Li gor Lûqa
12 Wê demê, gava xelk bi hezaran li hev top bûn, ew qas ku wan pêlî lingên hev dikir, Îsa pêşî ji şagirtên xwe re got: “Xwe ji hevîrtirşê Fêrisiyan, yanî ji durûtiya wan biparêzin. 2 Lê tu tiştê nixumandî tune ye ku neyê xuyakirin, û tu sirek tune ye ku neyê eşkerekirin. 3 Ji ber vê yekê tiştê ku hûn di tariyê de dibêjin wê di ronahiyê de bê bihîstin. Tiştên ku hûn di hundirê odeyan de bi dengekî nizm dibêjin, wê bi eşkereyî ji kesên din re bê belavkirin. 4 Lê dostên min, ez ji we re dibêjim: Ji kesên ku dikarin bedenê bikujin û piştre nikarin tu tiştî bikin, netirsin. 5 Lê ezê ji we re bibêjim ku gerek hûn ji kê bitirsin: Ji wî kesî bitirsin, ê ku qudreta wî heye ku bikuje û paşê bavêje Gehenayê*. Erê, ez ji we re dibêjim ji wî bitirsin. 6 Ma pênc çivîkên biçûk bi du qurişan nayên firotin? Dîsa jî, Xwedê yek ji wan ji bîr nake. 7 Û heta hemû porên serê we jî hatine hejmartin. Netirsin, hûn ji çivîkan biqîmettir in.
8 Ez ji we re dibêjim, her kesê ku li ber mirovan dibêje ku ew bi min re ye, Kurê Mirov jî wê li ber melekên Xwedê bibêje ku ew bi wî re ye. 9 Lê her kesê ku min li ber mirovan înkar dike, ewê jî li ber melekên Xwedê bê înkarkirin. 10 Û her kesê ku tiştekî li dijî Kurê Mirov dibêje, ewê bê efûkirin. Lê yê ku li dijî ruhê pîroz kufir dike, ewê neyê efûkirin. 11 Wexta ku we bibin ber civînên umûmî*, memûrên dewletê û hukimdaran, xeman nexwin ka hûnê xwe çawa biparêzin û çi bibêjin, 12 çimkî ruhê pîroz wê di eynî demê de we hîn bike ku gerek hûn çi bibêjin.”
13 Yekî ji nav mirovan ji wî re got: “Mamoste, ji birayê min re bibêje ku bila ew mîrasa xwe bi min re parve bike.” 14 Îsa ji wî re got: “Kê ez di navbera we de kirime hakim?” 15 Hingê wî ji wan re got: “Hay ji xwe hebin û xwe ji her cureyê çavbirçîtiyê biparêzin, çimkî eger gelek mal û milkê kesekî hebe jî, ew jiyanê nadin wî.” 16 Û wî ji wan re mîsalek got: “Zeviya zilamekî dewlemend pir berdar bû. 17 Loma wî ji xwe re got: ‘Gelo ez çi bikim? Çimkî cih tune ye ku ez dexla xwe biximê.’ 18 Hingê wî got: ‘Ezê wisa bikim: Ezê embarên xwe hilweşînim û embarên hê mezintir ava bikim, û temamiya dexl û malê xwe li wê derê top bikim, 19 û ezê ji canê xwe re bibêjim: “Te ji xwe re têra gelek salan tişt top kirine, li rihetiya xwe binêre, bixwe, vexwe û kêf bike.”’ 20 Lê Xwedê ji wî re got: ‘Bêaqilo, îşev canê te ji te tê standin. Îcar her tiştê ku te top kiriye wê ji kê re bimîne?’ 21 Halê kesê ku ji xwe re xezîneyan top dike, lê li ber çavê Xwedê ne dewlemend e, wisa ye.”
22 Paşê wî ji şagirtên xwe re got: “Ji ber vê yekê ez ji we re dibêjim, êdî ji bo jiyana* xwe xeman nexwin, ka hûnê çi bixwin, yan jî ji bo bedena xwe, ka hûnê çi li xwe bikin. 23 Çimkî jiyan ji xwarinê û beden ji kincan biqîmettir e. 24 Li qijikan binêrin: Ew ne diçînin, ne didirûn, û ne jî embarên wan hene, lê dîsa jî Xwedê wan têr dike. Ma hûn ji çivîkan ne biqîmettir in? 25 Kî ji we, eger ew xeman bixwe, dikare emrê xwe tenê deqeyek dirêjtir bike? 26 Loma, madem ku hûn nikarin tiştekî biçûk jî bikin, çima hûn ji bo tiştên din xeman dixwin? 27 Bala xwe bidin sosinan ku ew çawa mezin dibin: Ew ne dixebitin, ne jî kincan didirûn. Lê belê, ez ji we re dibêjim, heta Silêman Padîşah jî di hemû rûmeta xwe de wek yek ji wan kinc li xwe nekirin. 28 Îcar, madem ku Xwedê nebatên çolê, yên ku îro hene û sibê tên avêtin tendûrê, ew qas dixemilîne, ewê çi qas zêdetir we bi kinc bike, ey hûn kêmbawerno! 29 Êdî xeman nexwin ka hûnê çi bixwin û çi vexwin, û êdî bi zêdeyî li ber xwe nekevin. 30 Çimkî mirovên ku Xwedê nas nakin* ji bo van tiştan xeman dixwin. Lê bavê we dizane ku hûn hewceyî van tiştan in. 31 Li şûna vê, Hukimdariya wî di jiyana xwe de bikin tiştê herî muhîm, û ev tişt wê ji we re bên dayîn.
