KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Karên Şandiyan 23
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

Karên Şandiyan bi Kurtasî

      • Pawlos li ber Mehkemeya Bilind a Cihûyan xeber dide (1-10)

      • Efendiyê me dilê Pawlos xurt dike (11)

      • Cihû dixwazin Pawlos bikujin (12-22)

      • Pawlos dibin Qeyseriyê (23-35)

Karên Şandiyan 23:2

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 23:3

Jêrenot

  • *

    Ev gotin ji bo kesên durû dihat gotin.

Karên Şandiyan 23:9

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 23:11

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    11/2020, r. 13

Karên Şandiyan 23:12

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 23:16

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Bernameya Civîna Jiyan û Xizmetê,

    1/2019, r. 3

Karên Şandiyan 23:21

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

Karên Şandiyan 23:23

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “saeta sisêyan a şevê.” Saet piştî ku roj diçû ava dihat hejmartin.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Şahidiyê Bidin

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
  • 25
  • 26
  • 27
  • 28
  • 29
  • 30
  • 31
  • 32
  • 33
  • 34
  • 35
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
Karên Şandiyan 23:1-35

Karên Şandiyan

23 Pawlos li endamên Mehkemeya Bilind a Cihûyan nêrî û got: “Birano, heta roja îro wijdanê min li ber Xwedê paqij e.” 2 Hingê kahînê mezin Hananya li yên ku nêzîkî Pawlos sekinî bûn, emir da ku ew li devê wî bixin. 3 Îcar Pawlos ji wî re got: “Ya dîwarê spîkirî*, Xwedê jî wê li te bixe! Tu li vir rûniştî yî ku li gor Qanûnê hukmê min bidî. Lê tu bi xwe li dijî Qanûnê emir dikî ku li min bixin.” 4 Kesên li derdorê gotin: “Ma tu heqaretê li kahînê mezin ê Xwedê dikî?” 5 Û Pawlos got: “Birano, min nizanibû ku ew kahînê mezin e. Wek ku hatiye nivîsîn: ‘Serokê miletê xwe bêhurmet neke.’”

6 Ji ber ku Pawlos dizanibû ku hin ji Mehkemeya Bilind a Cihûyan Sadûqî û hin jî Fêrisî ne, wî bi dengekî bilind got: “Birano, ez yekî Fêrisî me, û kurê Fêrisiyan im. Ez ji ber hêviya bi rabûna miriyan li ber mehkemeyê sekinî me.” 7 Ji ber van gotinan di nav Fêrisî û Sadûqiyan de minaqeşe çêbû û civîn bû du par. 8 Çimkî Sadûqî dibêjin ku ne rabûna miriyan, ne melek, ne jî ruh heye. Lê belê, Fêrisî bi van hemû tiştan bawer dikin. 9 Hingê tevliheviyek çêbû, qanûnzanên Fêrisî rabûn û bi hêrs xeber dan: “Em di vî zilamî de tu sûcekî nabînin, lê eger ruhek yan melekek bi wî re xeber da ...” 10 Gava tevlihevî zêdetir dibû, fermandarê eskeran tirsiya ku Pawlos di bin destê xelkê de bê kuştin. Loma wî emir da eskeran ku ew wî ji nav xelkê derxin û bibin eskergehê.

11 Wê şevê Efendiyê me li ber wî xuya bû û got: “Dilxurt be! Çawa ku te li Orşelîmê bi awayekî baş li ser min şahidî dikir, tuyê li Romayê jî li ser min şahidiyê bikî.”

12 Gava bû roj, Cihûyan di nav xwe de sond xwar ku bila lanet li wan be eger ew tiştekî bixwin yan vexwin berî ku ew Pawlos bikujin. 13 Hejmara kesên ku sond xwaribûn ji 40 zilamî zêdetir bûn. 14 Ev zilam çûn ba serokên kahînan û rîspiyan û gotin: “Me sond xwariye û me got ku bila lanet li me be eger em tiştekî bixwin yan vexwin berî ku em Pawlos bikujin. 15 Loma, lazim e ku hûn bi Mehkemeya Bilind a Cihûyan re ji fermandarê eskeran bixwazin ku ew Pawlos bîne ba we. Bila wisa xuya bibe qey hûn dixwazin baştir bala xwe bidin doza wî. Lê berî ku ew bigihîje vir, emê wî bikujin.”

