2. Petrûs
3 Birayên delal, ev êdî nameya min a diduyan e, ya ku ez ji we re dinivîsim. Wek di nameya pêşîn de, ez dixwazim bi vê nameyê jî tiştên ku hûn jixwe dizanin bînim bîra we, da ku we hişyar bikim ku hûn bi zelalî bifikirin. 2 Ev yek wê alî we bike ku hûn gotinên* pêxemberên dilsoz û emrên Efendî û Xelaskarê me, yên ku bi destê şandiyan ji we re hatin dayîn, bînin bîra xwe. 3 Gerek hûn vê yekê bizanin: Di rojên dawîn de mirov wê bi tiştên qenc bikenin û li gor xwestekên xwe xerabiyê bikin, 4 û ewê wisa bibêjin: “Ka soza hazirbûna Mesîh li ku derê ma? Ji roja ku bav û kalên me mirine* û pê ve, her tişt wek ji destpêka dinyayê ve bi eynî awayî dewam dike.”
5 Lê ew van tiştan bi qesdî davêjin pişt guhê xwe ku ji berê ve erd û ezman hebûn, û erd bi gotina Xwedê ji nav avê hilkişiya û di navbera avê de sekinî, 6 û paşê wexta ku temamiya erdê dîsa ket bin avê, mirovên berê helak bûn. 7 Erd û ezmanên ku niha hene, ew bi eynî gotina Xwedê ji bo helakkirina bi êgir û ji bo roja hukim û helakkirina mirovên ku ji Xwedê natirsin, tên hiştin.
8 Lê belê, birayên delal, vê yekê ji bîr nekin: Ji bo Yehowa rojek wek hezar sal e û hezar sal wek rojekê ye. 9 Hin kes difikirin ku Yehowa pêkanîna soza xwe dereng dixe, lê ne wisa ye. Ew li we sebir dike, çimkî ew naxwaze ku kesek helak bibe, lê ew dixwaze ku her kes tobe bike. 10 Roja Yehowa wê wek diz bê. Hingê ezman wê bi guregureke mezin winda bibin, û tiştên li ezmên û li ser erdê wê bişewitin û helak bibin. Û erd û tiştên ku li ser rûyê erdê çêdibin wê eşkere bibin.
11 Ji ber ku ev hemû tişt wê bên wêrankirin, baş bifikirin ku gerek hûn mirovên çawa bin. Gerek hûn di rabûn û rûniştina xwe de pîroz bin û ji Xwedê re dilsoz bin. 12 Wekî din, li benda roja* Yehowa bin û wê rojê ji bîr nekin*. Wê rojê ezman wê di nav êgir de helak bibe, û tiştên li ser erdê û li ezmanan wê bişewitin û bihelin! 13 Lê em li gor soza wî li benda erd û ezmanekî nû ne. Û li ser rûyê erdê û li ezmanan rastdarî wê hebe.
14 Loma, birayên delal, madem ku hûn li benda van tiştan in, çi ji destê we tê bikin ku hûn li dawiyê di çavê Xwedê de wek kesên bêleke û bêkêmasî bên dîtin û bi wî re di aştiyê de bin. 15 Wekî din, sebra Xudanê me wek xelasiya xwe bibînin. Birayê meyî delal Pawlos jî li gor hîkmeta ku wî ji Xwedê standiye, eynî tişt ji we re nivîsî. 16 Pawlos di hemû nameyên xwe de behsa van tiştan dike. Lê belê, di van nameyan de hin tişt hene ku fehmkirina wan zehmet e. Mirovên nezan* yan yên ku di baweriyê de sist in van tiştan û temamiya Nivîsarên Pîroz ne tam rast şîrove dikin, û bi vî awayî dibin sebebê helakbûna xwe.
17 Îcar hûn, birayên delal, ji ber ku hûn van tiştan ji berê ve dizanin, hay ji xwe hebin ku hîndariyên sexte yên mirovên xerab we ji rê dernexînin û ku hûn ji bingeha ku hûn saxlem li ser sekinîne, nekevin. 18 Lê bi dewamî wisa bijîn ku hûn bi zêdeyî qenciya mezin ji Efendî û Xelaskarê me Îsa Mesîh bistînin, û zanîna xwe li ser wî zêde bikin. Bila hem niha û hem jî her û her rûmet ji wî re bê dayîn. Amîn.