Îbranî
1 Di demên berê de Xwedê gelek caran û bi gelek awayan bi destê pêxemberan bi bav û kalên me re xeber dida. 2 Lê niha, di dawiya van rojan de, wî bi destê Kurê xwe bi me re xeber daye. Wî bi destê vî Kurî her tiştê li ezmên û li ser rûyê erdê çêkiriye*, û wî ew kiriye mîrasgirê her tiştî. 3 Ev Kur şewqa rûmeta Xwedê ye û sûretê wî ye. Ew her tiştî bi qudreta peyva Xwedê hildigire. Û piştî ku wî em ji gunehên me paqij kirine, ew li ezmên li milê rastê yê Xwedayê Mezin rûnişt. 4 Û ji ber ku navê ku wî mîras standiye di ser navê melekan re ye, ew ji melekan bilindtir bûye.
5 Mesela, ma Xwedê kengê ji melekekî re gotiye: “Tu kurê min î, îro ez bûme bavê te”? Yan jî: “Ezê bibim bavê wî, û ewê bibe kurê min”? 6 Lê gava ew Kurê xwe yê pêşîn careke din dişîne ser rûyê erdê, ew wisa dibêje: “Bila hemû melekên Xwedê hurmetê bidin wî*.”
7 Wekî din, Xwedê li ser melekan dibêje: “Ew melekên xwe dike ruhên biqudret, û xizmetkarên xwe dike pêtên êgir.” 8 Lê ew li ser Kur dibêje: “Xwedê qudretê dide destê te* ku tu her û her hukimdariyê bikî, û hukimdariya te wê bi edalet hukim bike. 9 Te ji rastdariyê hez kir û ji bêqanûniyê nefret kir. Loma Xwedê, Xwedayê te, ji hukimdarên din zêdetir rûnê kêfxweşiyê li ser te rijand.” 10 Û wisa jî tê gotin: “Ya Xudan, di destpêkê de te bingeha erdê danî, û ezman karê destê te ye. 11 Ewê tune bibin, lê tuyê bimînî. Ew hemû wê wek xeftan kevn bibin. 12 Tuyê wan wek kinc û xeftan li hev bipêçî, û ewê bên guhertin. Lê tu eynî yî, û salên te wê qet xelas nebin.”
13 Ma Xwedê kengê ji melekekî re gotiye: “Li milê minî rastê rûne heta ku ez dijminên te bixim bin lingên te”? 14 Hemû melek ruh in û ji Xwedê re xizmet dikin. Xwedê wan dişîne ku ew ji kesên ku wê xelas bibin re xizmetê bikin.