Li gor Meta
21 Gava ew nêzîkî Orşelîmê bûn û gihîştin Beytfaceyê, ya ku li ser Çiyayê Zeytûnê ye, Îsa du şagirtên xwe şandin 2 û ji wan re got: “Herin gundê ku hûn ji vir dibînin. Hûnê li wê derê kereke girêdayî û dehşikê wê bibînin. Wan vekin û bînin ba min. 3 Eger kesek tiştekî ji we bipirse, wisa bibêjin: ‘Ew ji Efendiyê me re lazim in.’ Ewê di cih de her du heywanan bi we re bişîne.”
4 Ev yek wisa çêbû, da ku gotinên pêxember bên cih: 5 “Ji keça Siyonê re bibêjin: ‘Binêre, Hukimdarê te tê cem te! Ew nefsbiçûk e û li kerê siwar bûye. Erê, ew li dehşikê kerê, li dehşikê heywaneke ku barên giran hildigire, siwar bûye.’”
6 Şagirt çûn û çawa ku Îsa ji wan re gotibû, wan wisa kir. 7 Wan ker û dehşik anîn, kincên xwe danîn ser pişta keran, û Îsa li dehşik siwar bû. 8 Gelek mirovan kincên xwe raxistin ser kolanê. Hin kesên din jî çiqilên daran dibirîn û diavêtin ser rê. 9 Mirovên ku li pêşiya wî diçûn û yên ku li pey wî dihatin gazî dikir: “Xwedê, em rica dikin, Kurê Dawid xelas bike! Yê ku bi navê Yehowa tê bikerem e! Yê Jorîn, em rica dikin, wî xelas bike!”
10 Gava Îsa ket Orşelîmê, temamiya bajêr bi xeberdana mirovan tevlihev bû, û her kesî pirsî: “Gelo ev kî ye?” 11 Mirovan bi dewamî wisa digot: “Ev Îsa pêxember e, ji bajarê Nasiraya* Celîleyê!”
12 Îsa ket îbadetgehê û wî kesên ku li wê derê îşê kirîn û firotinê dikir, avêtin derve. Wekî din, wî maseyên kesên ku pere diguherandin û kursiyên kevokfiroşan avêtin erdê. 13 Û wî ji wan re got: “Wisa hatiye nivîsîn: ‘Ji mala min re wê mala duayê bê gotin,’ lê hûn wê dikin şikefta dizan.” 14 Di îbadetgehê de kesên kor û kesên seqet jî hatin ba wî, û wî ew qenc kirin.
15 Gava serokên kahînan û qanûnzanan dît ku Îsa mucîze çêdikirin û zarokan di îbadetgehê de wisa digot: “Xwedê, em rica dikin, Kurê Dawid xelas bike!”, ew pir aciz bûn, 16 û wan ji wî pirsî: “Ma tu nabihîzî ku ew çi dibêjin?” Îsa cewab da wan: “Erê. Ma we ev yek nexwendiye: ‘Te wisa kir ku zarok û yên li ber şîr bi devê xwe pesnê te bidin’?” 17 Îsa ew hiştin, ji bajêr derket û çû Beytanyayê û wê şevê li wê derê ma.
18 Gava ew serê sibehê vegeriya bajêr, ew birçî bû. 19 Wî li kêleka kolanê dareke hêjîrê dît û nêzîkî darê bû, lê wî ji xeynî pelan tu tişt nedît. Hingê wî ji darê re got: “Bila êdî ji te heta hetayê mêwe dernekeve.” Û ev dara hêjîrê di cih de hişk bû. 20 Gava şagirtan ev yek dît, ew pir ecêbmayî man û got: “Ev dara hêjîrê çawa ji nişka ve hişk bû?” 21 Îsa ji wan re got: “Bi rastî, eger baweriya we hebe û hûn ne dudilî bin, hûnê ne tenê tiştên ku min bi dara hejîrê kir, bikin, lê eger hûn ji vî çiyayî re bibêjin ‘Rabe û xwe bavêje behrê’, ev yek wê çêbe. 22 Û hemû tiştên ku hûn di duayê de bi baweriyê bixwazin, hûnê bistînin.”
