Li gor Yûhena
19 Paşê Pîlatos emir da ku Îsa bidin ber qamçiyan. 2 Eskeran ji striyan tacek çêkir û danî ser serê wî, û xeftanekî binefşî li wî kir. 3 Ew dihatin ber wî û digotin: “Silav li te, ya Padîşahê Cihûyan!” Û wan sîle li wî dixistin. 4 Pîlatos dîsa derket derve û ji wan re got: “Ka binêrin! Ez wî tînim derve cem we, da ku hûn bizanin ku ez tu sûcê wî nabînim.” 5 Hingê Îsa bi taca striyan û xeftana binefşî derket derve. Û Pîlatos ji wan re got: “Va ye, ew mirov!” 6 Lê gava serokên kahînan û nobedaran ew dît, wan kir qîrîn û got: “Wî li darê îşkenceyê bixe! Wî li darê îşkenceyê bixe*!” Pîlatos ji wan re got: “Hûn bi xwe wî bibin û îdam bikin, çimkî ez tu sûcê wî nabînim.” 7 Cihûyan ji wî re got: “Qanûna me heye, û li gor vê qanûnê gerek ew bê kuştin, çimkî wî xwe kiriye kurê Xwedê.”
8 Gava Pîlatos ev yek bihîst, ew hê zêdetir tirsiya. 9 Ew dîsa ket hundirê qesra walî û ji Îsa pirsî: “Tu ji ku derê yî?” Lê Îsa cewab neda. 10 Hingê Pîlatos ji wî re got: “Tu naxwazî bi min re xeber bidî? Ma tu nizanî ku ev yek di destê min de ye ku ez te berdim yan jî îdam bikim?” 11 Îsa cewaba wî da: “Eger ji jor ji te re nehata dayîn, qudreta te wê li ser min tunebûya. Loma gunehê kesê ku ez dame destê te, mezintir e.”
12 Ji ber vê yekê Pîlatos li rêyekê digeriya ku wî berde, lê Cihûyan dikir qîrîn: “Eger tu vî mirovî berdî, tu ne dostê Qeyser î. Her kesê ku xwe bike padîşah, li dijî Qeyser radibe.” 13 Piştî ku Pîlatos ev gotin bihîstin, wî Îsa anî derve û ew bi xwe li ser kursiyê hukim rûnişt, a ku li Meydana Kevirîn bû (navê wî cihî bi Îbranî Gabata bû). 14 Roja Hazirkirinê ya ji bo Cejnê bû, û saet nêzîkî şeşan* bû. Pîlatos ji Cihûyan re got: “Va ye, padîşahê we!” 15 Lê belê, wan kir qîrîn: “Wî ji me dûr bixe! Wî ji me dûr bixe! Wî li darê îşkenceyê bixe*!” Pîlatos ji wan re got: “Ma ez padîşahê we îdam bikim?” Serokên kahînan ji wî re got: “Ji xeynî Qeyser tu padîşahê me tune ye.” 16 Hingê wî Îsa da destê wan, da ku ew wî li ser darê îşkenceyê îdam bikin.
Wan jî Îsa bir. 17 Wî bi xwe darê îşkenceyê hilgirt, û derket cihê ku jê re Qoqê Serî digotin (bi Îbranî Golgota). 18 Li wê derê wan Îsa li kêleka du zilamên din li ser darê îşkenceyê bizmar kir*. Her yek li aliyekî bû, û Îsa di navbera wan de bû. 19 Pîlatos nivîsek nivîsand û li ser darê îşkenceyê danî. Wisa nivîsî bû: “Îsayê Nasirayî, Padîşahê Cihûyan.” 20 Gelek Cihûyan ev nivîs xwend, çimkî cihê ku Îsa li ser darê îşkenceyê hatibû bizmarkirin* nêzîkî bajêr bû û ew bi Îbranî, Latînî û Yûnanî hatibû nivîsîn. 21 Lê serokên kahînên Cihûyan ji Pîlatos re got: “Nenivîse ‘Padîşahê Cihûyan’, lê binivîse ku wî got ‘Ez Padîşahê Cihûyan im.’” 22 Pîlatos cewab da: “Min çi nivîsiye, min nivîsiye.”
