Li gor Marqos
1 Destpêka mizgîniya li ser Îsa Mesîh, Kurê Xwedê: 2 Çawa ku di kitêba Îşaya pêxember de hatiye nivîsîn: “(Ez xeberbêjê xwe li pêşiya te dişînim. Ewê ji bo te rê hazir bike.) 3 Li çolê kesek bi dengekî bilind dibêje: ‘Rêya Yehowa hazir bikin! Rêyên wî rast bikin.’” 4 Yehyayê* Vaftîzkar* li çolê bû. Wî ji mirovan re digot ku ji bo efûkirina gunehan, gerek ew tobe bikin û vê yekê bi vaftîzbûnê nîşan bidin. 5 Temamiya Cihûstanê û hemû xelkê Orşelîmê dihatin ba wî. Wan gunehên xwe îtiraf dikirin û bi destê wî li Çemê Urdunê vaftîz dibûn*. 6 Kincên Yehya* ji pirça deve* bûn û qayîşa ku wî li ser pişta xwe girêdida ji çerm bû. Wî kulî û hingivê çolê dixwarin. 7 Wî wisa digot: “Yê ku piştî min tê ji min biqewettir e, û ez ne hêja me ku xwe bitewînim û benikên solên* wî vekim. 8 Min hûn bi avê vaftîz kirin, lê ewê we bi ruhê pîroz vaftîz bike.”
9 Di wan rojan de, Îsa ji Nasiraya* Celîleyê hat û di Çemê Urdunê de ji aliyê Yehya* ve hat vaftîzkirin*. 10 Gava Îsa ji avê derket, wî dît ku ezman ji nişka ve ji hev vebû û ruhê Xwedê wek kevokekê daket ser wî. 11 Û dengek ji ezmanan hat: “Tu yî Kurê min ê delal, ez ji te razî me.”
12 Di cih de ruh* ew bir çolê. 13 Îsa 40 rojî li çolê ma û ji aliyê Şeytan ve hat ceribandin. Ew di nava heywanên çolê de bû, lê melek li wî xwedî derdiketin.
14 Piştî ku Yehya* hat girtin, Îsa çû Celîleyê ku mizgîniya Xwedê belav bike 15 û wisa digot: “Wext hatiye. Hukimdariya Xwedê nêzîk bûye. Tobe bikin û baweriya xwe bi mizgîniyê bînin.”
16 Gava Îsa li ber behra Celîleyê dimeşiya, wî Şîmûn û birayê wî Andreas dîtin, ên ku torên xwe diavêtin behrê, çimkî ew masîgir bûn. 17 Îsa ji wan re got: “Li pey min werin, û ezê we bikim masîgirên mirovan*.” 18 Wan di cih de torên xwe hiştin û li pey wî çûn. 19 Gava Îsa hinek pêşve çû, wî Aqûbê kurê Zebedî û birayê wî Yûhena dîtin. Ew di qeyîkê* de bûn û torên xwe didirûtin. 20 Di cih de wî gazî wan kir. Û wan jî bavê xwe Zebedî bi xebatkaran re di qeyîkê de hişt û li pey Îsa çûn. 21 Û ew çûn Kapernaûmê.
Gava bû roja Sebtê*, Îsa ket sînagogê* û dest bi hînkirinê kir. 22 Xelk bi hînkirina wî heyran ma, çimkî wî ne wek qanûnzanan, lê wek kesekî ku qudret ji Xwedê standiye, ew hîn dikirin. 23 Hingê di sînagogê* de zilamekî ku bi cin* ketibû, hebû. Wî kir qîrîn: 24 “Ya Îsayê Nasirayî, tu çi ji me dixwazî? Ma tu hatî ku me helak bikî? Ez baş dizanim ku tu kî yî. Tu yê Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye!” 25 Lê Îsa li wî emir kir: “Hiş be û ji wî derkeve!” 26 Cin zilam vehejand û bi dengekî bilind kir qîrîn û ji wî derket. 27 Xelk pir ecêbmayî ma û wan bi hev re dest bi şêwirînê kir. Wan got: “Ev çi ye? Ev hînkirineke nû ye! Ew bi qudreta Xwedê emir dide cinan, û heta ew jî bi ya wî dikin.” 28 Nav û dengê wî li temamiya herêma Celîleyê zû belav bû.
29 Gava ew ji sînagogê* derketin, ew bi Aqûb û Yûhena re çûn mala Şîmûn û Andreas. 30 Xesûya Şîmûn ta girtibû û di nav nivînan de bû. Di cih de wan ev xeber ji Îsa re got. 31 Îsa çû ba wê, destê wê girt û ew rakir. Tayê ew berda, û wê xwarin ji wan re çêkir.
32 Gava bû êvar, piştî ku roj çû ava, mirovan hemû kesên nexweş û kesên ku bi cinan ketibûn anîn ba wî. 33 Hemû xelkê bajêr li ber derî top bû. 34 Îsa gelek mirov ji her cureyên nexweşiyan qenc kirin, û wî gelek cin jî derxistin. Lê wî nedihişt ku cin tiştekî bibêjin, çimkî wan dizanibû ku ew Mesîh e*.
35 Serê sibehê, wexta ku hê tarî bû, Îsa rabû û çû cihekî tenha, û dest pê kir ku dua bike. 36 Şîmûn û kesên ku bi wî re bûn li her derê li Îsa digeriyan. 37 Gava wan ew dît, wan ji wî re got: “Her kes li te digere.” 38 Lê wî ji wan re got: “Bila em herin cihekî din, nav bajarên derdorê, da ku ez li wê derê jî mizgîniyê belav bikim, çimkî ez ji bo vê yekê hatime.” 39 Îsa çû û mizgînî li temamiya Celîleyê di sînagogan* de belav dikir û cin derdixistin.
40 Zilamekî bi nexweşiya cuzamê* hat ba wî. Ew ket ser çokan û rica kir: “Eger tu bixwazî, tu dikarî min qenc* bikî.” 41 Dilê Îsa bi wî şewitî, û wî destê xwe dirêj kir, dest li wî da û got: “Ez dixwazim! Qenc* bibe.” 42 Di cih de nexweşiya cuzamê jê çû û ew qenc* bû. 43 Berî ku Îsa ew şand, wî ew tembih kir 44 û ji wî re got: “Vêya ji tu kesî re nebêje, lê here, xwe nîşanî kahîn bide û tiştên ku Mûsa emir kirine pêşkêş bike, da ku ew îsbata qencbûna te bibînin*.” 45 Lê ew zilam ji wê derê çû û li her derê digot ku çi qewimî. Ji ber vê yekê Îsa nikaribû bi eşkereyî here bajarekî, loma ew li derveyî bajêr li cihên tenha dima. Dîsa jî xelk ji her derê dihatin ba wî.