re got: 9 “Li vir kurikek heye ku li ba wî pênc nanên cehî û du masiyên biçûk hene. Lê ev yek wê çawa têra ew qas mirovan bike?”
10 Îsa got: “Mirovan bidin rûniştin.” Li wê derê gelek giya hebû û weke 5.000 mêr rûniştin. 11 Îsa nan hilda, ji Xwedê re şikir kir û li mirovan belav kir. Bi eynî awayî wî masiyên biçûk jî belav kirin û her kesî çi qas dixwest, ew qas distand. 12 Piştî ku her kes têr bû, wî ji şagirtên xwe re got: “Pariyên bermayî bidin ber hev, da ku tiştek neyê avêtin.” 13 Îcar wan jî pariyên bermayî dan ber hev, û ji wan pênc nanên cehî ku mirovan xwaribû 12 selik tije kirin.
14 Gava mirovan ev mucîzeya ku Îsa çêkir dît, wan got: “Bi rastî Pêxemberê ku gerek bihata dinyayê, ev e.” 15 Hingê Îsa fehm kir ku mirov dixwazin wî bi destê zorê bikin padîşah, loma ew dîsa vegeriya çiyê, lê bi tena serê xwe.
16 Gava bû êvar, şagirtên wî daketin jêr ber behrê. 17 Ew li qeyîkê* siwar bûn û ketin rê ji bo ku derbasî Kapernaûmê, li aliyê din ê behrê bibin. Êdî tarî ketibû erdê, lê Îsa hê nehatibû ba wan. 18 Bayekî mezin rabû û pêlên behrê bilind dibûn. 19 Gava wan weke 5 yan 6 kîlometre* bêrik kişandin, wan dît ku Îsa li ser avê dimeşe û nêzîkî qeyîkê dibe. Ew pir tirsiyan, 20 lê Îsa ji wan re got: “Netirsin, ez im!” 21 Îcar ew hazir bûn ku wî bixin qeyîkê û di wexteke kin de qeyîk gihîşt cihê ku ew diçûnê.
22 Roja din, xelkê ku li aliyê din ê behrê mabû, dît ku li wê derê tu qeyîk* tune ye. Qeyîkeke biçûk li wê derê hebû, lê şagirt bêyî Îsa li wê qeyîkê siwar bûbûn û çûbûn. 23 Wê demê, qeyîk ji Taberiyayê hatin û li nêzîkî cihê ku xelkê nan xwaribû piştî ku Efendiyê me ji Xwedê re şikir kiribû, sekinîn. 24 Gava xelkê fehm kir ku Îsa û şagirtên wî ne li wê derê ne, ew li van qeyîkan siwar bûn û çûn Kapernaûmê, da ku li Îsa bigerin.
25 Gava wan Îsa li aliyê din ê behrê dît, wan ji wî re got: “Mamoste, tu kengê hatî vir?” 26 Îsa ji wan re got: “Bi rastî, ne ji ber ku we nîşan dîtine, lê ji ber ku we nan xwar û hûn têr bûn, hûn li min digerin. 27 Ne ji bo xwarina ku îro heye û sibê tune ye îş bikin, lê ji bo xwarina ku dimîne û jiyana herheyî tîne îş bikin. Kurê Mirov wê vê xwarinê bide we, çimkî Bav, Xwedê bi xwe, mora xwe daniye ser wî ku razîbûna xwe nîşan bide.”
28 Hingê wan ji wî pirsî: “Ji bo ku Xwedê ji me razî be, gerek em çi bikin?” 29 Îsa ji wan re got: “Xwedê dixwaze ku hûn bi yê ku wî şandiye bawer bikin.” 30 Lê wan ji wî re got: “Îcar tuyê kîjan nîşanê çêkî, da ku em bibînin û bi te bawer bikin? Tuyê çi bikî? 31 Mesela, bav û kalên me li çolê mana dixwarin, wek ku hatiye nivîsîn: ‘Wî ji ezmên nan da wan.’” 32 Hingê Îsa ji wan re got: “Bi rastî, yê ku ji ezmên nan da we ne Mûsa bû, lê yê ku nanê rastîn ji ezmên dide we, Bavê min e. 33 Çimkî nanê Xwedê ew e, yê ku ji ezmên tê xwarê û jiyanê dide dinyayê.” 34 Îcar wan jê re got: “Efendiyê me, her tim vî nanî bide me.”
35 Îsa ji wan re got: “Nanê jiyanê ez im. Her kesê ku tê ba min, ewê qet birçî nebe, û yê ku bi min bawer dike, ewê qet tî nebe. 36 Lê wek ku min ji we re got, we ez dîtim, lê hûn dîsa jî bawer nakin. 37 Hemûyên ku Bav dane min wê bên ba min, û yê ku bê ba min, ezê wî tu caran ji xwe dûr nekim. 38 Çimkî ez ji ezmên hatim xwarê, ne ji bo ku daxwaza xwe, lê daxwaza yê ku ez şandime bînim cih. 39 Daxwaza yê ku ez şandime ev e ku ez ji hemûyên ku wî dane min tu kesî winda nekim, lê di roja dawîn de wan ji mirinê rakim. 40 Çimkî daxwaza Bavê min ev e ku her kesê ku Kur qebûl dike û bi wî bawer dike, jiyana herheyî bistîne, û ezê wî di roja dawîn de ji mirinê rakim.”