23 Piştî ku eskeran Îsa li ser darê îşkenceyê bizmar kir*, wan kincên wî hildan û di nav xwe de kirin çar parçe, ji bo her eskerî yek parçe. Û wan binkirasê wî jî hilda, lê binkirasê wî nedirûtî bû, lê ji serî heta binî honandî bû. 24 Îcar wan ji hevdû re got: “Bila em wî neçirînin, lê bila em pişk bavêjin ka ewê ji kê re bikeve.” Wisa çêbû, da ku ev nivîs bê cih: “Wan kincên min di nav xwe de parve kirin, û ji bo binkirasê min pişk avêtin.” Eskeran jî eynî wisa kir.
25 Diya Îsa û xaltiya wî li ber darê îşkenceyê sekinîbûn. Wekî din, Meryema jina Klopas û Meryema Mejdelanî jî li wê derê bûn. 26 Gava Îsa diya xwe û şagirtê ku wî jê hez dikir li wê derê sekinî dîtin, wî ji diya xwe re got: “Va ye, ewê bibe kurê te!” 27 Paşê wî ji şagirtê xwe re got: “Va ye, ewê bibe diya te!” Ji wê demê û pê ve, şagirt ew anî mala xwe.
28 Îsa dizanibû ku niha her tişt êdî temam bûye, û da ku Nivîsarên Pîroz bên cih, wî got: “Ez tî me.” 29 Li wê derê firaqeke tije şeraba tirş hebû. Îcar wan sungerek* xist şerabê û bi darekî* ve kirin û dirêjî ber devê wî kirin. 30 Gava Îsa ji şeraba tirş tehm kir, wî got: “Temam bû!” Û wî serê xwe xwar kir û jiyana xwe ji dest da*.
31 Ji ber ku roja Hazirkirinê* bû û lazim bû ku di roja Sebtê* de cesed li ser darê îşkenceyê nemînin (çimkî ew roj Sebteke xisûsî bû), Cihûyan ji Pîlatos rica kir ku lingên kesên li ser darê îşkenceyê bên şikandin û cesedên wan bên rakirin. 32 Îcar esker hatin û lingên zilamê pêşîn û lingên zilamê din jî, ê ku li aliyê wî li ser darê îşkenceyê bû, şikandin. 33 Lê gava ew hatin ba Îsa, wan dît ku ew êdî mirî ye, û wan lingên wî neşikandin. 34 Lê yekî ji eskeran bi rimê tenişta wî qul kir, û di cih de av û xwîn jê derket. 35 Yê ku ev yek dîtibû şahidî kiriye, û şahidiya wî rast e. Ew dizane ku ew rastiyê dibêje, û ew vê dibêje, da ku hûn jî bawer bikin. 36 Ev hemû tişt çêbûn, da ku ev nivîs bê cih: “Tu hestiyê wî wê neyê şikandin.” 37 Û nivîseke din jî wisa dibêje: “Ewê li wî, yê ku wan bedena wî qul kiriye binêrin.”
38 Piştî van tiştan, Ûsivê Arîmetyayî, yê ku yek ji şagirtên Îsa bû, lê ji ber tirsa Cihûyan ev yek vedişart, ji Pîlatos rica kir ku ew cesedê Îsa bistîne. Pîlatos destûr da wî û ew jî çû û cesedê Îsa stand. 39 Nîkodêmos jî, yê ku cara pêşîn bi şev hatibû ba Îsa, hat û weke 30 kîlogram rûnê bêhnxweş û ûdê tevlihevkirî anî. 40 Wan cesedê Îsa hilda û li gor adetê defnkirina* Cihûyan bi giyayên bêhndar di nav kitan de pêçand. 41 Li nêzîkî cihê ku Îsa hatibû îdamkirin baxçeyek hebû, û di nav baxçe de mezelekî nû hebû ya ku hê tu kes lê nehatibû danîn. 42 Ji ber ku roja Hazirkirinê* ya Cihûyan bû û mezel nêzîk bû, wan Îsa danî wê derê.