Li gor Lûqa
2 Di wan rojan de Qeyser* Augustus emir da ku dinya alem navê xwe bide nivîsandin. 2 (Ev navnivîsandina pêşîn li dema ku Kûrêniyos waliyê Sûriyê bû derbas bû.) 3 Her kes çû û di bajarê xwe de navê xwe da nivîsandin. 4 Helbet Ûsiv jî ji Nasiraya* Celîleyê çû bajarê Dawid ê li Cihûstanê, ku jê re Beytlehem tê gotin, çimkî ew ji mal û zuriyeta Dawid bû. 5 Ew bi jina xwe Meryemê re çû ku navê xwe bide nivîsandin. Wê demê Meryem bihemle bû. 6 Gava ew li wê derê bûn, wext hat ku ew zarok bîne dinyayê. 7 Û wê kurê xwe anî dinyayê, ew zarokê wê yê pêşîn bû. Wê ew di pêçekê de pêçand û di afirekî de danî, çimkî di mêvanxaneyê de ji bo wan cih tunebû.
8 Li eynî herêmê şivanan li derve bi şev nobedariya keriyên xwe dikir. 9 Ji nişka ve melekê Yehowa ji wan re xuya bû û rûmeta Yehowa li dora wan şewq da, û tirseke mezin ket dilê wan. 10 Lê melek ji wan re got: “Netirsin! Ez hatim ku mizgîniyê bidim we, ya ku wê ji bo hemû xelkê dilxweşiyeke mezin bîne. 11 Ji ber ku îro li bajarê Dawid xelaskarek ji we re hat dinyayê. Ew Mesîh û Efendî ye. 12 Bila ev yek ji we re bibe nîşan: Hûnê zarokekî nûbûyî di pêçekê de pêçayî û di afirekî de raketî bibînin.” 13 Ji nişka ve gelek melekên din* jî xuya bûn, wan pesnê Xwedê dida û digot: 14 “Ji Xwedayê Jorîn re rûmet be, û li ser rûyê erdê li nav mirovên ku Xwedê ji wan razî ye aştî be.”
15 Gava melek vegeriyan ezmên, şivanan ji hev re got: “Rabin, em herin Beytlehemê û tiştên çêbûyî, yên ku Yehowa bi me dan zanîn, bibînin.” 16 Ew bi lez çûn wê derê û wan Meryem, Ûsiv û zarokê di afir de dîtin. 17 Gava şivanan zarok dît, wan behsa xebera ku li ser zarok ji wan re hatibû gotin, kir. 18 Her kesê ku gotinên şivanan bihîstin, şaş ma. 19 Lê belê, Meryemê ev hemû gotin di dilê xwe de xwedî kirin û li ser wan kûr difikirî ku maneya wan fehm bike. 20 Paşê şivan vegeriyan û ji bo hemû tiştên ku wan dîtin û bihîstin, pesn û rûmet didan Xwedê. Çawa ku ji wan re hatibû gotin, her tişt eynî wisa çêbû.
21 Di roja heştan de, gava wext hat ku zarok bê sinetkirin, wan navê wî kir Îsa. Berî ku Meryem bihemle bibe, melek ev nav ji wê re gotibû.
22 Gava wexta paqijbûna li gor Qanûna Mûsa hat, Ûsiv û Meryemê zarok bir Orşelîmê, da ku wî pêşkêşî Yehowa bikin. 23 Wek ku di Qanûna Yehowa de hatiye nivîsîn: “Her kurê pêşîn gerek ji Yehowa re bê dayîn.” 24 Û li gor Qanûna Yehowa, ya ku dibêje: “du qumrî yan jî du têjikên kevokan”, wan qurbanek pêşkêş kir.
