KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • 1. Yûhena 3
  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

1. Yûhena bi Kurtasî

      • Em zarokên Xwedê ne (1-3)

      • Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs (4-12)

        • Îsa wê karên Îblîs xera bike (8)

      • Ji hevdû hez bikin (13-18)

      • Xwedê ji dilê me mezintir e (19-24)

1. Yûhena 3:2

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    12/2020, r. 8-9

1. Yûhena 3:8

Jêrenot

  • *

    Yanî dema ku wî cara pêşîn li hemberî Xwedê serî hilda.

1. Yûhena 3:9

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “çimkî toximê wî di nav wî de ye”.

1. Yûhena 3:12

Jêrenot

  • *

    Bi herfî “yê xerab”.

1. Yûhena 3:13

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    7/2020, r. 24

1. Yûhena 3:16

Jêrenot

  • *

    Yan “jiyana xwe”.

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Heta bi Hetayê Dilşad Be!, ders 18

1. Yûhena 3:17

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    7/2020, r. 24

1. Yûhena 3:18

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    10/2017, r. 7-11

1. Yûhena 3:20

Îndeks

  • Rêberê Lêgerînê

    Birca Çavdêriyê (Çapa Lêkolînê),

    4/2021, r. 24

  • Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
  • 22
  • 23
  • 24
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz
1. Yûhena 3:1-24

1. Yûhena

3 Ka binêrin ku Bav çi qas ji me hez dike! Ji me re zarokên Xwedê tê gotin û em bi rastî jî zarokên wî ne. Ji ber vê yekê, dinya me nas nake, çimkî dinya Xwedê nas nekiriye. 2 Birayên delal, em niha zarokên Xwedê ne, lê hê ne eşkere ye ku emê bibin çi. Lê belê em vê yekê dizanin: Gava ew xuya bibe, emê bibin wek wî, çimkî ew çawa ye, emê wî wisa bibînin. 3 Û her kesê ku ev hêvî li ba wî heye, xwe paqij dike, çimkî ew pak e.

4 Her kesê ku guneh dike, qanûnê jî binpê dike, çimkî guneh binpêkirina qanûnê ye. 5 Hûn dizanin ku Îsa hat, da ku gunehên me ji holê rake, û li ba wî qet guneh tune ye. 6 Her kesê ku bi wî re di yekîtiyê de dimîne, guneh nake. Lê yê ku guneh dike ne ew dîtiye ne jî ew nas kiriye. 7 Zarokên min ên delal, bila tu kes we nexapîne. Yê ku ya rast dike, çawa ku Îsa rastdar e, ew jî rastdar e. 8 Yê ku guneh dike ji Îblîs e, çimkî Îblîs ji destpêkê ve* guneh dike. Ji ber vê yekê, Kurê Xwedê hat ku karên Îblîs xera bike.

9 Kesê ku bûye zarokê Xwedê guneh nake, çimkî ruhê Xwedê di dilê wî de ye*. Ev kes nikare guneh bike, çimkî ew zarokê Xwedê ye. 10 Zarokên Xwedê û zarokên Îblîs bi vê yekê tên naskirin: Yê ku ya rast nake ne ji Xwedê ye, û yê ku ji birayê xwe hez nake ew jî ne ji Xwedê ye. 11 Çimkî we ji destpêkê ve ev emir bihîstiye: Gerek em ji hevdû hez bikin. 12 Bila em ne wek Qayîn bin, ê ku ji Îblîs* bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî birayê xwe kuşt? Çimkî karên wî xerab bûn, lê karên birayê wî rast bûn.

13 Birano, şaş nemînin ku dinya ji we nefret dike. 14 Em dizanin ku em ji mirinê derbasî jiyanê bûne, çimkî em ji birayan hez dikin. Yê ku hez nake di bin destê mirinê de dimîne. 15 Her kesê ku ji birayê xwe nefret dike mêrkuj e, û hûn dizanin ku tu mêrkuj wê jiyana herheyî nestîne. 16 Bi vî awayî me fehm kiriye ku hezkirin çi ye, çimkî Îsa Mesîh canê xwe* ji bo me qurban kir. Û gerek em jî hazir bin ku canê xwe ji bo birayên xwe qurban bikin. 17 Eger mal û milkê kesekî hebe û ew dibîne ku birayê wî hewceyî alîkariyê ye, lê dilê wî pê naşewite û alî wî nake, îcar ew çawa dikare bibêje ku ew ji Xwedê hez dike? 18 Zarokên delal, gerek em ne bi tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe û ji dil hez bikin.

19 Bi vê yekê em dizanin ku rastî li ba me heye, û emê dilê xwe bidin bawerkirin ku Xwedê ji me hez dike. 20 Eger dilê me me ji bo tiştekî mehkûm bike jî, Xwedê ji dilê me mezintir e û her tiştî dizane. 21 Birayên delal, eger dilê me me mehkûm neke, em dikarin bi serbestî bi Xwedê re xeber bidin. 22 Û her tiştê ku em dixwazin, emê ji wî bistînin, çimkî em emrên wî tînin cih û tiştên ku li wî xweş tên dikin. 23 Erê, emrê wî ev e: Gerek em baweriya xwe bi navê Kurê wî Îsa Mesîh bînin û ji hevdû hez bikin, wek ku wî li me emir kiriye. 24 Wekî din, yê ku emrê Xwedê tîne cih bi wî re di yekîtiyê de dimîne, û Xwedê jî bi vî kesî re di yekîtiyê de ye. Û bi saya ruhê ku wî daye me, em dizanin ku ew bi me re di yekîtiyê de dimîne.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne