Li gor Yûhena
7 Piştî vê yekê, Îsa li Celîleyê ma, çimkî wî nedixwest here Cihûstanê, ji ber ku Cihûyan dixwest wî bikujin. 2 Lê belê Cejna Konan a Cihûyan nêzîk dibû. 3 Loma birayên wî ji wî re got: “Ji vir here Cihûstanê, da ku şagirtên te jî tiştên ku tu dikî bibînin. 4 Çimkî kesê ku dixwaze bi nav û deng bibe van tiştan veşartî nake. Madem ku tu van tiştan dikî, xwe nîşanî dinyayê bide.” 5 Bi eslê xwe birayên wî bi wî bawer nedikir. 6 Îsa ji wan re got: “Wexta min hê nehatiye, lê ji bo we her wext minasib e. 7 Sebebên dinyayê tune ne ku ji we nefret bike, lê ew ji min nefret dike, çimkî ez li ser kirinên wê yên xerab şahidiyê dikim. 8 Hûn herin vê cejnê, lê ez niha nayêm, çimkî wexta min hê nehatiye.” 9 Piştî ku wî ev tişt ji wan re gotin, ew li Celîleyê ma.
10 Lê piştî ku birayên wî çûn cejnê, ew jî bi dizîka çû wê derê. 11 Cihû di cejnê de li wî digeriyan û dipirsîn: “Ew zilam li ku derê ye?” 12 Di nav xelkê de gelek tişt li ser wî dihatin gotin. Hin kesan digot: “Ew mirovekî baş e.” Kesên din jî digot: “Na, ev ne rast e. Ew xelkê dixapîne.” 13 Lê belê ji ber tirsa Cihûyan*, tu kesî nediwêrî li ser wî bi eşkereyî xeber bide.
14 Gava nîvê cejnê derbas bû, Îsa çû îbadetgehê û dest bi hînkirinê kir. 15 Cihû ecêbmayî diman û digotin: “Vî zilamî li mektebê* nexwendiye, îcar ew ji ku derê ew qas baş Nivîsarên Pîroz dizane?” 16 Îsa ji wan re got: “Tiştê ku ez hîn dikim, ne ji min, lê ji yê ku ez şandime tê. 17 Yê ku bixwaze daxwaza Xwedê bîne cih, ewê fehm bike ka ev hînkirin ji Xwedê ye yan ez ji ber xwe xeber didim. 18 Yê ku ji ber xwe xeber dide, ew li rûmeta xwe digere, lê yê ku li rûmeta yê ku ew şandiye digere, ew rastiyê dibêje û di wî de neheqî tune ye. 19 Mûsa Qanûn daye we, ne wisa ye? Lê tu kes ji we Qanûnê pêk nayne. Îcar hûn çima dixwazin min bikujin?” 20 Xelkê wisa got: “Tu bi cin ketiyî. Kî dixwaze te bikuje?” 21 Îsa ji wan re got: “Min bi tenê yek mucîze çêkir û hûn hemû ecêbmayî man. 22 Ka bifikirin: Mûsa sinet da we – ev ne ji Mûsa, lê ji bav û kalên we bû – û hûn heta di roja Sebtê* de jî sinet dikin. 23 Madem ku hûn di roja Sebtê de sinet dikin, da ku Qanûna Mûsa xera nebe, îcar hûn çima ew qas aciz dibin ji ber ku min di roja Sebtê de mirovek bi temamî qenc kiriye? 24 Ne li gor dîtinê, lê li gor edaletê hukim bikin.”
