Li gor Yûhena
12 Şeş roj berî Cejna Derbasbûnê, Îsa hat Beytanyayê. Lazarê ku wî ji mirinê rakiribû li wê derê dijiya. 2 Li wê derê wan şîvek ji bo Îsa hazir kir. Martayê xizmet dikir, lê Lazar bi Îsa û bi kesên din re li ser sifrê rûniştî bû. 3 Hingê Meryemê nêzîkî nîv lître rûnê bêhnxweş û giranbiha ji nardîna saf li ser lingên Îsa rijand û bi porê xwe lingên wî ziwa kirin. Temamiya malê bi bêhna rûnê bêhnxweş tije bû. 4 Lê yekî ji şagirtên Îsa, Cihûdayê Îsxeryot, ê ku wê paşê ew bidaya dest, got: 5 “Çima ev rûnê bêhnxweş bi 300 dînarî nehat firotin û di nav feqîran de nehat belav kirin?” 6 Wî ev yek ne ji ber ku wî xema feqîran dixwar, lê ji ber ku ew diz bû, got. Qutiya pereyan li cem wî bû, û wî pere jê didizî. 7 Hingê Îsa got: “Wê rihet bihêlin, bila ew vê adetê pêk bîne, da ku min ji bo roja defnkirinê* hazir bike. 8 Kesên feqîr her tim li ba we ne, lê ezê ne her tim li ba we bim.”
9 Gava gelek Cihû pê hesiyan ku Îsa li wê derê ye, ew hatin, da ku ne bi tenê Îsa, lê Lazarê ku wî ji mirinê rakiribû jî, bibînin. 10 Îcar serokên kahînan li rêyekê digeriyan ku Lazar jî bikujin, 11 çimkî gelek Cihû ji ber wî diçûn wê derê û bawerî bi Îsa dianîn.
12 Roja din, xelkê ku hatibûn cejnê, bihîst ku Îsa tê Orşelîmê. 13 Wan çiqilên xurmeyan hildan, çûn pêşiya wî û bi dengekî bilind digot: “Xwedê, em ji te rica dikin, wî xelas bike! Yê ku bi navê Yehowa tê, Padîşahê Îsraîlê, bikerem e!” 14 Îsa ji xwe re dehşikek dît û lê siwar bû, wek ku hatiye nivîsîn: 15 “Netirse, keça Siyonê. Binêre, Hukimdarê te li ser pişta dehşikê siwar bûye û tê.” 16 Di destpêkê de, şagirtên wî ev tişt fehm nekir, lê gava Îsa hat birûmetkirin, hat bîra wan ku ev hemû tişt li ser wî hatibûn nivîsîn, û eynî wisa çêbû.
17 Ew xelkê ku dît ku Îsa gazî Lazar kiribû ku ew ji mezel derkeve û ji mirinê rakiribû, bi dewamî şahidiya vê yekê dikir. 18 Gelek mirovan di heqê vê mucîzeyê de bihîst, loma ew çûn pêşiya wî. 19 Fêrisiyan di nav xwe de got: “Hûn dibînin, tiştek ji destê me nayê. Dinya alem li pey wî diçe.”
20 Di nav kesên ku hatin cejnê de, da ku îbadetê bikin, hin kesên Yûnanî jî hebûn. 21 Ew hatin ba Filîpos, ê ku ji Beytsaydaya Celîleyê bû, û ji wî rica kir: “Ezbenî, em dixwazin Îsa bibînin.” 22 Filîpos çû û ji Andreas re got. Paşê Andreas û Filîpos jî çûn û ji Îsa re gotin.
23 Îsa ji wan re got: “Saeta ku Kurê Mirov bê birûmetkirin hatiye. 24 Bi rastî, heta ku liba genim* nekeve û nemire, ew bi tenê wek libek dimîne. Lê eger ew bimire, ewê gelek ber bide. 25 Yê ku ji jiyana* xwe hez dike, ewê wê winda bike*. Lê yê ku di vê dinyayê de ji jiyana* xwe nefret dike, ewê wê ji bo jiyana herheyî biparêze. 26 Eger kesek bixwaze xizmeta min bike, bila ew li pey min were, û ez li ku derê bim, xizmetkarê min jî wê li wê derê be. Eger kesek bixwaze xizmeta min bike, Bav wê rûmetê bide wî. 27 Niha dilê min teng bûye, ma ez çi bibêjim? Bavo, min ji vê saetê xelas bike. Lê belê, ez ji bo vê saetê hatime. 28 Bavo, navê xwe birûmet bike.” Hingê dengek ji ezmên hat: “Min ew birûmet kiriye, û ezê dîsa birûmet bikim.”
