1. Petrûs
5 Ji ber ku ez wek we rîspî me, û min cefayên Mesîh bi çavên xwe dîtine, û ezê jî rûmeta ku wê bê eşkerekirin, bistînim, ez ji rîspiyên di nav we de rica dikim: 2 Şivantiya keriyê Xwedê, yê ku wî emanetî we kiriye, bikin. Wek çavdêr mesûliyeta xwe ne bi mecbûrî, lê bi dilxwazî li ber Xwedê pêk bînin. Vê xizmetê ne ji ber ku hûn ji aliyê madî ve tiştekî qezenc bikin, lê bi xîreteke mezin bikin. 3 Nebin axayên kesên ku hatin emanetî we kirin*, lê ji keriyê Xwedê re bibin emsal. 4 Hingê, gava serokê şivanan xuya bibe, hûnê xelata birûmet*, a ku qet winda nabe, bistînin.
5 Bi eynî awayî, ey hûn, birayên ciwan, bi ya birayên ku ji we mezintir in* bikin. Lê hûn hemû li hember hev dilnizm bin, çimkî Xwedê li hember kesên pozbilind disekine, lê ew qenciya xwe ya mezin li kesên dilnizm dike.
6 Loma bi dilnizmî xwe bixin bin destê Xwedayê biqudret, da ku ew we di wexta rast de bilind bike. 7 Hemû xemên xwe bixin destê wî*, çimkî ew bi we eleqedar e*. 8 Bihîkmet bin* û hişyar bin! Dijminê we Îblîs wek şêrekî dihumîne û li kesekî digere ku wî bixwe. 9 Lê hûn bi baweriyeke xurt li hember Îblîs bisekinin. Çimkî hûn dizanin ku hemû birayên we li seranserê dinyayê eynî cefayan dikişînin. 10 Xwedayê ku tijî qenciya mezin e gazî we kiriye ku hûn bi Mesîh re di yekîtiyê de bin û her û her bên birûmetkirin. Piştî ku we ji bo demekê cefa kişand, Xwedê wê bi xwe perwerdeya we temam bike. Ewê we xurt bike, ewê alî we bike ku hûn dilsoz bimînin û ewê we qewî bike. 11 Bila qudret her û her a wî be. Amîn.
12 Min bi alîkariya Sîlvanos*, ê ku ez wek birayekî dilsoz dibînim, ev nameya biçûk ji we re nivîsî, da ku ez dilê we xurt bikim û nîşanî we bidim ku Xwedê bi rastî qenciya xwe ya mezin li we kiriye. Dev ji vê qenciyê bernedin. 13 Jinika ku li Babîlê ye û wek we ji aliyê Xwedê ve hatiye hilbijartin, silavan li we dike. Wekî din, kurê min Marqos jî silavan li we dike. 14 Bi hezkirinê* silavan li hevdû bikin.
Bila aştî bi her kesê ku bi Mesîh re di yekîtiyê de ye be.