Li gor Lûqa
8 Piştî demekê, Îsa bajar bi bajar û gund bi gund digeriya û mizgîniya Hukimdariya Xwedê belav dikir. Diwanzdeh* bi wî re bûn, 2 û wekî din çend jin jî bi wî re bûn, ên ku ji cinan xelas bûbûn û ji nexweşiyan qenc bûbûn: Meryema Mejdelanî, ya ku heft cin jê derketibûn, 3 Yohana jina Xûzayê rêveberê mala Hêrodês, Sûsana û gelek jinên din, ên ku bi mal û milkê xwe destek dida wan.
4 Gava gelek mirov û kesên ku bi wî re bajar bi bajar digeriyan li hev top bûn, wî mîsalek ji wan re got: 5 “Cotkarek derket ku toxim biçîne. Gava wî toxim direşandin, hin ji wan ketin ser rê, û xelkê pê lê kir û çivîkên ezmanan ew xwarin. 6 Hin ji wan ketin ser erdê kevirî, û piştî ku ew şîn bûn ew hişk bûn, çimkî ew bê av bûn. 7 Hin toxim ketin nav striyan, strî bi wan re mezin bûn û ew fetisandin. 8 Lê hin toxim ketin ser erdê baş, û piştî ku ew şîn bûn, wan 100 qat zêdetir ber da.” Piştî ku wî ev yek got, wî bi dengekî bilind gazî kir: “Guhên kê hene, bila baş guh bide.”
9 Lê şagirtan ji wî pirsî ka maneya vê mîsalê çi ye. 10 Wî got: “Sirên pîroz ên Hukimdariya Xwedê ji we re hatine vekirin, lê ji kesên din re ew bi destê mîsalan tên gotin. Çimkî ew dinêrin, lê dîsa jî nabînin, û guh didin, lê dîsa jî fehm nakin. 11 Maneya vê mîsalê ev e: Toxim Peyva Xwedê ye. 12 Maneya toximên ku ketine ser rê ev e ku mirovan Peyva Xwedê bihîst, paşê Îblîs tê û peyvê ji dilê wan derdixe, da ku ew bawer nekin û xelas nebin. 13 Maneya toximên ku ketine ser erdê kevirî ev e ku mirov Peyva Xwedê dibihîzin, bi kêfxweşî qebûl dikin, lê koka wan tune ye. Ew ji bo wextekê bawer dikin, lê gava ew tên ceribandin, ew ji rê derdikevin. 14 Maneya toximên ku ketine nav striyan ev e ku mirovan Peyva Xwedê bihîst, lê ji ber xem, dewlemendî û kêfên vê jiyanê, ew bi temamî tên fetisandin û berê gihîştî nadin. 15 Maneya toximên ku ketine ser erdê baş ev e ku mirov Peyva Xwedê bi dilekî baş û pak dibihîzin, xwedî dikin û bi bêhnfirehî ber didin.
16 Tu kes qendîlê vênaxe û naxe bin firaqekê yan bin nivînan, lê ew wê datîne ser mûmdankê, da ku kesên ku dikevin hundir ronahiyê bibînin. 17 Tu tiştê veşartî tune ye ku neyê dîtin, û tu tiştê nixumandî tune ye ku tu car neyê eşkerekirin û heta hetayê veşartî bimîne. 18 Ji ber vê yekê, bala xwe bidinê ku hûn çawa guh didin, çimkî li ba kê heye, ji wî re zêdetir wê bê dayîn. Lê li ba kê tune ye, tiştê ku ew difikire ku li ba wî heye jî, wê ji wî bê standin.”
19 Dê û birayên Îsa hatin cem wî, lê ji ber xelkê wan nikaribû nêzîkî wî bibin. 20 Loma ji wî re hat gotin: “Diya te û birayên te li derve sekinî ne, ew dixwazin te bibînin.” 21 Îsa jî got: “Yên ku guh didin gotinên Xwedê û wan pêk tînin, diya min û birayên min ew in.”
22 Rojek ji rojan, ew û şagirtên wî li qeyîkê* siwar bûn, û wî ji wan re got: “Werin em derbasî aliyê din ê behrê bibin.” Û ew bi rê ketin. 23 Gava ew bi qeyîkê diçûn, Îsa bi xew re çû. Li behrê bayekî qewî rabû, qeyîka wan tijî av dibû û ew ketin talûkeyê. 24 Şagirt çûn ba wî, ew hişyar kir û got: “Mamoste, Mamoste, emê bimirin!” Hingê ew rabû, ferman da ba û pêlên avê. Ba û bager sekinî û bêdengiyek çêbû. 25 Hingê wî ji wan re got: “Ka baweriya we?” Lê ew gelek tirsiyan, heyran man û ji hevdû re gotin: “Gelo ev kî ye? Ew heta ferman dide ba û avê, û ew jî bi ya wî dikin.”
