Nameya Aqûb
4 Gelo şer û minaqeşeyên di nav we de ji ku derê tên? Ma ew ne ji daxwazên nefsê tên, ên ku di dilê we de şer dikin? 2 Hûn dixwazin, lê nastînin. Hûn dikujin û çavnebariyê dikin, lê hûn nikarin bistînin. Hûn minaqeşe û şer dikin û tiştekî nastînin, çimkî hûn ji Xwedê naxwazin. 3 Lê gava hûn dixwazin, hûn tiştekî nastînin, çimkî hûn bi niyeteke xerab dixwazin, da ku hûn bikarin xwestekên xwe yên nefsê têr bikin.
4 Ey kesên nedilsoz*, ma hûn nizanin ku dostaniya bi dinyayê re tê maneya dijminahiya bi Xwedê re? Loma kesê ku dixwaze bibe dostê dinyayê, ew xwe dike dijminê Xwedê. 5 Ma hûn difikirin ku di Nivîsarên Pîroz de badîhewa wisa tê gotin: “Ji ber ku di hundirê me de hesûdî heye, em her tim tiştekî dixwazin.” 6 Lê belê, qenciya mezin a ku Xwedê li me dike ji vê hesûdiyê mezintir e. Loma di Nivîsarên Pîroz de tê gotin: “Xwedê li hember kesên pozbilind disekine, lê ew qenciya xwe ya mezin li kesên dilnizm dike.”
7 Ji ber vê yekê, bi ya Xwedê bikin û li hember Îblîs bisekinin, û ewê ji we bireve. 8 Nêzîkî Xwedê bibin, û ewê jî nêzîkî we bibe. Gunehkarno, xwe ji kirinên xwe yên xerab paqij bikin. Dudilîno, dilên xwe pak bikin. 9 Bigirîn û şînê bigirin. Bila kenê we bibe şîn, û bila kêfxweşiya we bibe keder. 10 Xwe li ber Yehowa nizm bikin, û ewê we bilind bike.
11 Birano, dev jê berdin ku hûn li dijî hev xeber bidin. Kesê ku li dijî birayê xwe xeber dide yan jî wî mehkûm dike, ew li dijî qanûnê xeber dide û qanûnê mehkûm dike. Eger tu qanûnê mehkûm dikî, tu qanûnê pêk naynî, lê tu xwe dikî hakim. 12 Tenê Xwedê Qanûndar û Hakim e, û tenê ew dikare xelas bike yan jî helak bike. Lê tu, tu kî yî ku tu cîranê xwe mehkûm dikî?
13 Hin ji we wisa dibêjin: “Îro yan sibê emê herin filan yan bêvan bajarî û salekê li wê derê bimînin. Emê dest bi îşekî bikin û gelek pereyan qezenc bikin.” 14 Lê hûn nizanin ka sibê çi wê bê serê we. Çimkî jiyana we wek hilmekê ye, ya ku ji bo demekê xuya dibe û paşê winda dibe. 15 Baştir e ku hûn wisa bibêjin: “Eger Yehowa bixwaze, emê bijîn û emê wisa û wisa bikin.” 16 Lê hûn bi quretî gelek pesnê xwe didin. Ev pesndayîn pir xerab e. 17 Loma, yê ku dizane ku ya rast çi ye û dîsa jî wê nake, ew guneh dike.