Nameya ji Galatiyan re
5 Mesîh em ji bo azadiyeke wisa azad kirine. Loma qayîm bisekinin û dîsa nekevin bin nîrê xulamtiyê.
2 Ez Pawlos ji we re dibêjim: Eger hûn bên sinetkirin, tu feydeya Mesîh ji bo we tune ye. 3 Ez dîsa tînim bîra her zilamê ku tê sinetkirin ku ew mecbûr e xwe li temamiya Qanûnê bigire. 4 Hûn, ên ku xîret dikin ku bi pêkanîna qanûnê rast bên derxistin, hûn ji Mesîh veqetiyayî ne. Hûn ji qenciya wî ya mezin dûr ketine. 5 Lê bi saya ruhê Xwedê em bi çar çavan li benda hêviya rastdariyê ne, ya ku ji baweriyê tê. 6 Çimkî ji bo şagirtekî Mesîh Îsa hem sinetbûn hem jî nesinetbûn bêqîmet e, lê baweriya ku bi hezkirinê eşkere dibe biqîmet e.
7 Hûn baş dibezîn. Îcar kî ji we re bû asteng ku hûn guhdariya rastiyê nekin? 8 Hîndariyên wisa ne ji yê ku gazî we dike, tên. 9 Hinek hevîrtirş temamiya hevîr tirş dike. 10 Ez bawer im ku hûn, ên ku bi Efendiyê me re di yekîtiyê de ne, hûnê tiştekî din nefikirin. Kesê ku zehmetê dide we, kî dibe bila bibe, ewê cezayê xwe bistîne. 11 Birano, eger min heta niha hîn bikira ku sinet lazim e, ma minê zilm bidîta? Hingê hînkirina min a li ser mirina Îsa Mesîh a li ser darê îşkenceyê wê kesên din ji rê dernexistana. 12 Xwezî zilamên ku dixwazin serê we tevlihev bikin, xwe bikin xadim*.
13 Birano, hûn ji bo azadiyê hatin gazîkirin. Bila ev azadî nebe fersend ku hûn li pey xwestekên xwe yên nefsê herin, lê bi hezkirinê wek xulam ji hevdû re xizmetê bikin. 14 Çimkî temamiya Qanûnê bi vî emrî tê zimên: “Wek ku tu ji xwe hez dikî, gerek tu ji cîranê xwe hez bikî.” 15 Lê eger hûn her tim hevdû gez bikin û hevdû bixwin, hay ji xwe hebin ku hûn hevdû tune nekin.
16 Lê ez dibêjim: Bi dewamî li gor rêberiya ruhê Xwedê bimeşin, û hûnê nehêlin ku xwestekên nefsê we bindest bikin. 17 Çimkî bedena gunehkar ji ber xwestekên xwe yên nefsê li dijî ruh e, û ruh jî li dijî bedena gunehkar e. Ew her du li dijî hev in, loma tiştên ku hûn dixwazin bikin, hûn nakin. 18 Wekî din, eger hûn li gor rêberiya Xwedê dimeşin, hûn ne di bin qanûnê de ne.
19 Kirinên bedena gunehkar eşkere ne: Bêexlaqiya cinsî, mirdarî, hereketên bêedeb, 20 pûtperestî, sêrbazî*, dijminahî, şer*, hesûdî, hêrs, minaqeşe, cudahî, mezheb, 21 çavnebarî, serxweşî, kêfkirina bêsînor û bêedeb û tiştên wek van. Wek ku min hûn berê hişyar kiribûn, ez we dîsa hişyar dikim: Kesên ku tiştên wisa dikin wê Hukimdariya Xwedê mîras nestînin.
22 Lê belê, sifetên* ruhê pîroz ev in: hezkirin, dilxweşî, aştî, sebir*, dilovanî, qencî, bawerî, 23 nermî, xwegirtin. Li dijî van tiştan qanûn tune ye. 24 Wekî din, kesên ku aîdî Mesîh Îsa ne, wan bedena xwe ya gunehkar bi şehwet û xwestekên wê ve li ser dar bizmar kiriye*.
25 Eger em li gor rêberiya ruhê Xwedê dijîn, bila em bi dewamî bi rêk û pêk li gor rêberiya ruhê Xwedê bimeşin. 26 Bila em nebin kesên xwehez, pêşbaziya* hevdû nekin û çavnebariya hevdû nekin.