2. Yûhena
1 Ez zilamê extiyar*, ji te re, yanî ji xwişka* ku ji aliyê Xwedê ve hatiye hilbijartin, û ji zarokên te re, dinivîsim. Ez ji dil ji we hez dikim. Û ne tenê ez, lê hemû kesên ku hatine ser rêya rastiyê jî ji we hez dikin. 2 Em ji we hez dikin, çimkî rastî di dilê me de ye û ewê heta hetayê bimîne. 3 Bavê me Xwedê û Kurê wî Îsa Mesîh wê vê rastiyê û hezkirinê bidin me. Ewê qenciya mezin li me bikin, bi me re dilovan bin û aştiyê bidin me.
4 Gava min bihîst ku hin zarokên te li gor emrê ku me ji Bav standiye li ser rêya rastiyê dimeşin, ez pir kêfxweş bûm. 5 Xwişka hilbijartî, ez ji te rica dikim, bila em ji hevdû hez bikin. (Ez ne emrekî nû, lê emrekî ku me ji destpêkê ve standibû, ji te re dinivîsim.) 6 Maneya hezkirinê ev e ku em bi dewamî li gor emrên Bav bimeşin. Emrê ku we ji destpêkê ve bihîstiye ev e: Bi dewamî li ser rêya hezkirinê bimeşin. 7 Çimkî gelek xapînok derketine dinyayê. Ew qebûl nakin ku Îsa Mesîh wek mirov* hatiye dinyayê. Ew xapînok û neyarê Mesîh e.
8 Hay ji xwe hebin ku hûn netîceyên keda destê me winda nekin, lê xelata xwe bi temamî bistînin. 9 Her kesê ku xwe li hîndariya Mesîh nagire û ji sînor derdikeve, Xwedê ne bi wî re ye. Lê kesê ku xwe li vê hîndariyê digire, hem Bav hem jî Kur bi wî re ne. 10 Eger kesek bê ba we û xwe li vê hîndariyê negire, wî kesî ne gazî mala xwe bikin, ne jî silavê lê bikin. 11 Çimkî kî silavê li wî bike, dibe hevparê kirinên wî yên xerab.
12 Ez dixwazim gelek tiştan ji we re bibêjim, lê ez naxwazim vêya bi kaxiz û hibrê binivîsim. Ez hêvî dikim ku ezê bêm ba we û rû bi rû bi we re sohbetê bikim, da ku hûn pir dilxweş bin.
13 Zarokên xwişka te ya hilbijartî silavan li te dikin.