41 Hingê Cihûyan li ser wî kir pitepit, ji ber ku wî gotibû: “Nanê ku ji ezmên tê xwarê, ez im.” 42 Û wan got: “Ma ev ne Îsayê kurê Ûsiv e? Em diya wî û bavê wî nas dikin. Îcar ew çawa dikare bibêje: ‘Ez ji ezmên hatime xwarê’?” 43 Îsa ji wan re got: “Bes e, di nav xwe de pitepitê nekin! 44 Tu kes nikare bê ba min heta ku Bavê ku ez şandime wî ber bi min ve nekişîne, û ezê wî di roja dawîn de ji mirinê rakim. 45 Di Nivîsarên Pêxemberan de hatiye nivîsîn: ‘Hemû wê ji aliyê Yehowa ve bên perwerdekirin.’ Her kesê ku guh dide Bav û hîn dibe, tê ba min. 46 Ev nayê maneya ku kesekî Bav dîtiye. Bi tenê yê ku Xwedê şandiye, wî Bav dîtiye. 47 Bi rastî, yê ku bawer dike jiyana herheyî distîne.
48 Nanê jiyanê ez im. 49 Bav û kalên we di çolê de mana dixwar, lê dîsa jî ew mirin. 50 Lê yê ku vî nanê ku ji ezmên tê xwarê bixwe, ewê nemire. 51 Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê û jiyanê dide, ez im. Eger kesek vî nanî bixwe, ewê heta hetayê bijî. Belê, nanê ku ezê ji bo xatirê dinyayê bidim ku dinya bijî, bedena min e.”
52 Li ser vê yekê di nav Cihûyan de minaqeşe çêbû û wan got: “Ev zilam çawa dikare bedena xwe bide me ku em jê bixwin?” 53 Îsa ji wan re got: “Bi rastî, eger hûn ji bedena Kurê Mirov nexwin û ji xwîna wî venexwin, hûnê jiyanê nestînin*. 54 Yê ku ji bedena min bixwe û ji xwîna min vexwe jiyana herheyî distîne. Û ezê wî di roja dawîn de ji mirinê rakim. 55 Çimkî bedena min xwarina rastîn e û xwîna min jî vexwarina rastîn e. 56 Yê ku ji bedena min bixwe û ji xwîna min vexwe, ew bi min re di yekîtiyê de dimîne, û ez jî bi wî re di yekîtiyê de dimînim. 57 Çawa ku Bavê ku her û her dijî ez şandime û ez bi navgîniya Bav dijîm, bi eynî awayî yê ku ji bedena min bixwe wê bi navgîniya min bijî. 58 Nanê ku ji ezmên hatiye xwarê ev e. Ev ne wek wî nanî ye, yê ku bav û kalên we dixwar û dîsa jî mirin. Lê yê ku ji vî nanî bixwe, ewê heta hetayê bijî.” 59 Gava Îsa li Kapernaûmê di sînagogekê* de hîn dikir, wî ev hemû tişt gotin.
60 Gava şagirtên wî ev yek bihîst, gelekan ji wan got: “Ew gotinên ecêb dibêje! Kî dikare guh bide van gotinan?” 61 Îsa dizanibû ku şagirtên wî li ser vê yekê pitepit dikir, loma wî ji wan re got: “Ma ev yek baweriya we sist dike? 62 Lê eger hûn bibînin ku Kurê Mirov hildikişe cihê ku ew berê lê bû, hingê hûnê çi bikin? 63 Ruh* jiyanê dide; beden qet bi kêrî tiştekî nayê. Gotinên ku min ji we re gotin, ruh û jiyan in. 64 Lê di nav we de hin kesên ku bawer nakin hene.” Îsa ji destpêkê ve dizanibû ku kî bawer nake û kî wê wî bide dest. 65 Û wî ji wan re got: “Ji ber vê yekê min ji we re got, heta ku Bav îzin nede, tu kes nikare bê ba min.”
66 Ji ber vê yekê gelek şagirtên wî vegeriyan karên xwe yên berê, û êdî li pey wî nediçûn. 67 Hingê Îsa ji Diwanzdehan* pirsî: “Ma hûn jî dixwazin herin?” 68 Şîmûn Petrûs cewaba wî da: “Efendiyê min, em herin ba kê? Gotinên jiyana herheyî li ba te ne. 69 Em bawer dikin û em dizanin ku tu yê Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye.” 70 Îsa ji wan re got: “Ma min hûn 12 nehilbijartin? Lê belê, yek ji we buxtanker* e.” 71 Wî behsa Cihûdayê kurê Şîmûnê Îsxeryot kir; her çi qas ew yek ji Diwanzdehan bû jî, yê ku wê Îsa bide dest, ew bû.