Îbranî
5 Her kahînê mezin ji nav mirovan ji bo xizmeta Xwedê û ji bo xêra xelkê tê hilbijartin, da ku ew ji bo gunehên wan hediye û qurbanan pêşkêş bike. 2 Ew dikare bi kesên ku bi nezanî guneh dikin re dilşewat be*, çimkî ew bi xwe jî sist e. 3 Ji ber vê yekê, çawa ku ew ji bo gunehên xelkê qurbanan pêşkêş dike, gerek ew ji bo gunehên xwe jî qurbanan pêşkêş bike.
4 Mirovek nikare xwe wek kahînê mezin hilbijêre. Çawa ku Xwedê Harûn wek kahînê mezin hilbijartibû, bi tenê Xwedê dikare wî kesî hilbijêre. 5 Bi eynî awayî, Mesîh jî xwe wek kahînê mezin hilnebijart. Erê, wî rûmet neda xwe, lê Xwedê ew birûmet kir û ji wî re got: “Tu kurê min î, îro ez bûme bavê te.” 6 Wî li cihekî wisa jî got: “Tu her û her kahîn î, wek Melkîsedekê kahîn*.”
7 Gava Mesîh li ser rûyê erdê bû, wî hawara xwe bi lava, bi qîrîn û hêstirên çavan gihand wî, yê ku dikarî wî ji mirinê xelas bike. Û duayên wî hatin bihîstin, ji ber ku ew ji Xwedê ditirsiya. 8 Her çi qas ew kurê wî bû jî, ew bi cefayên ku wî kişandin, hîn bû ku guhdar be. 9 Û piştî ku ew di guhdayînê de gihîşt kamiliyê, hemû kesên ku guhdariya wî dikin dikarin bi destê wî xelasiya heta hetayê bistînin. 10 Çimkî Xwedê ew wek kahînê mezin tayîn kiriye, wek Melkîsedekê kahîn.
11 Gelek tişt hene ku em dikarin li ser wî bibêjin, lê ji ber ku hûn êdî baş guh nadin*, zehmet e ku em wan zelal bikin. 12 Û her çi qas lazim bû ku hûn êdî bibin mamoste, dîsa jî hewcedariya we heye ku kesek tiştên esasî, yên ku hûn ji peyva Xwedê hîn bûne, hînî we bike. Û ne xwarina giran, lê dîsa jî şîr ji we re lazim e. 13 Kesê ku xwe her tim bi şîr têr dike, peyva Xwedê ya rastdar nas nake, çimkî ew zarokekî biçûk e. 14 Lê xwarina giran ji bo mirovên gihîştî ye. Ew hîn bûne ku çawa bifikirin, da ku tê derxin çi baş e û çi xerab e.