2. Tîmotêyos
2 Îcar kurê min, bi saya qenciya mezin a ku Îsa Mesîh nîşanî te dide, bi dewamî qewetê bi dest bixe. 2 Û tiştên ku te li ber gelek şahidan ji min bihîstine hînî zilamên ku ji Xwedê re dilsoz in bike. Bi vî awayî, ewê jî bikarin van tiştan hînî kesên din bikin. 3 Wek eskerekî qenc ê Mesîh Îsa ji bo tengasiyên ku wê bên serê te hazir be. 4 Eskerê ku dixwaze dilê yê ku ew kiriye esker razî bike, tu caran nakeve pey îşekî din ku pereyan qezenc bike*. 5 Eger sporvanek xwe li qaîdeyên pêşbaziyê* negire, ewê tacê* nestîne. 6 Cotkarê ku bi ked û xîret îş dike, gerek ew kesê pêşîn be ku ji erdê xwe ber bistîne. 7 Her tim li ser gotinên min bifikire, û Xudan wê di her tiştî de fehmdariyê bide te.
8 Ji bîr neke ku li gor mizgîniya ku ez belav dikim, Îsa Mesîh ji zuriyeta Dawid bû û ji mirinê hat rakirin. 9 Û ji ber vê mizgîniyê ez cefayê dikişînim û wek yekî sûcdar bi zincîran hatime girêdan. Lê belê peyva Xwedê nikare bi zincîran bê girêdan. 10 Loma ez ji bo xatirê yên hilbijartî her tiştî tehemul dikim, da ku ew jî bi saya vê yekê ku ew bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne xelas bibin û rûmeta herheyî bistînin. 11 Ev gotin pêbawer in: Madem ku em bi wî re mirin, emê bi wî re bijîn jî. 12 Eger em bi dewamî tehemul bikin, emê bi wî re wek hukimdar hukim bajon. Eger em wî înkar bikin, ewê jî me înkar bike. 13 Eger em dilsoz nemînin jî, Xwedê wê dilsoz bimîne, çimkî ew nikare li dijî şexsiyeta xwe hereket bike.
14 Her tim van tiştan bîne bîra wan û wan li ber Xwedê tembîh bike ku ew li ser gotinan şer* nekin. Çimkî feydeya vê yekê qet tune ye û ev yek zerarê dide kesên ku guh didin van gotinan. 15 Çi ji destê te tê bike ku Xwedê te qebûl bike. Xîret bike ku tu wek xebatkarekî ku sebebên wî tune ne ku ew şerm bike û wek kesekî ku peyva Xwedê* bi awayekî rast hîn dike, hereket bikî. 16 Xwe ji xeberdanên pûç, ên ku Xwedê bêrûmet dikin, dûr bixe. Çimkî ji ber tiştên wisa xerabî hê jî zêdetir dibe. 17 Xeberdanên wisa wê wek kangren* belav bibin, û Hîmenayos û Filîtûs jî di nav wan kesan de ne. 18 Ev zilam ji rastiyê dûr ketine û dibêjin ku rabûna miriyan jixwe çêbûye. Ew dibin sebeb ku hin kes baweriya xwe winda dikin. 19 Lê bingeha ku Xwedê daniye saxlem disekine û ev mor li ser e: “Yehowa kesên ku aîdî wî ne nas dike” û “Bila her kesê ku gazî navê Yehowa dike dev ji neheqiyê berde”.
20 Di maleke mezin de ne bi tenê firaqên ji zêr û zîv hene, lê firaqên ji dar û heriyê jî hene. Hin firaq ji bo karekî birûmet û hin jî ji bo karekî bêrûmet tên bikaranîn. 21 Îcar, eger kesek xwe ji firaqeke ku ji bo karekî bêrûmet tê bikaranîn, dûr bigire, ewê bibe wek firaqeke ku ji bo karekî birûmet tê bikaranîn. Ewê bê pîrozkirin, ji xwediyê xwe re bifeyde be û ji bo her karê qenc hazir be. 22 Loma ji xwestekên ciwaniyê bireve û bi kesên ku bi dilekî pak gazî Xudan dikin re bikeve pey rastdarî, bawerî, hezkirin û aştiyê.
23 Wekî din, xwe ji minaqeşeyên bêfeyde û bêaqil dûr bixe, çimkî tu bi xwe dizanî ku mirov ji ber van tiştan şer dikin*. 24 Gerek xulamê Xudan şer neke. Lê gerek ew li hember her kesî nazik be û di hînkirinê de jêhatî be. Wekî din, gava xerabî li wî tê kirin, gerek ew xwegirtinê nîşan bide 25 û bi nermî şîretan li serhildêran bike. Belkî Xwedê wê destûrê bide ku ew tobe bikin* û bigihîjin rastiyê*. 26 Belkî hingê ewê bên ser hişê xwe û ji dafika Îblîs, ê ku dixwaze wan bi saxî bigire ku ew daxwaza wî bînin cih, bifilitin.