25 Hingê hin ji xelkê Orşelîmê digot: “Ma ev ne ew zilam e ku wan dixwest wî bikujin? 26 Ka binêrin, ew li vir bi eşkereyî xeber dide û tu kes tiştekî li dijî wî nabêje. Ma serokên me îqna bûne ku ew Mesîh e? 27 Lê belê, em dizanin ku ev zilam ji ku derê ye, lê gava ku Mesîh bê, tu kes wê nizanibe ku ew ji ku derê ye.” 28 Wê demê, gava Îsa di îbadetgehê de hîn dikir, wî bi dengekî bilind got: “Hûn min nas dikin û dizanin ku ez ji ku derê me. Ez ne ji ber xwe hatime. Yê ku ez şandime bi rastî heye, lê hûn wî nas nakin. 29 Ez wî nas dikim, çimkî ez temsîlkarê wî me, û wî ez şandime.” 30 Hingê wan dixwest wî bigirin, lê wan nikaribû dest bavêjin wî, çimkî saeta wî hê nehatibû. 31 Lê dîsa jî, gelek kesên ji nav xelkê bi wî bawer dikir û digot: “Gava Mesîh bê, ma ewê ji vî zilamî zêdetir mucîzeyan çêke?”
32 Fêrisiyan bihîst ku xelk li ser Îsa dike pitepit, loma wan û serokên kahînan nobedar şandin ku wî bigirin. 33 Îcar Îsa ji xelkê re got: “Berî ku ez herim ba yê ku ez şandime, ezê ji bo wexteke kin li ba we bimînim. 34 Hûnê li min bigerin, lê hûnê min nebînin, û hûnê nikaribin bên cihê ku ezê lê bim.” 35 Hingê Cihûyan ji hevdû re got: “Ev zilam wê here ku derê ku emê wî nebînin? Ma ew dixwaze here ba Cihûyên ku di nav Yûnaniyan de belav bûne, û Yûnaniyan jî hîn bike? 36 Gelo ew bi van gotinan dixwaze çi bibêje: ‘Hûnê li min bigerin, lê hûnê min nebînin, û hûnê nikaribin bên cihê ku ezê lê bim’?”
37 Di roja dawîn û mezin a cejnê de, Îsa rabû û bi dengekî bilind got: “Kesê ku tî ye, bila were ba min û vexwe. 38 Yê ku bi min bawer dike, wek di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: ‘Ji dilê wî çemên ava jiyanê wê biherikin.’” 39 Bi van gotinan Îsa behsa ruhê pîroz kir. Kesên ku bi wî bawer dikir, wanê li nêzîk ev ruh bistanda. Wan ev ruh hê nestandibû, çimkî Îsa hê nehatibû birûmetkirin. 40 Hin kesên ji nav xelkê ev gotin bihîstin û gotin: “Bi rastî jî ev ew Pêxember e.” 41 Hin kesên din digot: “Ew Mesîh e.” Lê hin kesên din jî digot: “Ma Mesîh wê ji Celîleyê bê? 42 Ma di Nivîsarên Pîroz de nayê gotin ku Mesîh wê ji zuriyeta Dawid be û ji gundê Dawid Beytlehemê bê?” 43 Ji ber Îsa di nav xelkê de cudahî çêbû. 44 Hin kesan ji wan dixwest wî bigirin, lê tu kesî nikaribû dest bavêje wî.
45 Nobedar vegeriyan ba serokên kahînan û Fêrisiyan. Wan ji nobedaran pirsî: “We çima ew neanî vir?” 46 Nobedaran got: “Tu kesî tu caran mîna vî mirovî xeber nedaye.” 47 Fêrisiyan got: “Ma hûn jî hatin xapandin? 48 Ma ji serokan yan ji Fêrisiyan kesek bawerî bi wî aniye? 49 Lê ev xelkê ku guh dide Îsa, Qanûnê nizane û bilanet e.” 50 Nîkodêmosê ku yek ji Fêrisiyan bû û berê çûbû ba Îsa, ji wan re got: 51 “Li gor Qanûna me, berî ku em kesekî mehkûm bikin, ma ne lazim e ku em pêşî guh bidin wî û bizanin ku wî çi kiriye?” 52 Wan ji wî re got: “Ma tu jî ji Celîleyê yî? Ka baş lêkolînê bike û tuyê bibînî ku tu pêxember wê ji Celîleyê dernekeve.”*