26 Ew gihîştin herêma xelkê Gerasînayê, ya ku li aliyê din ê Celîleyê bû. 27 Gava Îsa ji qeyîkê* peya bû, zilamekî ji bajêr, ê ku bi cin ketibû, rastî wî hat. Wî ji demeke dirêj ve kinc li xwe nekiribûn, û ew ne li malê, lê di nav goristanê de dijiya. 28 Gava wî Îsa dît, wî kir qîrîn, xwe li ber wî avêt erdê û bi dengekî bilind got: “Ya Îsa, Kurê Xwedayê Jorîn, tu ji min çi dixwazî? Ez ji te lava dikim, ezabê nede min.” 29 (Çimkî Îsa li cin* emir kiribû ku ew ji wî zilamî derkeve. Zilam gelek caran ji aliyê cin ve dihat girtin*, û dest û lingên wî bi zincîran dihatin girêdan û ew di bin nobedariyê de bû jî, lê wî her car zincîr diqetandin û cin ew dibir cihên tenha.) 30 Îsa ji wî pirsî: “Navê te çi ye?” Wî got: “Lejyon*”, çimkî ew bi gelek cinan ketibû. 31 Û wan gelek caran ji wî rica kir ku ew emir nede wan ku ew bikevin çala bêbinî. 32 Li wê derê, li ser çiyê gelek xenzîr* diçêriyan, û wan ji wî rica kir ku ew bihêle ku ew bikevin nav xenzîran, û wî jî îzin da wan. 33 Hingê cin ji wî zilamî derketin û ketin nav xenzîran, û keriyê xenzîran xwe ji kendalê avêt behrê û xeniqîn. 34 Lê gava şivanên xenzîran dît ku çi qewimî, ew reviyan û ev xeber li gund û bajaran belav kirin.
35 Îcar mirov derketin, da ku bibînin ku çi qewimiye. Gava ew hatin ba Îsa, wan zilamê ku cin ji wî derketibûn dît. Kincên wî lêkirî bûn, ew li ser hişê xwe bû û li ber lingên Îsa rûniştî bû. Tirs ket dilê xelkê. 36 Şahidên vê serpêhatiyê ji mirovan re behsa vê yekê kir ku zilamê ku bi cinan ketibû çawa qenc bû. 37 Hingê gelek mirovên ji herêma xelkê Gerasînayê ji Îsa xwest ku ew ji wê derê here, çimkî tirseke mezin ketibû dilê wan. Îcar ew li qeyîkê siwar bû û çû. 38 Lê belê, zilamê ku cin ji wî derketibûn bi dewamî ji wî lava dikir ku ew li ba wî bimîne, lê Îsa ew şand û got: 39 “Vegere mala xwe û ji her kesî re behsa vê yekê bike ku Xwedê ji bo te çi kiriye.” Ew jî çû û hemû tiştên ku Îsa ji bo wî kiribûn li temamiya bajêr belav kirin.
40 Gava Îsa vegeriya Celîleyê, mirovan ew bi kêfxweşî qebûl kir, çimkî ew li benda wî bûn. 41 Wê demê zilamekî bi navê Yaîros hat. Ew zilam serokekî sînagogê* bû. Wî xwe avêt ber lingên Îsa û jê lava kir ku ew were mala wî, 42 çimkî keça wî ya yekta, ya ku weke 12 salî bû, li ber mirinê bû.
Gava Îsa di rê de bû, gelek mirov li pey wî çûn û derdora wî teng kir. 43 Li wê derê jinikek hebû, ya ku 12 salan xwîn jê diçû, û tu kesî nikaribû wê qenc bike. 44 Ew ji pişt ve hat û dest da rîşiyên kincê wî, û di cih de xwîna ku jê diçû sekinî. 45 Hingê Îsa got: “Kê destê xwe da min?” Gava hemûyan înkar kir, Petrûs got: “Mamoste, xelk ji her aliyê ve derdora te teng dike.” 46 Lê Îsa got: “Kesekî destê xwe da min, çimkî ez pê hesiyam ku qewet ji min çû.” 47 Gava jinikê fehm kir ku ew veşartî nema, ew bi lerizîn hat û xwe li ber wî avêt erdê. Wê li ber hemûyan got ku wê çima destê xwe da wî û ew çawa di cih de qenc bû. 48 Îsa jî ji wê re got: “Keça min, baweriya te tu qenc kirî. Bi selametî here.”
49 Gava Îsa hê dipeyivî, zilamekî ji mala vî serokê sînagogê* hat û got: “Keçika te mir! Êdî zehmetê nede Mamoste.” 50 Gava Îsa ev yek bihîst, wî got: “Netirse, bi tenê bawer bike, û ewê xelas bibe.” 51 Gava ew gihîşt malê, wî nehişt ku ji xeynî Petrûs, Yûhena, Aqûb û dê û bavê keçikê kesek bikeve hundir. 52 Her kes digiriya û li singê xwe dixist ji ber ku wan şîna keçikê digirt. Loma wî got: “Negirîn, çimkî ew nemiriye, lê razayî ye.” 53 Hingê ew bi wî keniyan, çimkî wan dizanibû ku keçik miriye. 54 Lê wî destê wê girt û bi dengekî bilind got: “Keçikê, rabe!” 55 Hingê ew vegeriya jiyanê* û di cih de rabû ser xwe. Îsa got ku bila xwarinê bidin wê. 56 Dilê dê û bavê wê bi kêf û şahiyê ve tije bû, lê Îsa ew tembîh kirin ku vê yekê ji tu kesî re nebêjin.