16 Gava kurê xwişka Pawlos pê hesiya ku wan ji bo kuştina Pawlos dafik daniye, ew çû eskergehê û ev xeber gihand Pawlos. 17 Hingê Pawlos gazî fermandarekî kir û jê re got: “Vî xortî bibe ba fermandarê eskeran, çimkî ew dixwaze xeberekê bigihîne wî.” 18 Îcar wî ew bir ba fermandarê eskeran û got: “Pawlosê girtî gazî min kir û ji min xwest ku ez vî xortî bînim ba te, çimkî ew dixwaze tiştekî ji te re bibêje.” 19 Fermandarê eskeran destê vî xortî girt, ew bir aliyekî û jê pirsî: “Tu dixwazî ji min re çi bibêjî?” 20 Wî got: “Cihûyan di nav xwe de qerar daye ku ji te bixwazin ku tu sibê Pawlos bînî Mehkemeya Bilind a Cihûyan, da ku wisa xuya bibe qey ew dixwazin zêdetir melûmatê li ser doza wî bistînin. 21 Lê bila gotinên wan te nexapînin, çimkî ji nav wan zêdetirî 40 zilamî ji bo Pawlos dafik daniye. Wan sond xwariye ku bila lanet li wan be eger ew tiştekî bixwin yan vexwin berî ku ew Pawlos bikujin. Ew niha hazir in û li benda qerara te ne.” 22 Hingê fermandarê eskeran ji vî xortî re got: “Tiştên ku te ji min re gotine, ji tu kesî re nebêje”, û paşê wî ew berda.

23 Wî gazî du fermandaran kir û ji wan re got: “200 esker, 70 siwarî û 200 rimdaran hazir bikin. Bila ew îşev li dora saet neh* herin Qeyseriyê. 24 Wekî din, hespan ji bo Pawlos hazir bikin, da ku ew sax û selamet bigihîje cem Fêlîksê walî.” 25 Ji xeynî vê, fermandarê eskeran nameyeke wisa nivîsî:

26 “Ez, Klawdyos Lûsyas, silavan li te Waliyê Qedirgiran Fêlîks dikim! 27 Ev zilam ji aliyê Cihûyan ve hat girtin û hindik mabû ku ew bê kuştin. Lê ez bi eskerên xwe ve zû hatim hawara wî, ji ber ku min bihîst ku ew welatiyê Romayê ye. 28 Min dixwest pê bihesim ku Cihûyan ew çima sûcdar kiriye, loma min ew şand ba Mehkemeya Bilind a Cihûyan. 29 Min fehm kir ku ew ji ber pirsên ku bi Qanûna wan ve girêdayî ne, hat sûcdarkirin. Lê ez tu sebebî nabînim ku ew hêjayî kuştin yan girtinê ye. 30 Û ji ber ku ji min re hat gotin ku Cihûyan dafik daniye ku wî bidin kuştin, min ew di cih de şand ba te. Min ji kesên ku wî sûcdar dikin re got ku bila ew doza wî bînin ba te.”

31 Wek ku li eskeran hatibû emirkirin, wan bi şev Pawlos hilda û bir Antîpatrîsê. 32 Roja din wan siwarî bi Pawlos re hiştin ku ew rêya xwe dewam bikin, lê ew bi xwe vegeriyan eskergehê. 33 Piştî ku ew gihîştin Qeyseriyê, siwariyan name gihand walî û Pawlos da destê wî. 34 Walî name xwend û ji Pawlos pirsî ku ew ji kîjan herêmê ye. Gava ew pê hesiya ku Pawlos ji Kîlîkyayê ye, 35 wî got: “Gava kesên ku te sûcdar dikin bigihîjin vir, ezê guh bidim doza te.” Û wî emir da ku Pawlos di qesra Hêrodês de di bin nobedariyê de bimîne.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne