Nameya ji Galatiyan re
3 Ey Galatiyên nefehmdar! Kê hûn kirin bin vê tesîra xerab? Ma ji we re bi zelalî nehatiye nîşandayîn ku Îsa Mesîh li ser dar hat bizmarkirin*? 2 Ez dixwazim tiştekî ji we bipirsim: Ma ruhê pîroz ji we re hatiye dayîn ji ber ku hûn li gor qanûnê dimeşin, yan ji ber ku hûn bi tiştên ku we bihîstine bawer dikin? 3 Ma hûn ew qas nefehmdar in? Di destpêkê de hûn li gor ruhê pîroz dimeşiyan, ma niha hûn li gor nêrîna mirovan dimeşin? 4 Ma we badîhewa ew qas tengasî kişandin? Ez bawer nakim ku badîhewa bû! 5 Yê ku ruhê pîroz dide we û di nav we de mucîzeyan çêdike, ma ew vê yekê dike ji ber ku hûn li gor qanûnê dimeşin, yan ji ber ku hûn bi tiştên ku we bihîstine bawer dikin? 6 Ka li ser Birahîm bifikirin, ê ku “baweriya xwe bi Yehowa anî û wek kesekî rast hat hesabkirin”.
7 Wek hûn dizanin, kesên ku xwe li baweriyê digirin, kurên Birahîm ew in. 8 Nivîsarên Pîroz ji berê ve nîşan da ku Xwedê wê mirovên ji miletên din bi saya baweriya wan wek kesên rast derxîne. Û ji berê ve ev mizgînî ji Birahîm re hat dayîn: “Bi destê te hemû milet wê bên bibereketkirin.” 9 Îcar kesên ku xwe li baweriyê digirin wê wek Birahîm, ê ku baweriya wî hebû, bên bibereketkirin.
10 Hemû kesên ku xwe dispêrin vê yekê ku ew xwe li qanûnê digirin, lanet li wan e, çimkî wisa nivîsî ye: “Kesên ku xwe her tim li gor hemû tiştên ku di kitêba Qanûnê de nivîsî ne, nagirin, lanet li wan e.” 11 Bi ser de, eşkere ye ku tu kes bi vê yekê ku ew xwe li Qanûnê digire li ber Xwedê rast dernakeve, çimkî “yê rast wê bi saya baweriya xwe bijî”. 12 Qanûn ne li ser esasê baweriyê ye, lê “yê ku wan tiştan dike wê bi saya wan bijî”. 13 Mesîh bi vê yekê ku ew li şûna me ket bin lanetê, em kirîn û ji laneta Qanûnê azad kirin. Çimkî wisa nivîsî ye: “Her kesê ku li dar xistî ye, lanet li wî ye.” 14 Ev yek çêbû, da ku bi saya Mesîh Îsa bereketa ku ji Birahîm re hatiye sozdayîn, bigihîje miletên din. Û bi vê yekê emê bi saya baweriya xwe ruhê pîroz, ê ku Xwedê soz daye, bistînin.
15 Birano, ez dixwazim mîsaleke ji jiyana rojane bînim zimên: Eger peymanek ji aliyê mirovekî ve bê çêkirin jî, tu kes nikare wê betal bike yan tiştekî lê zêde bike. 16 Soz ji Birahîm û ji zuriyeta wî re hatin dayîn. Di Nivîsarên Pîroz de nayê gotin, “zuriyetên te”, qey ew behsa gelekan dike. Lê tê gotin, “zuriyeta te”, yanî behsa yek kesî dike, û ev kes Mesîh e. 17 Wekî din, ez dibêjim: Qanûna ku piştî 430 salî hat dayîn, nikare peymana ku Xwedê ji berê ve dabû, betal bike û bi vî awayî sozê pûç bike. 18 Eger mîras bi pêkanîna qanûnê ve girêdayî ye, îcar ew êdî ne bi sozê ve girêdayî ye. Lê belê, Xwedê bi dilovanî bi destê soza xwe ev mîras da Birahîm.
19 Îcar Qanûn çima hatiye dayîn? Heta ku zuriyeta ku soz ji wî re hatiye dayîn bê, ev qanûn ji bo eşkerekirina gunehan hat dayîn. Xwedê qanûn da melekan û wan ev qanûn bi destê navberkarekî gihand mirovan. 20 Lê belê, eger kesek bi tena serê xwe peymanek çêke, navberkar ne lazim e. Gava Xwedê peyman çêkir, wî ev peyman bi tena serê xwe çêkir. 21 Îcar, ma Qanûn li dijî sozên Xwedê ye? Helbet na! Çimkî eger ji mirovan re qanûneke ku jiyanê dide, bihata dayîn, hingê ewê bi saya pêkanîna qanûnê rast bihatana dîtin. 22 Lê Nivîsarên Pîroz nîşan didin ku hemû mirov di bin destê guneh de ne. Bi vî awayî, kesên ku bawer dikin wê bibin xwediyê tiştên baş. Û ev tişt ji kesên ku bi Îsa Mesîh bawer dikin re hatine sozdayîn.
23 Berî hatina baweriyê, qanûnê em diparastin. Em di bin destê wê de bûn û li benda baweriya ku gerek bihata eşkerekirin, bûn. 24 Bi vî awayî, Qanûn bû mamosteyê* me û em ber bi Mesîh ve dibirin, da ku em bi saya baweriyê wek kesên rast bên derxistin. 25 Lê niha, ji ber ku bawerî hatiye, em êdî ne di bin destê mamosteyekî de ne.
26 Bi eslê xwe, hûn hemû bi saya baweriya xwe ya bi Mesîh Îsa kurên Xwedê ne. 27 Çimkî hûn hemû, yên ku bi navê Mesîh vaftîz bûn*, we şexsiyeta Mesîh li xwe kiriye. 28 Êdî ferq nake hûn Cihû yan Yûnan bin, xulam yan azad bin, mêr yan jin bin, hûn hemû bi Mesîh Îsa re di yekîtiyê de ne û hûn yek in. 29 Û eger hûn aîdî Mesîh in, hûn bi rastî ji zuriyeta Birahîm in û hûnê soza ku ji Birahîm re hatiye dayîn wek mîras bistînin.