Îbranî
4 Madem ku soza ketina nav warê rehetiya Xwedê hê heye, bila em hay ji xwe hebin* ku tu kes ji me vê sozê winda neke. 2 Çimkî wek ku mizgînî ji wan re hatibû dayîn, ew ji me re jî hatiye dayîn. Lê belê, gotinên ku wan bihîstin ji bo wan bêfeyde bûn, çimkî baweriya wan ne wek baweriya kesên guhdar bû. 3 Lê em, ên ku bawer dikin, dikevin nav warê rehetiya wî. Lê li ser kesên neguhdar Xwedê wisa got: “Loma min di hêrsa xwe de sond xwar: ‘Ewê nekevin nav warê rehetiya min.’” Bi eslê xwe karên Xwedê ji dema avakirina dinyayê ve xelas bûne. 4 Wî li cihekî li ser roja heftan wisa got: “Xwedê di roja heftan de ji hemû karên xwe îstirihet kir.” 5 Û li vî cihî wî dîsa wisa got: “Ewê nekevin nav warê rehetiya min.”
6 Ji ber ku yên ku mizgînî pêşî bihîst neguhdar bûn, ew neketin nav warê rehetiya Xwedê. Lê hê mumkin e ku hin kes bikevin nav warê rehetiya wî. 7 Ji ber vê yekê, piştî wexteke dirêj Xwedê di zebûra Dawid de dîsa rojek hilbijart ku jê re “Îro” tê gotin. Çawa ku berê di vê nameyê de hat gotin: “Îro, gava hûn dengê min bibihîzin, dilê xwe hişk nekin.” 8 Eger Yêşû ew ber bi warekî rehetiyê bibirana, hingê Xwedê wê behsa rojeke din nekira. 9 Loma ji bo xelkê Xwedê îstiriheta roja Sebtê* dimîne. 10 Çawa ku Xwedê ji karên destê xwe bêhna xwe veda, kesê ku dikeve nav warê rehetiya Xwedê jî ji karê destê xwe bêhna xwe vedide.
11 Loma çi ji destê me tê bila em bikin ku bikevin nav warê rehetiya Xwedê, da ku tu kes ji me nekeve ser rêya neguhdariyê. 12 Peyva Xwedê zindî ye û gelek biqudret e û ji her şûrê dudev tûjtir e. Heta ew dikeve nav can û ruh û hem hestî hem jî mejiyê hestiyan ji hev vediqetîne. Peyva Xwedê dikare fikir û niyetên dilê me tê derxîne. 13 Tu kes û tu tişt li ber çavê Xwedê ne veşartî ye. Lê belê, her tişt li ber çavê yê ku emê hesab bidin wî, vekirî ye û bi zelalî tê dîtin.
14 Ji ber ku Kahînê meyî mezin û bilind Îsa Kurê Xwedê ye û ew çû ezmanan, bila em bi dewamî li ser baweriya xwe ya bi wî xeber bidin. 15 Kahînê meyî mezin kêmasiyên me fehm dike, çimkî ew jî mîna me ji her aliyî ve hat ceribandin, lê wî guneh nekir. 16 Îcar bila em nêzîkî textê Xwedê bibin, ê ku qenciya mezin li me dike*, û ji wî re bê tirs dua bikin. Bi vî awayî, gava em hewceyî alîkariyê ne, emê dilrehmî û qenciya wî ya mezin bistînin.