25 Wê demê li Orşelîmê zilamekî bi navê Şîmeon hebû. Ew yekî rast bû û ji Xwedê ditirsiya, û li benda wê wextê bû ku Xwedê dilrihetiyê bide Îsraîlê, û ruhê pîroz li ser wî bû. 26 Wekî din, Xwedê bi destê ruhê pîroz ji wî re eşkere kiribû ku ewê mirinê nebîne heta ku ew Mesîhê Yehowa bibîne. 27 Di bin rêberiya ruhê pîroz de ew hat îbadetgehê. Gava Ûsiv û Meryemê Îsayê biçûk li gor adetê anî îbadetgehê ku Qanûnê bînin cih, 28 Şîmeon zarok xist hembêza xwe, pesnê Xwedê da û got: 29 “Ya Rebê Mezin, wek ku te soz daye, tu niha îznê didî xulamê xwe ku ew bi xêr û selametî here. 30 Çimkî çavê min rêya xelaskirinê dît, 31 a ku te hazir kiriye, da ku hemû milet bibînin, 32 ew e ronahiya ku perdeya li ser çavê mirovan radike û rûmeta xelkê te Îsraîlê.” 33 Dê û bavê zarok ji ber tiştên ku li ser wî hatin gotin, ecêbmayî man. 34 Şîmeon pesnê wan da û ji diya zarok Meryemê re got: “Ev zarok wê bibe sebebê rabûn û ketina gelek kesên li Îsraîlê. Û ewê bibe nîşaneke ku mirov li dijî wê xeber bidin, 35 da ku fikrên gelek dilan bên eşkerekirin (erê, şûrekî dirêj wê di canê te re here).”
36 Li wê derê pêxembereke pîr a bi navê Hana hebû. Ew keça Fanowêl bû û ji eşîra Aşer bû. Piştî zewaca xwe ew heft sal bi mêrê xwe re jiyabû. 37 Ew jinebî bû û êdî 84 salî bû. Wê qet dev ji îbadetgehê bernedida, û bi rojîgirtin û lavayê şev û roj xizmeta pîroz dikir. 38 Ew di eynî saetê de hat û wê ji Xwedê re şikir dikir. Û wê bi hemûyan re ku li benda xelaskirina Orşelîmê bûn li ser zarok xeber dida.
39 Û gava wan her tişt li gor Qanûna Yehowa pêk anî, ew vegeriyan bajarê xwe Nasiraya* Celîleyê. 40 Zarok mezin û xurt dibû û hîkmeta wî zêde dibû. Û Xwedê ji wî razî bû.
41 Dê û bavê Îsa her sal ji bo Cejna Derbasbûnê diçûn Orşelîmê. 42 Gava Îsa 12 salî bû, ew li gor adeta cejnê hilkişiyan Orşelîmê. 43 Piştî ku rojên cejnê derbas bûn, ew vegeriyan mala xwe. Lê Îsa li Orşelîmê ma, û dê û bavê wî bi vê yekê nehesiyan. 44 Ew fikirîn ku ew di nav rêwiyan de ye, loma ew rêya rojekê meşiyan. Paşê wan dest pê kir ku di nav meriv û hevalên xwe de li wî bigerin. 45 Lê gava wan ew nedît, ew vegeriyan Orşelîmê û li her derê li wî geriyan. 46 Piştî sê rojan, wan ew di îbadetgehê de dît. Ew di nav mamosteyan de rûniştî bû, guh dida wan û pirs dipirsîn. 47 Her kesê ku guh dida wî bi fehmdariya wî û cewabên wî ecêbmayî dima. 48 Gava dê û bavê wî ew li wê derê dît, ew şaş man û diya wî ji wî re got: “Kurê min, te çi anî serê me? Ez û bavê te, em pir xemgîn bûn, û em li her derê li te digeriyan.” 49 Lê wî ji wan re got: “Hûn çima li min digeriyan? Ma we nizanibû ku gerek ez li mala Bavê xwe bim?” 50 Lê belê, wan ji gotinên wî fehm nekir.
51 Îcar ew bi wan re vegeriya Nasirayê* û guhdariya wan dikir*. Lê diya wî ev hemû gotin di dilê xwe de xwedî kirin. 52 Îsa mezin dibû û hîkmeta wî zêde dibû, û hem Xwedê, hem jî mirov ji wî razî bûn.