32 Netirse, keriyê biçûk, çimkî Bavê we razî ye ku Hukimdariyê bide we. 33 Mal û milkê xwe bifiroşin û xêrê li belengazan bikin. Ji xwe re kîsikên pereyan ku xera nabin çêkin, yanî xezîneya li ezmanan top bikin a ku qet xelas nabe û diz nikare bikevê, û kêzik nikare bixwe. 34 Çimkî xezîneya we li ku derê be, dilê we jî wê li wê derê be.
35 Hazir bin* û bila qendîlên we vêxistî bin. 36 Wek wan xulaman bin, ên ku li hêviya axayê xwe ne, da ku gava ew ji dawetê vegere û li derî bixe, ew di cih de derî ji wî re vekin. 37 Çi qas dilxweş in ew xulam, gava axayê wan were û wan hişyar bibîne! Bi rastî, ewê xwe ji bo xizmetkirinê hazir bike*, wan li ser sifrê bide rûniştin û ji wan re xizmetê bike. 38 Û eger ew êvarê dereng* yan piştî nîvê şevê* were û bibîne ku ew hazir in, ewê çi qas dilxweş bin! 39 Bawer bin, eger xwediyê malê bizane ku di kîjan saetê de diz wê bikeve mala wî, ewê nehêle ku diz bikeve malê. 40 Hûn jî hazir bimînin, çimkî Kurê Mirov di saetekê wisa de tê ku hûn ne li bendê ne.”
41 Hingê Petrûs pirsî: “Efendiyê min, tu vê mîsalê tenê ji me re yan ji her kesî re dibêjî?” 42 Efendiyê me cewab da: “Çavdêrê dilsoz ê bihîkmet bi rastî kî ye, yê ku axayê wî wê li ser xizmetkarên xwe wî bike mesûl, da ku ew di wexta rast de bi têra wan xwarinê bide wan? 43 Çi qas dilxweş e ew xulam, gava axayê wî were û bibîne ku ew hema wisa dike! 44 Ez rast ji we re dibêjim, ewê wî li ser hemû mal û milkê xwe bike mesûl. 45 Lê eger ew xulam di dilê xwe de bibêje, ‘Axayê min dereng dikeve’ û dest pê bike ku li xulamên din bixe, û bixwe û vexwe û serxweş bibe, 46 axayê wî wê di rojeke wisa de were ku ew xulam ne li benda wî ye, û di saetekê de ku ew pê nizane, û ewê cezayekî bide wî û wî bixe nav kesên nedilsoz. 47 Û ew xulamê ku daxwaza axayê xwe fehm kir, lê ne hazir bû û ne jî li gor daxwaza wî kir, li wî wê gelek bê xistin. 48 Lê yê ku fehm nekir û tiştên ku hêjayî lêdanê ne, kirin, li wî wê hinek bê xistin. Ji her kesê ku jê re gelek hatiye dayîn, wê gelek bê xwestin. Û yê ku jê re gelek tişt hatine emanetkirin, ji wî wê zêdetir bê xwestin.
49 Ez hatime ku li ser erdê agirekî vêxim. Êdî agir pêketiye, ma ji vê zêdetir ez çi dixwazim? 50 Lê belê vaftîzek* heye, ku gerek ez pê vaftîz bibim*, û heta ew xelas bibe, ez çi qas xeman dixwim! 51 Gelo hûn difikirin ku ez hatime ku aştiyê bînim ser rûyê erdê? Na, ez ji we re dibêjim, ez hatime ku mirovan ji hev veqetînim. 52 Ji niha û pê ve, di malê de pênc kes wê ji hev bên parçekirin, sê kes li dijî du kesan û du kes li dijî sê kesan. 53 Bav wê li dijî kur û kur wê li dijî bav rabe, dayik wê li dijî keçê û keç wê li dijî dayikê rabe, xesû wê li dijî bûkê û bûk wê li dijî xesûyê rabe.”
54 Paşê Îsa ji mirovan re got: “Gava hûn dibînin ku ewrek ji rojavayê bilind dibe, di cih de hûn dibêjin, ‘Bayekî mezin radibe’, û wisa jî çêdibe. 55 Û gava hûn dibînin ku bayê başûr tê, hûn dibêjin, ‘Wê gelek germ bibe’, û wisa jî dibe. 56 Durûno! Hûn li erd û ezmên dinêrin û fehm dikin ku hewa wê çawa be, lê çima hûn fehm nakin ku niha çi diqewime? 57 Hûn çima bi xwe qerar nadin ku çi rast e? 58 Mesela, gava tu bi kesê ku te sûcdar dike re diçî ba serokekî, di rê de çi ji destê te tê bike ku hûn li hev werin, da ku ew te nede destê hakim, û hakim te nede destê memûrê mehkemeyê, û ew te neavêje hebsê. 59 Ez ji te re dibêjim, heta ku tu qurişê xwe yê dawîn nedî, tuyê ji hebsê dernekevî.”