29 Mirovên ku li wê derê sekinî bûn, ev yek bihîst û got ku ezman guregur kir. Hin kesan got: “Melekek bi wî re xeber da.” 30 Îsa got: “Ev deng ne ji bo min, lê ji bo we hat. 31 Niha ev dinya tê hukimkirin, û serokê vê dinyayê wê bê avêtin derve. 32 Lê gava ku ez ji erdê bêm rakirin*, ezê hemû cureyên mirovan bikişînim ba xwe.” 33 Wî bi van gotinan nîşan da ku ewê li nêzîk bi çi awayî bimire. 34 Hingê xelkê ji wî re got: “Di Qanûnê de tê gotin ku Mesîh wê heta hetayê bijî. Îcar tu çawa dikarî bibêjî ku gerek Kurê Mirov ji erdê bê rakirin*? Ev Kurê Mirov kî ye?” 35 Îsa ji wan re got: “Ronahî wê ji bo demeke kin hê di nav we de bimîne. Heta ronahî hê li ba we ye, di ronahiyê de bimeşin, da ku tarî we bindest neke. Kesê ku di tariyê de dimeşe, nizane ku ew diçe ku derê. 36 Heta ku ronahî li ba we be, bi ronahiyê bawer bikin, da ku hûn bibin kurên ronahiyê.”
Piştî ku Îsa ev tişt gotin, ew çû û xwe ji wan veşart. 37 Her çi qas wî li ber çavê wan gelek mucîze çêkirin jî, wan bawerî bi wî nedianî. 38 Ev yek çêbû, da ku gotinên Îşaya pêxember bên cih: “Yehowa, kê bi xebera me bawer kiriye? Û Yehowa qeweta* xwe ji kê re nîşan daye?” 39 Sebeba ku wan nikaribû baweriya xwe bi wî bînin, Îşaya ev jî gotiye: 40 “Wî çavên wan kor kirine û dilê wan hişk kiriye, da ku ew bi çavên xwe nebînin û bi dilê xwe fehm nekin û venegerin ba min ku ez wan qenc bikim.” 41 Îşaya wisa got, çimkî wî rûmeta Mesîh dît û li ser wî xeber da. 42 Lê belê, dîsa jî gelek serokan bawerî bi wî anî, lê wan ev yek bi eşkereyî qebûl nedikir, da ku Fêrisî wan ji sînagogê* dernexin. 43 Çimkî wan ji razîbûna Xwedê zêdetir ji razîbûna mirovan hez dikir.
44 Îsa bi dengekî bilind got: “Yê ku baweriyê bi min tîne, ne tenê bi min, lê bi yê ku ez şandime jî baweriyê tîne. 45 Û yê ku min dibîne, yê ku ez şandime jî dibîne. 46 Ez wek ronahî hatim dinyayê, da ku her kesê ku baweriyê bi min bîne, di tariyê de nemîne. 47 Ez kesê ku gotinên min dibihîze û li gor wan nake, hukim nakim. Çimkî ez nehatime ku dinyayê hukim bikim, lê ez hatime ku dinyayê xelas bikim. 48 Yê ku min red dike û gotinên min qebûl nake, yekî ku wî hukim bike, heye. Di roja dawîn de peyva ku min gotiye, wê wî hukim bike. 49 Çimkî min ji ber xwe xeber nedaye, lê Bavê ku ez şandime emir daye min ku ez çi bibêjim û çi hîn bikim. 50 Û ez dizanim ku emrê wî dibe ber bi jiyana herheyî ve. Loma her tiştê ku ez dibêjim, Bav çawa ji min re gotiye ez wisa dibêjim.”