Ji Tîtos re
1 Ez Pawlos, xulamê Xwedê û şandiyê Îsa Mesîh im. Bawerî û xizmeta min li gor baweriya wan kesan e, ên ku Xwedê hilbijartine. Wekî din, bawerî û xizmeta min li gor rastiya* ku bi xizmeta dilsoz ve girêdayî ye 2 û li ser esasê hêviya jiyana herheyî ye. Xwedayê ku nikare derewan bike ji demên berê ve ev hêvî wek soz daye. 3 (Wî di wexta rast de peyva xwe bi saya belavkirina mizgîniyê eşkere kiriye, mizgîniya ku wî emanetî min kiriye. Ev yek li gor emrê Xelaskarê me Xwedê bû.) 4 Ez vê nameyê ji Tîtos re, yê ku di baweriyê de wek kurê min e, dinivîsim:
Bila qenciya mezin û aştiya Bavê me Xwedê û Xelaskarê me Mesîh Îsa li ser te be!
5 Min tu li Girîtê hiştî, da ku tu tiştên ku gerek bên serrastkirin, serrast bikî û wek ku min emir li te kiribû, li her bajarî rîspiyan tayîn bikî. 6 Gerek rîspî zilamekî wisa be ku kesek nikare wî sûcdar derxîne, û gerek ew tenê bi jinekê re zewicî be. Wekî din, gerek zarokên wî bawermend bin û wek kesên bêedeb* û serhildêr neyên sûcdarkirin. 7 Çimkî wek xizmetkarekî Xwedê, gerek çavdêr yekî wisa be ku kesek nikare wî sûcdar derxîne. Gerek ew ne serhişk be*, zû hêrs nekeve, bi zêdeyî venexwe*, ne zordar be û ji aliyê madî ve ne çavbirçî be. 8 Lê gerek ew mêvanhez be, ji qenciyê hez bike, aqildar be*, rastdar be, dilsoz be û yekî ku bikare xwe bigire be. 9 Gava ew kesên din hîn dike, gerek ew xwe li peyva Xwedê bigire, da ku ew bikare bi destê hîndariya rast* hem dilan xurt bike hem jî kesên ku li dijî vê hîndariyê ne, serrast bike.
10 Çimkî gelek kes serhildêr, zimandirêj û xapînok in, bi xisûsî yên ku piştgirên sinetê ne. 11 Gerek devê kesên wisa bê girtin, çimkî ew ji bo xêra xwe tiştên ku gerek neyên hînkirin, hîn dikin û bi vê yekê baweriya hin malbatan bi temamî xera dikin. 12 Zilamekî Girîtî, yê ku pêxemberê wan bû, wisa got: “Girîtî her tim derewan dikin, ew wek heywanên wehşî bitalûke ne û xwarinxwerên tembel in.”
13 Ev gotin rast in. Ji ber vê yekê bi awayekî cidî wan serrast bike, da ku baweriya wan xurt be* 14 û ew guh nedin çîrokên Cihûyan û emrên mirovên ku dev ji rastiyê berdaye. 15 Ji bo mirovên paqij her tişt paqij e. Lê ji bo mirovên nepaqij û bêbawer, tu tişt ne paqij e, çimkî hem hişê wan hem jî wijdanê wan nepaqij e. 16 Ew li ber mirovan dibêjin ku ew Xwedê nas dikin, lê ew wî bi kirinên xwe înkar dikin. Çimkî ew kesên pîs û neguhdar in û feydeya wan ji bo tu karekî qenc tune ye.