Îbranî
9 Di peymana berê de qaîde hebûn. Ev qaîde bi îbadet û bi cihê pîroz ê li ser rûyê erdê ve girêdayî bûn. 2 Kon bi du qisman hatibû avakirin. Ji qismê pêşîn re Cihê Pîroz dihat gotin û tê de şamdank, sifre û li ser sifrê nanê pêşkêşkirinê hebû. 3 Ji qismê din re Cihê Herî Pîroz dihat gotin, û ev qisim li pişt perdeya diduyan bû. 4 Li wê derê agirdankeke zêrîn û sindoqa peymanê, ya ku ji her aliyî ve zêrkirî bû, hebû. Di hundirê sindoqê de firaqeke zêrîn bi mana, şivdarê Harûn ê ku bişkifî bû û lewheyên peymanê hebûn. 5 Li ser sindoqê kerûbên birûmet hebûn û siya wan diket ser qapaxa sindoqê*. Lê niha ne wext e ku li ser van tiştan hûr û kûr bê xeberdan.
6 Piştî ku ev tişt bi vî awayî hatin avakirin, kahîn her car dikevin Cihê Pîroz, da ku xizmeta pîroz bînin cih. 7 Lê di salê de carekê, bi tenê kahînê mezin dikeve hundirê Cihê Herî Pîroz. Gerek ew xwînê bi xwe re bibe hundir, da ku vê xwînê ji bo xwe û ji bo gunehên xelkê, yên ku wan bi nezanî kirin, pêşkêş bike. 8 Bi vî awayî, ruhê pîroz bi zelalî nîşan dide: Heta ku konê pêşîn* hebû, rêya ku diçe ber bi cihê pîroz* ve hê nehatibû eşkerekirin. 9 Ev kon tiştê ku niha heye temsîl dike, û ji ber vê yekê, heta niha ji Xwedê re hediye û qurban tên pêşkêşkirin. Lê belê, ev tiştên ku tên pêşkêşkirin nikarin wijdanê yê ku xizmeta pîroz pêk tîne paqij bikin. 10 Ev tişt bi tenê ji bo xwarin, vexwarin û adetên şûştinê ne. Li gor qaîdeyan ev yek lazim bû, û bi tiştên bedenî ve girêdayî bû û lazim bû ku wisa bimîne heta ku wexta serrastkirina hemû tiştan bê.
11 Lê belê, gava Mesîh hat, ew bû kahînê mezin, ê ku gerek bereketan bîne, û me ev bereket êdî standine. Û ew ket hundirê konê mezintir û baştir, ê ku ne bi destê mirovan hatiye çêkirin û ne ji vê dinyayê ye. 12 Mesîh ne bi xwîna nêrî û golikan, lê bi xwîna xwe ket hundirê cihê pîroz. Wî ev yek tenê carek kir û em ji bo her û her xelas kirin*. 13 Kahîn xwîna nêrî, xwîna ga û xweliya çêlekan li ser kesên ku hatibûn mirdarkirin, direşînin, û bi vî awayî ev kes di çavê Xwedê de paqij dibin. 14 Lê qîmeta xwîna Mesîh ji vê yekê mezintir e. Bi saya rêberiya ruhê* herheyî, wî xwe wek qurbaneke bêleke pêşkêşî Xwedê kir. Xwîna wî wijdanê me ji karên pûç* paqij dike, da ku em ji Xwedayê herheyî re xizmeta pîroz bikin.
15 Ji ber vê yekê, ew navberkarê peymana nû ye, da ku kesên ku ji aliyê Xwedê ve hatine gazîkirin soza ji bo bereketên herheyî bistînin. Ev hemû tişt bi saya mirina wî mumkin bûn, çimkî fîdyeya wî ew ji sûcên ku wan di bin peymana berê de kiribûn, azad kirin. 16 Gava peymanek tê girêdan, gerek kesê ku ev peyman girêda bimire. 17 Çimkî peyman bi mirina kesê ku ev peyman girêda tê cih. Heta ku ev mirov sax e, peyman çênabe. 18 Loma peymana berê jî bi rijandina xwînê hat cih. 19 Piştî ku Mûsa her emrê Qanûnê ji xelkê re gotibû, wî xwîna golik û xwîna nêriyan hilda û xist nav avê. Û wî hiriya sor û darek* hilda ku xwîna golik û nêrî li ser kitêb û li ser hemû xelkê bireşîne. 20 Û wî got: “Ev xwîna peymanê ye, ya ku Xwedê emir daye ku hûn xwe lê bigirin.” 21 Bi eynî awayî, wî xwîn li ser kon û hemû firaqên ku ji bo xizmeta pîroz dihatin bikaranîn, reşand. 22 Belê, li gor Qanûnê teqrîben her tişt bi xwînê tê paqijkirin. Heta ku xwîn neyê rijandin, guneh nayên efûkirin.
23 Loma ev tiştên ku tiştên ezmanî temsîl dikin, gerek bi xwîna heywanan bên paqijkirin, lê tiştên ezmanî hewceyî qurbanên hê çêtir in. 24 Çimkî Mesîh neket cihê pîroz, ê ku tiştê rast temsîl dike û bi destê mirovan hatiye çêkirin, lê ew ket nav ezmanan, da ku ji bo xêra me li ber Xwedê bisekine. 25 Kahînê mezin di salê de carekê ne bi xwîna xwe, lê bi xwîna heywanan dikeve cihê pîroz. Lê belê, ne lazim e ku Mesîh xwe dîsa û dîsa pêşkêş bike. 26 Eger wisa bûya, wê lazim bûya ku ew ji dema avakirina dinyayê ve gelek caran cefa bikişanda. Lê niha, di dawiya van deman de, wî xwe carekê û ji bo her û her eşkere kir, da ku bi saya qurbana canê xwe guneh ji holê rake. 27 Û çawa ku mirov tenê carek dimirin û piştî vê hukim distînin, 28 bi eynî awayî Mesîh jî tenê carekê û ji bo her û her canê xwe ji bo ku gunehên gelekan hilgire, qurban kir. Û gava ewê cara diduyan bê, ewê ne ji bo tunekirina gunehan bê, lê ewê ji wan kesan re xuya bibe, yên ku bi hesret li benda wî ne ku ew wan xelas bike.