Li gor Marqos
8 Di wan rojan de, dîsa gelek mirov top bûn, û li ba wan xwarin tunebû. Loma Îsa gazî şagirtên xwe kir û ji wan re got: 2 “Dilê min bi van mirovan dişewite. Êdî sê roj e ku ew bi min re ne, û xwarina wan nemaye. 3 Eger ez wan birçî bişînim malê, ewê di rê de ji birçan bikevin. Hin kes ji wan ji cihên dûr hatine.” 4 Lê şagirtên wî cewab da: “Li vî cihê tenha em ji ku derê dikarin ew qas nên bînin ku van mirovan têr bikin?” 5 Îsa ji wan pirsî: “Çend nanên we hene?” Wan got: “Heft.” 6 Wî ji mirovan re got ku bila ew li erdê rûnin. Paşê wî ew heft nan hildan û ji Xwedê re şikir kir, nan şikandin û dan şagirtên xwe, û wan li mirovan belav kirin. 7 Û çend masiyên biçûk jî li ba wan hebûn. Piştî ku Îsa ji bo wan şikir kir, wî ew jî dan belavkirin. 8 Mirovan xwar û têr bûn. Paşê wan heft selik bi pariyên bermayî ve tije kirin. 9 Li wê derê weke 4.000 mêr hebûn. Paşê wî ew şandin.
10 Îsa di cih de bi şagirtên xwe re li qeyîkê* siwar bû, û ew gihîştin herêma Dalmanûtayê. 11 Li wê derê Fêrisî hatin û dest pê kirin ku bi wî re şer bikin. Ji bo ku wî biceribînin, wan ji wî nîşaneke ji ezmên xwest. 12 Îsa axîneke kûr kişand û got: “Çima ev nesil* li nîşanekê digere? Bi rastî ez dibêjim, ji vî neslî re tu nîşanek wê neyê dayîn.” 13 Hingê wî ew hiştin, li qeyîkê siwar bû û derbasî aliyê din ê behrê bû.
14 Şagirtan ji bîr kir ku nên bi xwe re bibin. Ji xeynî nanekî, di qeyîkê* de li ba wan tiştek tunebû. 15 Îsa tembîh li wan kir û got: “Hay ji xwe hebin û xwe ji hevîrtirşê Fêrisiyan û ji hevîrtirşê Hêrodês biparêzin.” 16 Hingê şagirtan di nav xwe de minaqeşe kir, ji ber ku li ba wan nan tunebû. 17 Îsa bi vê yekê hesiya û ji wan pirsî: “Hûn çima li ser vê ku li ba we nan tune ye, minaqeşe dikin? Ma hûn heta niha fehm nakin? Ma dilê we ji bo fehmkirinê hê ne hazir e? 18 ‘Çavên we hene, ma hûn nabînin? Guhên we hene, ma hûn nabihîzin?’ Ma nayê bîra we, 19 wexta ku min bi pênc nanan 5.000 mêr têr kirin, we çend selikên tijî pariyên bermayî dabûn ber hev?” Wan ji wî re got: “Diwanzdeh.” 20 “Û wexta ku min bi heft nanan 4.000 mêr têr kirin, we çend selikên mezin tijî pariyên bermayî top kirin?” Wan ji wî re got: “Heft.” 21 Hingê Îsa ji wan pirsî: “Ma hûn hê jî fehm nakin?”
22 Ew gihîştin Beytsaydayê. Li wê derê, mirovan zilamekî kor anî ba Îsa û jê rica kir ku destê xwe deyne ser wî. 23 Îsa destê zilamê kor girt û ew ji gund derxist. Paşê tif kir çavên wî, destên xwe danî ser wî û jê pirsî: “Ma tu tiştekî dibînî?” 24 Zilam li derdora xwe nêrî û got: “Ez mirovan dibînim, lê ew wek darên ku dimeşin xuya dikin.” 25 Îsa dîsa destên xwe danî ser çavên wî, û wî êdî bi zelalî dît. Çavên zilam vebûn û wî her tişt baş dît. 26 Îsa ew şand malê û jê re got: “Nekeve nav gund.”
27 Îsa bi şagirtên xwe re çû gundên Qeyseriya Filîpos. Di rê de wî ji wan pirsî: “Bi dîtina xelkê, ez kî me?” 28 Wan cewab da: “Dibêjin Yehyayê* Vaftîzkar*, lê hin kes dibêjin Êlyas, û hin kesên din jî dibêjin yek ji pêxemberan.” 29 Hingê Îsa ji wan pirsî: “Lê hûn çi dibêjin? Bi dîtina we ez kî me?” Petrûs cewaba wî da: “Tu Mesîh î.” 30 Îcar wî şagirtên xwe tembîh kirin ku ew ji tu kesî re tiştekî li ser wî nebêjin. 31 Paşê wî dest pê kir ku şagirtên xwe hîn bike ku gerek Kurê Mirov cefayê bikişîne, ji aliyê rîspiyan, serokên kahînan û qanûnzanan ve bê redkirin û bê kuştin û piştî sê rojan bê rakirin. 32 Wî ev yek bi eşkereyî digot. Lê Petrûs ew da aliyekî û lê hilat. 33 Lê Îsa zivirî, li şagirtên xwe nêrî û bi hişkî ji Petrûs re got: “Dev ji min berde, Şeytan! Çimkî tu ne mîna Xwedê, lê mîna mirovan difikirî.”
34 Piştre Îsa xelk û şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û ji wan re got: “Eger yek ji we bixwaze li pey min were, gerek ew êdî ne ji bo xwe bijî. Gerek ew darê xweyî îşkenceyê hilgire û bi dewamî li pey min were. 35 Çimkî yê ku dixwaze jiyana* xwe xelas bike, ewê wê winda bike. Lê yê ku jiyana* xwe ji bo xatirê min û ji bo xatirê mizgîniyê winda dike, ewê wê xelas bike. 36 Eger mirovek temamiya dinyayê bi dest bixe, lê jiyana* xwe winda bike, ma çi feydeya wî heye? 37 Gelo mirov dikare çi bide ku jiyana* xwe bi dest bixe? 38 Yê ku di nav vî neslê* nedilsoz* û gunehkar de ji ber min û gotinên min şerm bike, wexta ku Kurê Mirov di rûmeta Bavê xwe de bi melekên pîroz re were, ewê jî ji ber wî kesî şerm bike.