Li gor Meta
10 Îsa 12 şagirtên xwe gazî ba xwe kirin û qudret da wan ku ew cinan* derxin û her cureyê êş û nexweşiyan qenc bikin.
2 Navên van 12 şandiyan ev in: Şîmûn ku ji wî re Petrûs tê gotin û birayê wî Andreas; Aqûbê kurê Zebedî û birayê wî Yûhena; 3 Filîpos û Bartolomeyos; Tomas û Metayê bacgir; Aqûbê kurê Alfayos û Tadeyos; 4 Şîmûnê bixîret û Cihûdayê Îsxeryot, ê ku paşê Îsa da dest.
5 Îsa ev 12 kes şandin û li wan wisa emir kir: “Neçin nav miletên din û nekevin bajarên Sameriyan, 6 lê bi dewamî herin ba miyên windabûyî yên Îsraîlê*. 7 Hûn herin ku derê jî, mizgîniyê belav bikin û bibêjin: ‘Hukimdariya ezmanan nêzîk bûye.’ 8 Nexweşan qenc bikin, miriyan rakin, mirovên bi nexweşiya cuzamê* qenc bikin* û cinan derxin. We belaş stand, belaş bidin. 9 Hûn zêr, zîv û sifir jî bi xwe re nebin*. 10 Ji bo rêwîtiyê ne tûrikê xwarinê, ne du dest kiras, ne sol* û ne jî gopal bi xwe re bibin, çimkî xebatkar hêja ye ku nanê xwe bistîne.
11 Gava hûn bikevin bajar yan gundekî, li kesên ku hêjayî mizgîniyê ne bigerin, û li wê derê bimînin heta ku hûn herin. 12 Gava hûn bikevin malekê, silavan li maliyên malê bikin. 13 Eger ew mal hêja be, bila aştiya we li ser wê malê be. Lê eger ne hêja be, bila aştiya we li we vegere. 14 Li cihê ku mirov we qebûl nekin yan guh nedin xebera we, gava hûn ji wê malê yan ji wî bajarî derkevin, toza lingên xwe biweşînin. 15 Bi rastî, di Roja Hukim de halê Sodom û Gomorayê wê ji halê wî bajarî hêsantir bibe.
16 Ez we wek miyan dişînim nav guran; loma wek maran bidîqat bin, lê wek kevokan dilpak bin. 17 Bila haya we ji mirovan hebe, çimkî ewê we teslîmî mehkemeyan bikin, û ewê we di sînagogan* de bidin ber qamçiyan. 18 Ji ber min, ewê we bidin destê walî û padîşahan, da ku ew û miletên din di heqê baweriya we de bibihîzin. 19 Lê wexta ku we bidin destê wan, xeman nexwin ka hûnê çi bibêjin û çi nebêjin. Wê demê hûnê bizanin ku gerek hûn çi bibêjin, 20 çimkî yê ku dipeyive ne tenê hûn in, lê ruhê Bavê we* bi devê we dipeyive. 21 Bira wê birayê xwe û bav wê zarokê xwe bide kuştin, û zarok wê li hember dê û bavê xwe rabin û wan bidin kuştin. 22 Ji ber navê min hemû mirov wê ji we nefret bikin, lê yê ku heta dawiyê sebir* bike, ewê xelas bibe. 23 Gava li bajarekî zilmê li we bikin, birevin bajarekî din. Bi rastî, berî hatina Kurê Mirov, hûnê pê re negihîjin ku li hemû bajarên Îsraîlê ji serî heta binî bigerin.
24 Şagirtek ne di ser mamosteyê xwe re ye, û xulamek jî ne di ser axayê xwe re ye. 25 Bes e ku şagirt mîna mamosteyê xwe be, û xulam mîna axayê xwe be. Eger ji xwediyê malê re Belzebûb* bê gotin, îcar ji maliyên wî re çi wê bê gotin? 26 Loma ji wan netirsin, çimkî tu tiştê veşartî tune ye ku neyê xuyakirin, û tu sirek tune ye ku neyê eşkerekirin. 27 Tiştên ku ez di tariyê de ji we re dibêjim, di ronahiyê de bibêjin. Tiştên ku bi dengekî nizm tên gotin, bi eşkereyî ji kesên din re belav bikin. 28 Ji kesên ku dikarin bedenê bikujin, lê nikarin can* bikujin, netirsin. Lê ji wî bitirsin, ê ku dikare hem canê we û hem jî bedena we di Gehenayê* de helak bike. 29 Ma du çivîkên biçûk bi qurişekê nayên firotin? Dîsa jî, yek ji wan nakeve erdê bêyî ku haya Bavê we jê hebe. 30 Û heta hemû porên serê we jî hatine hejmartin. 31 Loma netirsin, hûn ji çivîkan biqîmettir in.
32 Her kesê ku li ber mirovan dibêje ku ew bi min re ye, ezê jî li ber Bavê xwe yê li ezmanan bibêjim ku ez bi wî re me. 33 Lê her kesê ku min li ber mirovan înkar dike, ezê jî wî li ber Bavê xwe yê li ezmanan înkar bikim. 34 Nefikirin ku ez hatime aştiyê bînim ser rûyê erdê. Ez nehatime ku aştiyê bînim, lê ez hatime ku şûr bînim. 35 Ez hatime ku kur ji bav, keç ji dayikê û bûk ji xesûyê veqetînim. 36 Erê, dijminên mirov wê ji mala wî bin. 37 Yê ku ji min zêdetir ji dê yan bavê xwe hez dike, ne hêjayî min e. Û yê ku ji min zêdetir ji kur yan keça xwe hez dike, ew jî ne hêjayî min e. 38 Û yê ku darê xweyî îşkenceyê hilnegire û li pey min neyê, ne hêjayî min e. 39 Yê ku dixwaze canê* xwe xelas bike, ewê canê xwe winda bike. Û yê ku ji bo xatirê min canê xwe winda dike, ewê canê xwe bi dest bixe.
40 Yê ku we qebûl dike, min jî qebûl dike. Û yê ku min qebûl dike, yê ku ez şandime jî qebûl dike. 41 Yê ku kesekî qebûl dike ji ber ku ew kes pêxember e, ewê wek pêxemberekî xelatê bistîne. Yê ku kesekî qebûl dike ji ber ku ew kes xizmetkarê Xwedê ye*, ewê wek xizmetkarekî Xwedê xelatê bistîne. 42 Û yê ku tenê tasek ava sar dide yekî ji wan biçûkan, ji ber ku ew şagirtê min e, bi rastî, ewê xelata xwe tu caran winda neke.”