1. Tîmotêyos
2 Berî her tiştî ez ji we rica dikim ku hûn ji dil ji Xwedê re ji bo her cure mirovan dua bikin, lava bikin û şikir bikin. 2 Wekî din, ji bo padîşahan û ji bo hemû serweran dua bikin, da ku em bikarin di her tiştî de ji Xwedê re dilsoz bimînin û bi awayekî sergiran jiyaneke rehet û bêxem bajon. 3 Ev yek di çavê Xelaskarê me Xwedê de qenc û rast e. 4 Ew dixwaze ku hemû cure mirov xelas bibin û bigihîjin rastiyê*. 5 Xwedê yek e, û di nav Xwedê û mirovan de tenê yek navberkar heye, ew Mesîh Îsa ye. 6 Wî canê xwe ji bo hemû cure mirovan wek berdêl kir fîdye. Di wexta minasib de şahidiya vê yekê wê bê kirin. 7 Ji ber vê yekê, Xwedê ez wek mizgînvan û şandî tayîn kirim. Bi vî awayî ez dikarim miletên din li ser bawerî û rastiyê hîn bikim. (Ez rastiyê dibêjim û derewan nakim.)
8 Loma ez dixwazim ku li her cihê ku hûn top dibin, bila bira bi dilsozî*, bê hêrs û bê minaqeşe dua bikin. 9 Wekî din, bila xwişk bi awayekî minasib, nefsbiçûk û maqûl xwe bixemilînin. Bila ew vê yekê ne bi honandina porên xwe*, ne bi zêr, ne bi morî û ne jî bi kincên gelek biha bikin. 10 Lê bila xwişk xwe bi kirinên qenc, ên ku layiqî xizmetkareke Xwedê ne, bixemilînin.
11 Bila xwişk bêdeng bimînin û bi dilnizmî hîn bibin. 12 Ez îznê nadim ku xwişk hîn bikin yan jî serweriya birayan bikin. Lê bila xwişk bêdeng guh bidin. 13 Çimkî Xwedê pêşî Adem çêkir û paşê Hewa. 14 Û Adem nehat xapandin, lê jin hat xapandin û guneh kir. 15 Lê belê, eger jin biedeb be û di bawerî, hezkirin û di çavê Xwedê de pîroz bimîne, ewê bi anîna zarokan bê parastin.