Îbranî
8 Ji hemû tiştên ku me gotin fikra sereke ev e: Kahînê meyî mezin yekî wisa ye, û ew li ezmanan li aliyê rastê yê textê Xwedê rûniştiye. 2 Ew xizmetkar e û ji bo xêra mirovan li cihê pîroz û konê rastîn xizmet dike. Ev kon ne mirovan, lê Yehowa daniye. 3 Her kahînê mezin tê tayînkirin ku ew hem hediye hem jî qurbanan pêşkêş bike. Loma lazim bû ku ev kes jî tiştekî pêşkêş bike. 4 Eger ew li ser rûyê erdê bûya, ewê nebûya kahîn. Çimkî li vir jixwe zilamên ku li gor Qanûnê hediyeyan pêşkêş dikin hene. 5 Xizmeta pîroz a van zilaman tiştên ezmanî nîşan dide û temsîl dike. Gava Xwedê li Mûsa emir kir ku ew kon çawa ava bike, ev yek eşkere bû. Xwedê got: “Bala xwe bide vê yekê ku tu eynî li gor mînaka ku min li çiyê nîşanî te da, bikî.” 6 Lê xizmeta ku Îsa standiye hê jî bilindtir e, çimkî ew navberkarê peymaneke çêtir e jî. Û ev peyman bi awayekî qanûnî li ser sozên çêtir hatiye danîn.
7 Eger peymana pêşîn bêkêmasî bûya, hingê peymana diduyan wê ne lazim bûya. 8 Çimkî Xwedê kêmasiyên xelkê dibîne û bi van gotinan tîne zimên: “Yehowa dibêje: ‘Va ye, ev roj tên ku ezê bi mala Îsraîl û bi mala Cihûda re peymaneke nû girêdim.’ 9 Yehowa dibêje: ‘Ev peyman wê ne wek wê peymanê be, ya ku min bi bav û kalên we re girêdabû. Roja ku min destê wan girt û ew ji Misrê derxistibûn, min ew peyman bi wan re girêdabû. Lê ji ber ku wan peymana min avêt pişt guhê xwe, min dev jê berda ku li wan xwedî derkevim.’
10 Yehowa dibêje: ‘Piştî wan rojan peymana ku ezê bi mala Îsraîl re girêdim ev e: Ezê qanûnên xwe bixim hişê wan û li ser dilê wan binivîsim. Ezê bibim Xwedayê wan û ewê bibin xelkê min.
11 Êdî tu kes wê hemwelatî û birayê xwe hîn neke û nebêje: “Yehowa nas bike!” Çimkî hemû kes, hem yên biçûk hem jî yên mezin*, wê min nas bikin. 12 Ezê li hemberî neheqiyên wan dilovan bim, û ezê gunehên wan êdî neynim bîra xwe.’”
13 Gava Xwedê behsa “peymana nû” dike, ew nîşan dide ku peymana berê kevn bûye. Tiştê ku kevn û kevnar bûye wê di nêzîk de winda bibe.