23 Gava Îsa di îbadetgehê de bû û mirov hîn dikirin, serokên kahînan û rîspiyên xelkê hatin ba wî û pirsîn: “Tu van tiştan bi çi heqî dikî? Kê îzin daye te?” 24 Îsa ji wan re got: “Pirseke min jî heye. Eger hûn cewaba min bidin, îcar ezê ji we re bibêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim: 25 Wexta ku Yehya* mirov vaftîz dikirin*, gelo wî ev heq ji Xwedê* yan ji mirovan stand?” Hingê ew di nav xwe de şêwirîn, û wan got: “Eger em bibêjin ‘Ji Xwedê*’, ewê ji me bipirse ‘Îcar we çima ji wî bawer nedikir?’ 26 Lê eger em bibêjin ‘Ji mirovan’, em ditirsin ku xelk tiştekî bîne serê me, çimkî ew Yehya* wek pêxember dibînin.” 27 Loma wan ji Îsa re got: “Em nizanin.” Wî jî ji wan re got: “Îcar ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim.
28 Hûn çi difikirin? Du kurên zilamekî hebûn, û ew çû ba yê mezin û ji wî re got: ‘Kurê min, îro here di nav rez de bişixule.’ 29 Wî cewab da: ‘Ez naçim.’ Lê paşê ew poşman bû û dîsa jî çû. 30 Îcar zilam çû ba kurê xweyî biçûk û eynî tişt got. Kurê wî got: ‘Temam, ezê herim.’ Lê ew neçû. 31 Ji van du kuran, kê bi ya bavê xwe kir?” Wan cewab da: “Yê mezin.” Îsa ji wan re got: “Bi rastî, bacgir û fahîşe wê berî we bikevin Hukimdariya Xwedê. 32 Çimkî Yehya* hat û rêya rastdariyê nîşanî we da, lê we ji wî bawer nekir. Lê belê, bacgir û fahîşeyan ji wî bawer kir. We her çi qas ev yek dît jî, hûn poşman nebûn, û we dîsa jî ji wî bawer nekir.
33 Ka guh bidin vê mîsalê: Erdê zilamekî hebû, û wî rezek çandibû û li dora wê çeperek* danîbû. Wî hewzeke ji bo pelçiqandina tiriyan û birceke nobedariyê çêkiribû. Paşê wî ev rez bi kirê da rezvanan û çû cihekî dûr. 34 Gava dema rezçinînê hat, wî xulamên xwe şandin ba rezvanan, da ku xulam para wî bistînin. 35 Lê rezvanan xulamên wî girtin, li yekî xistin, yekî din kuştin û yekî din jî dan ber keviran. 36 Paşê wî ji cara pêşîn zêdetir xulam şandin, lê wan eynî tişt anî serê wan jî. 37 Dawiya dawî, wî kurê xwe şand ba wan û fikirî: ‘Ewê qedrê kurê min bigirin.’ 38 Gava rezvanan kurê wî dît, wan ji hevdû re got: ‘Ew mîrasgir e. Werin em wî bikujin û mîrasa wî ji wî bistînin!’ 39 Hingê wan ew girt, avêt derveyî rez û kuşt. 40 Gava xwediyê rez bê, gelo ewê çi li wan rezvanan bike?” 41 Wan cewab da wî: “Ji ber ku ew mirovên xerab in, dawiya wan jî wê xerab be. Û ewê rezê xwe bi kirê bide rezvanên din, da ku ew di wextê de para wî bidin wî.”
42 Îsa ji wan re got: “Ma we ev yek di Nivîsarên Pîroz de qet nexwendiye, ‘Kevirê ku avakaran red kir, bûye kevirê sereke*. Yehowa ev yek kir, û ev yek li ber çavê me wek mucîzeyê ye’? 43 Loma ez ji we re dibêjim, Hukimdariya Xwedê wê ji destê we bê standin û ji miletekî re bê dayîn, ê ku li gor daxwaza Xwedê dike*. 44 Kesê ku li vî kevirî bikeve, ewê zerareke mezin bibîne. Û kevir bikeve ser kê jî, ewê wî bipelçiqîne.”
45 Gava serokên kahînan û Fêrisiyan ev mîsal bihîst, wan fehm kir ku Îsa behsa wan dikir. 46 Wan pir dixwest wî bigirin, lê ew ji xelkê ditirsiyan, çimkî xelkê ew wek pêxember didît.